Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » Peyv û Hevokên Helbest û Gotinan..


ê/a te qet tune bû. yê/ya min jî kesekî/ê hebû, min hez dikir...

Bertolt Brecht / Wergerandin: Rûmet Med

-----

Pel bi pel mezin dibe hesret
Dil li hêviya bihara çavan e... Rûmet Med

Ronahiya taverojê mîna straneke newindabûyî ye, Newa û peyvên wê hêviya jiyanê ne, Her tim xuya ye, bêdemsal ji nû ve vedibe, Bi rengê roniya rastîn û qencayî ve, Mij û dûkêla tarîtiyê belav dibe... Rûmet Med

Di kîjan zimanê cîhanê de ku dibe bila be,
Ya girîng ev e ku tu çi dibêjî, gotinên dilê te çi ne,
Ya girîng; rastîna peyvên hevokan in.
Peyv û hevokên ên qenc; xwişk û bira ne..
Elfabeya qencayî û xweşikahî mayînde ye... Rûmet Med

Newa û peyvan tê bihîstin..
Rengê van xwezaya jiyanê ye.
Tije hêviya biharekê bêdawî,
Dilê vê çav û hilmên ên rastînê ye
Dibêje; Yek, du, sê, çar...  Rûmet Med

Rewşenbîr (Ronakbîr, Bîrewer) tiştekî cuda ye, entellektûel tiştekî têvel e..
Rewşenbîrî; jîndarî, siriştî ye, dil û ruhê rastînê ye û peyv û newayên wê/wî ronahiya hêviya jiyanê ne... Entellekûelîzm; tiştekî vala û ji xwezaya jiyanê ve dûr û qutbûyî (qetiyayî) ye... Rûmet Med

Hez jî wekî Rêzimanê ji hest, ruh û zanînê we pêk tê.. Di xwezaya jiyanê de, canê Hezê jî "Rêdil" e... Rûmet Med


Çavkaniya Wêneyê: Pirtûka "Rêzimana Kurdî", Rûpel: 167 / Nivîskar û Amadekar: Kamiran Alî Bedirxan

Hay jê bûn hebûn û jiyan e...

Li ser erd û axên cîhanê de tiştên ên herî girîng; dileke zelal, wijdanek rastîn û haj jê bûn e.. "Hay jê bûn" Jîn û Hebûn e.. Vana jî digel raman û hestên ên qencayî û xweş ve pêk tên... Çavkaniya wan hesta hez e, Hez bi xwe jiyan e.. Hez hunereke herî mezin e...  Rûmet Med

'Evîn; Jiyan û Biharê Dila ye...'
"Hevokên ku bi zimanê rastînê re hatine nivîsandin; Bihar û Jiyan e..." Rûmet Med


Çavên te reş û belek
Çavên te çav Lîlîth... Rûmet Med

Wêne: Hector Gonzalez

Di dilê demê û xwezayê de
Peyvên nû rengê biharê tînin... Rûmet Med

Ziman ji peyvan ve pêk tê, wext jî ji demsalan ve. Hez û raman ji hestan ve mezin dibin. Mîna robareke zelal û dirêj diherike rûyê rastîna hezê, dibe çavkanî, dibe jiyan û dibe taveroj... Rûmet Med

Dinivîsin tev diavêjin,
Û daraz didin û pê xwe winda dikin,
Devên xwe xwar û xwe hin bilind dikin
Wekî ku di cîhanê de tenê ewne hene,
Wekî ku ji bilî wan çi kes çi tişt nizanin,
Wekî ku hemû zanîn û agahiyan bi tenê wan dizanin...
Li gorî wan hemû peyvan û newayan jî wan afirandin e,
Ewne jî nizanin ku çi dibêjin û çi dikin,
Xwe winda dikin û dinivîsin tev diavêjin
Her mijarê dizanin, wan tenê xwe dixapînin,
Di dilên wan de xweşbînî û qencayî tunin,
Wan nakokî û bipêşdarazan pêk tînin...
Derew û çewtiyên dor bi dor dikin...
Bi xwe dibêjin em "entellektuel" in...
Lê ew/ev hevokên ku ji dûr in rastîna gelê, jiyanê û xwezayê, vala ne û derew in û tev bêwate ne...
Lê rûyê rastînê hertim,
Rengê roniya hebûna xwe derbirin û xuya dike... / Rûmet Med

Hin caran bi tenê peyvekê ye biharê Hin caran dilopeke baranê ye rengê biharê Qor bi qor mezin dibe xuyabûna biharê Bi têgihîştinê, bi hezkirinê, bi dildayînê; jiyan e dem û demsalan... / Rûmet Med

Bêrîya bîranînan dikim, bîrawer e rengê dilê û dengan.. Ev salên çaxê ew qas xedar û xembar in... Piştî serma zivistanê bihareke nû tê... Bila hêviya dilê winda nebe... / Rûmet Med

"Mirin jî dimire rojekê, Di siya demê de vedibe taverojan, A ku mezin dike jiyanê hêviya ronahî ye, Şewat û sermên tariyê tev belav dibe, Di dilê taverojan de, Hilma rengê biharê şîn tê..." Rûmet Med

Hin caran axaftina heman zimanî têrî nake, yek jî divê mirov ji heman cihê re fêm bike...

(”Bazen aynı dili konuşmak yetmez, bir de aynı yerden anlamak gerekir...)

Thomas Stearns Eliot Ziman û rengê êşan nabe, hemû janên êşan xwişk û bra ne... Rûmet Med
Pevçûna lotkevanê ye, di rengê şeva xwe de, û her dualî yên lotkeyê jî tarîtî... Tarîtiyeke nikare bi tarîtiyeke din ve bibe ronî.... / Rûmet Med
 "Baran dibare, li kolanên bajêr...
Bêdengî û ketina dilopan lihev diqelibin
Wezîna bayê û şilî di paceyê de,
Xemgîn in peyv û newayan niha
Diêşînin ax, dem, û demsal bihar e...

Wekî berşeyê şil dibe, dem û siya wî...
Weke helbestekê nexwîne van hevokan
Sîtava hezê ne; hêvî, êş û şînbûn...
Ji nava dilê dide der jiyan û jêderkan..." / Rûmet Med

Peyv û newayên nû ne û di dilê rastînê de bêdemsal vedibe û şîn tê rûyê taveroja biharê... Rûmet Med

Bihareke bêdawî şîn tê... Bihareke tijî hilm û rengên jiyanê... Bihareke ji sibehên cejnên bihuştê, deng bi deng di dilê hêviyê de, dibe ronahiya taverojê bêdemsal vedibe... Rûmet Med

Wekî rûyê Biharê vedibe rengê çavan
Dilê sibeyeke herî aram, zelal û jidil e,
Bêhna hinareke sor û hilma ronahiyê tîne
Qor bi qor mezin dibin Cejnên Bihuştê... Rûmet Med

Bi rastî jî min ji bilî çavên te bihuşteke nedît, di bihara rengê awirên te de windabûm û xwe ji nû ve dîtim, û bêdemsal cejnên bêdawî mezinkirin... Rûmet Med

Zimanê rastînê; wijdan, qencî û xweşikahî ne... Peyv û hevokên ku bi reng û dengên dilê rastînê ve diaxivin yek in, û bihar û cejnên bihuşta jiyanê ne... Rûmet Med

Hêvî, hezkirin û li bendê bûn e,
Hêvî, jiyan û çavkanî û rengê biharê ye..
Hêvî, wekî germ û roniya rojê mezin dibe...
Mirov nikare bêhevî bijî.... Rûmet Med

Neynika mirinê ye ku di tarîya şevê da dixuye
Sirî dibe û dişewite û diqire dilê xwezayê
Her tişt westiyayî û li ber windabûyînê ne
Bêdengîya demê, sîyên nediyar diafirîne... Rûmet Med

Dengek tê û her ku diçe nêzî dibe
A ku diaxive êdî, çavên helbestê ye
Peyv û newayên rastîn têtin bihîstin
Û dibêje, rengê bihara hêvîyê nemir e... Rûmet Med 

Peyv û newayên ku bi elfebeya qencî û rastînê ve hatine nivîsîn dimînin... Di sar û tarîya şevên dirêj de, a ku rengê biharê tîne, tenê dilê rastînê ye û wê dibe helbesteke jidil û germ, dibe straneke hêvîdar, bêdemsal şîn tê... Rûmet Med

Baweriya xwe tenê bi rastînê û hezkirinê tînim.. Wekî taverojê ye roniya hêviyê.. Peyvên nû û ronak vedibin dor bi dor..
A ku şînbûna biharê tîne rengê heza rastîn e... Rûmet Med

Got derbas dibe û tu rojek ji bîr bikî.. Ne êşa min baş bû, û ne jî min rengê çavên wê ji bîr kir... Rûmet Med

Baweriya xwe tenê bi hezkirinê tînim..
Rastîn ji hezê derkeve û hez jî rastîna herî mezin û watedar e..
Wekî helbesta xweştirîn a jiyanê ye,
Bi hezkirinê vedibe û şîn tê rengê biharê... Rûmet Med 

Peyvên nipnû, rojên germ û ronî tînin..
Newayên herî jidil hertim dimînin..
Helbest, wekî xweza, pir û neynikekê ye..
Ji dilê rastînê şîn tê reng û bêhna biharê... Rûmet Med

Di mij û serma tariyê de;

Hevokên nû tên nivîsandin,

Ruyê taverojê her roj hiltê, 

Newayên wekî ronahî vedibin,

Qor bi qor şîn tê xwezaya jiyanê

Lê rengê çavên wê, cejn û biharên biheştê ne... Rûmet Med

Entellektuelî dilîst, dengekî nejidil û xapînok.. 

Di herikîna demê de û li nabosê, bêyî bêhn û hilma jiyanê,

Bi rûpoşên cuda û peyvên xelet, her ku diçe ji nû ve xwe dixapand..

Û li aliyekî, di rengê dîrok û sibehê de, 

Ji bo evîn û hezê hertim hevokên mezin geş û şîn dibin.. Rûmet Med

| Bêhna sînemayê tê ji te, 

Ez biheşta çavên te hez dikim

Bihar bi bihar vedibe rastîna jîyanê

Û rengên hunera heftemînê şîn tê.. | Rûmet Med #Helbest

Di çavên wê de rengê biharê hebû,

Newa bi newa, peyv bi peyv vebû,

Wekî spî û keskesorên* nipnû şînbû

Çavên wê biharên biheştekê bêdawî bû.. #RûmetMed

*Heftreng/BûkaBaranê

....

Ji hevokên hişk û vala,

Ji ramanên klasîk û bêreng

Û ji lez û bêruhiya çaxê

dûr e rengê biharê.. 

Dil, li pey sînema, zanist, çand-huner û hest, fikr û ramanên xweş ên jiyanê ye û ji ber ku li jiyanê; bi tenê peyv, newa û dîmenên rastînê, wicdanê, xweşikahîyê û qenciyê dimînin..

Rûmet Med / (21.08.2021)

Demeke dirêj e li benda hevokekê me.. Hevokeke şibî rengên bihareke şipşîn û wekî avên robarekî herîkbar a zelal.. Çend helbest û pirtûk, û çend newa û fîlm derbas derbas bûn, nayê bîra min di neynika demê de.. Demeke dirêj e li benda deng û rengên biharên biheşteke bêdawî me.. / Rûmet Med

Tüm kör inançlar, içi boş ve ruhu körelten ritüeller, gerçeğin önünde renksiz perde olan algılar ve yapaylıklar, putlar ve hoşgörüsüzlük yayan karanlıklar ortadan kalkınca yeryüzü o zaman gerçekten Cennete dönüşecektir.. Rûmet Med / (20.06.2022)

Ji peyvên dilnizm gelek hez dikim.. Peyvên ko berfirehî û kûrahîya ferhengekê tînin.. Her tîpên wan biharekê diafirînin.. Peyvên sirûştî, rastîn, mezin û jêderk; wekî rengên neynikeke zelal.. Nipnû û ronî, spî, nemir û jîngirîngî.. Peyvên ko hilmên wan biheşt e.. #rûmetmed (23.02.2023)

Hevokên ku xwe dubare dikin,

tevlihevîya têgehan diafirînin, 

gotegotên bêreng û bêruh tînin,

Û peyvên wan avê şêlî dikin;

her tim di herikîna xwezayê de winda dibin û diçin.. (15.09.2023)

Yalan ve söylentilerin olmadığı, karanlığının son bulup iyiliğin ve gerçeğin sözcüklerinin yeşerdiği bir dünyaya inanıyorum. Algı kapılarının olmadığı bir dünya gerçek bir Cennetin rengine dönüşecektir. O zaman tüm önyargılar yeryüzünden silinecek empati çağı başlayacaktır. (23.10.2023)

Hin mirov hene di dilên wan de rengê biharên Bihuştê şîn tên û hin mirov jî hene ruhên wan tarî ne. Mirov hemûyan û rûpoşên wan dibîne. (6.11.2023)

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply