Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » » » » 4 fîlmên Derhênera navdar a Arjantînî Lucrecia Martelê


Derhênera navdar a Arjantînî Lucrecia Martel ligel derhêner Pedro Almodóvar yek ji derhênerên herî bandorker û serketî yên sînemaya Spanî û sînemaya serbixwe ye û mora xwe li hunera heftemîn daye.

Derhêner, senarîst û çêker Lucrecia Martel weke fikr û ramanê auteur e û di fîlmên xwe bi taybetî qala pirsgirêkên keç û jinan û rewş û mercên civakî ve dike û yek ji nûnerên herî serketî yên "Sînemaya Arjantinê ya Nû" ye. Di fîlmên Lucreci Martelê de; derbîr, xewn, têgihîştin, sehekî û cihên diyar cihekî gelek girîng digirin û wê di sînemayê de zimanekî resen û bandorker afirandiye.

Lucrecia Martel di jiyana xwe ya sînemayê de gelek fîlmên metraj dirêj, kurtefîlm û belgefîlman kişandine. Fîlmê "La Cienaga" yê Lucrecia Martelê di sînemaya nêzîk de yek ji fîlmên herî bandorker tê pejirandin. Lucrecia Martel li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê de îsal weke Seroka Juriya Festîvalê hatibû eşkerekirin.

"La Ciénaga" (2001) / Derhêner û Senaryo: Lucrecia Martel
Lîstikvanan: Mercedes Morán, Graciela Borges, Martín Adjemiá

Yekem fîlmê dirêj ê derhêner Lucrecia Martelê "La Ciénaga" li Herêma Saltayê ya girêdayî bakurê rojavaya Arjantinê, qala rojên malbeteke burjûva dike û rojên wan ên li herêma hêmî nîşan dide.

Hin sehneyên fîlmê "La Ciénaga" wekî belgefîlmê hatiye kişandin û li ser rewşa civakî disekine. Derhêner bi alegorîyan (metafor) atmosfereke resen û rastîbîn afirandiye.

"La Niňa Santa" (2004) / Derhêner: Lucrecia Martel û Senaryo: Lucrecia Martel, Juan Pablo Domenech
Lîstikvanan: Mercedes Morán, Carlos Belloso, Alejandro Urdapilleta

Fîlmê "La Niňa Santa" li ser çîroka jiyana rahîbeyeke piçûk a bi navê Amalia ye û ciwantiya wê, veguherînên cîhanê û rewşa gerdîşên civakî nîşan dide. "La Niňa Santa" di civakî de qala rewş û halên keç û jinan dike. Cureya fîlmê derûnnasî-dram e û li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê ji bo Palmîyeya Zerîn weke berendam hatiye nîşandan.

"La Mujer Sin Cabeza" (2008) / Derhêner û Senaryo: Lucrecia Martel
Lîstîkvanan: María Onetto, Claudia Cantero, Inés Efron

Li dû fîlmên "La Ciénaga" û "La Niňa Santa"yê, fîlmê dawî yê "Sêbareya Saltayê", "La Mujer Sin Cabeza" di sala 2008'ê hate kişandin. Derhênera navdar Lucrecia Martel bi vî fîlmê xwe jî li ser hest û têgihan û rewşa civakî disekine û zimanekî alegorîk afirandiye. Fîlmê "La Ciénaga" qala pirsgirêkên çînî, rewşa civakî, kirûya têgihanê dike û di jiyana rojane de rûyê bandorên teknolojî û paranoyayê nîşan dide. Di fîlmê de Veronica bi erebeya xwe qezeyek dike û ji ber vê qezayê rojên zor derbas dibe.
 

"Zama" (2017) / Derhêner û Senaryo: Lucrecia Martel
Lîstikvanan: Daniel Giménez Cacho, Lola Dueñas, Matheus Nachtergaele

Fîlmê "Zama" di sedsala 18'ê de li Paragûayê ku wê demê girêdayî welata Îspanyayê ye de derbas dibe û behsa dadgerekî bi navê Don Diego De Zama ku li benda tayîn û terfîyê ye, dike û li ser çîroka wî bi nerîneke rexneyî dîroka mêtinkariyê nîşan dide. Lucrecia Martel wekî fîlmên xwe yên din bi vê fîlmê xwe jî atmosfereke resen û sehekî afirandiye û temaşevanên xwe di serpêhatîya rêwitiyeke li xwezaya rengîn a Amerîkaya Başûr de digere.

Çîroka fîlmê "Zama"yê ji romana wêjekar Antonio di Benedettoyî bo sînemayê lê hatiye kişandin û di navbera çêkerên fîlmê de Pedro Almodóvar û Gael GarcíaBernal jî hene.

Fîlmografiya Lucrecia Martelê: https://m.imdb.com/name/nm0551506/

Nivîs: Rûmet Med

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply