Li Ser Rojnamegeriya Kurdî Du Pirtûkên Girîng û Jêderk.
Pirtûkên "Rojnamegerî û Pîvanên Wê Yên Sereke" û "Ferhenga Çapemeniya Kurdî" ji bo destpêka Nûçegihanî û Rojnamergeriya Kurdî çavkanî û jêderkên girîng in.
"Nûçe çi ye, çawa tê nivîsîn, çawa tê şopandin, qalibên nûçeyê yên bi kurdî kîjane, nûçegîhan kî ye, taybetiyên wî/ê çi ne, hevpeyvîn çawa tê kirin?"
"Ferhenga Çapemeniya Kurdî / Kürtçe Basın Sözlüğü" - Osman Aslanoğlu - Weşanên Nûbihar
---------------------------------------------
Pirtûka "Kadın, Yoksul ve Kürt", lêkolîneke li ser jiyana Jinan û rewş û mercên civakî ye. Lêkolîn, ji aliyê Civaknas û Akademîsyen Nacîye Yildiz re hate amadekirin û xebateke Civakî, Çandî, Zayendî, Aborî, Çînî û Rojane ye...
Naciye Yıldız
Weşanên Notabene
"Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.
Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.
Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.
Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê dê bide nas kirin.
Lewma ku ziman şertê heyînê ya pêşîn e..."
Celadet Elî Bedirxan
Çavkanî: "Rojnamegerî û Pîvanên Wê Yên Sereke" - Nivîskar: Cemîl Oguz
"Nexmê we ji perdeyê derînim
Zînê û Memî ji nû ve vejînim
Derman bikim ez ewan dewa kim
Wan bê mededan ji nû ve rakim..."
"MEMOZÎNA XANÎ" pirtûkeke li ser nivîskarê navdarê Kurd Ehmedê Xanî ye û qala çîroka Mem û Zîn'ê re dike...
Nivîskar: Celadet Alî Bedirxan
Weşanxane: Weşanên Avesta
Rûpel: 117 - 2016
Rehendên û sînorên têgihîjê (têgihan), rêwîtiyeke bêhempa û jidil, di rûyê rastîn û hişê de...
Pirtûka "Derîyên Têgihanê: Bihuşt û Dojeh" ya Nivîskar û Ramangêrê navdar Aldous Huxley, me di sînorên rastînê û derbirinê de, germiya ronahiyê asoyê de digerîne...
"Deriyên Têgihanê: Bihuşt û Dojeh", ji bo fêmkirin û têgihîştina doh, îro û sibeyan û diyalektîka xwezayê û jiyanê; jêderk, xebat û lêkolîneke balkêş û watedar e...
"Algı Kapıları: Cennet ve Cehennem" / Aldous Huxley
Ji Îngîlîzê: Mehmed Fehmî Îmre
İmge Kitabevi
Li Hundir
Haya te jê heye dîwarê kevir?
Deriyê hesin, pencira kor,
Belîfa min, razeka min, zincîra min,
Wêneya xemgîn a ku li zula min
Ku ez rê ya te de diçûm mirinan
Û ji mirinan dihatim
Haya te jê heye?
Dîtevanê min, pîvaza hişîn şandiye,
Cixara min qurnefîl bêhn dide
Bihar hatiye çiyayê welatê min…
Ahmed Arîf
Wergerandin: J. Alpîranî
(”Bazen aynı dili konuşmak yetmez, bir de aynı yerden anlamak gerekir...)
Thomas Stearns Eliot
'Ziman û rengê êşan nabe, hemû janên êşan xwişk û bra ne...' / Rûmet Med
"Wek Huner Sînema", pirtûkekê li ser hunera Sînemayê ye, qala ruhê dil û rastîna "Hunera Heftemîn"ê re dike.. Xebat, li ser hemû cîhanê lêkolînek pir baş e û ji bo lêkolîneran û xwendevanan jêderkekê girîng e...
"Sanat Olarak Sinema"
Rudolf Arnheim
Weşanxane: Weşanên Hil
Amadekar û Nivîsên ku li ser pirtûkan: Rûmet Med
Hiç yorum yok: