Bu Blogda Ara

Slider

Tema resimleri sndr tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Cinema

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

77emîn Xelatên Emmyê bi merasimek hatin dayîn

 

77emîn Xelatên Emmyê li Şanoya Peacockê ya Los Angelesê bi merasimek hatin dayîn.  

Nûçe: Rûmet Med

Lîsteya hemû xelatên 77emîn Xelatên Emmyê:

Beşa Drama 

Rêzefîlmê Herî Serketî: The Pitt  

Lîstikvana Herî Serketî: Britt Lower (Severance)  

Lîstikvanê Herî Serketî: Noah Wyle (The Pitt)  

Lîstikvana Alîkar a Herî Serketî: Katherine LaNasa (The Pitt)  

Lîstikvanê Alîkar ê Herî Serketî: Tramell Tillman (Severance)  

Derhênerê Herî Serketî: Slow Horses Hello Goodbye (Adam Randall)  

Senaryoya Herî Serketî: Andor Welcome to the Rebellion (Dan Gilroy)  

Beşa Komedî:  

Rêzefîlmê Herî Serketî: The Studio  

Lîstikvana Herî Serketî: Jean Smart (Hacks)  

Lîstikvanê Herî Serketî: Seth Rogen (The Studio)  

Lîstikvana Alîkar a Herî Serketî: Hannah Einbinder (Hacks)  

Lîstikvanê Alîkar ê Herî Serketî: Jeff Hiller (Somebody Somewhere)  

Derhênerê Herî Serketî: The Studio “The Oner” (Seth Rogen & Evan Goldberg)  

Senaryoya Herî Serketî: The Studio “The Promotion” (Seth Rogen, Evan Goldberg, Peter Huyck, Alex Gregory, Frida Perez)  

Kurterêzefîlm / Fîlmê TVyê 

Kurterêzefîlmê Herî Serketî: Adolescence  

Lîstikvana Herî Serketî: Cristin Milioti (The Penguin)  

Lîstikvanê Herî Serketî: Stephen Graham (Adolescence)  

Lîstikvana Alîkar a Herî Serketî: Erin Doherty (Adolescence)  

Lîstikvanê Alîkar ê Herî Serketî: Owen Cooper (Adolescence)  

Derhênerê Herî Serketî: Adolescence (Philip Barantini)  

Senaryoya Herî Serketî: Adolescence (Jack Thorne & Stephen Graham)  

VARIETY / REALITY 

Pêşbirka Herî Serketî: The Traitors  

Talk Showa Herî Serketî: The Late Show with Stephen Colbert  

Varietya Herî Serketî: (BiSenaryo): Last Week Tonight with John Oliver  

Varietya Herî Serketî-Taybet (Zindî): SNL50: The Anniversary Special   

#Emyy #EmmyAwards


Hewleke Li Dijî Bêdadî, Tirs Û Nezanîyê: Don Kîşot


 Nivîs: Rûmet Med (Onur Kaya)

Don Kîşot bi serpêhatîyên xwe ve li seranserê cîhanê gelek hate naskirin û îro jî gelek navdar e. Yek ji romanên herî balkêş û girîng a wêjeyê Don Kîşot weke romana yekem a nûjen tê qebûlkirin. Bi metaforên xwe qala hin tiştan dike, mirovan dide fikirandin û dide kenandin ku dibe neynikeke di herikîna demê de.

Romana wêjekarê navdar Miguel de Cervantes Saavedrayî ya “Don Kîşot”, bi zimanê resen Spanî: “Don Quijote de la Mancha”, ji du beşan pêk tê ku yek ji berhemên damezirîner a wêjeya nûjen a Rojavayê (Ewropa) tê qebûlkirin. Cilda yekem a berhemê di sala 1605ê de û cilda duyem jî di sala 1615ê de hatine weşandin ku berhema navdar ji salên weşanê heta niha bandoreke mezin li ser wêjeya cîhanê kiriye û li seranserê dinyayê Kurdî jî têde ji bo ji zêdetirî 80 zimanan hate wergerandin, weke fîlmên sînemayê hate kişandin û bû lîstikên şanoyê. Don Kîşot, di sala 2007ê de bi wergera Serdar Roşanî (Du cild) ji Weşanên Dozê û di sala 2023yê de bi wergera M. Reşît Aktayî ji Weşanên Aramê bi Kurdîya Kurmancî hate weşandin.


Di romanê de, Alonso Quixano malmezinekî ji herêma Manchalî ye, xwînerekî baş e û di jiyana xwe de gelek roman xwendine. Bi taybetî jî ji ber tesîra romanên romantîk ên qala jiyanên şovalyeyan dike, bi demê re xwe weke şovalyeyek dibîne û wisa hîs dike. Dixwaze di nava civaka şovalyetîyê de bijî û ji bo vê xiyala xwe tevdigere. Lê xiyal û rastî êdî ne nêzîkî hev in, lê dema şovalyetîyê derbas bûye, ango civakeke wisa tune. Alonso Quixano di rastîya xwe de dîn e û hişê wî ne li cih e, wek şovalyeyekî tevdigere û henekên xwe bi pergalê dike.



Alonso Quixano di xiyalên xwe de cîhaneke nû afirandiye, li ser hespek bêhêz û lawaz diçe, li ser wî taseke kevn heye, di destê wî de çoveke dirêj, bi zirxek jengar girt, bi navê xwe yê nû Don Kîşot re derdikeve rê. Çîroka romanê di şatoyeke xeyalî de diqewime, lê şûna şatoyê xanîyek kevn heye, navê hespa wî ya xeyalî “Rossînante” ye. Piştî demekê ligel hevalê xwe Sancho Pancho re, her du “şovalye” jî li dijî tarîtîya xirabîyê dimeşin û dikevin qada şerê. Bi ser aşên bayî de diçin, di xiyalên wan de cengeke dijwar diqewime. Rastî nasên xwe û keşeyê dêrê tên, ligel wî diçin mala wî, hinek aram dibin.


Lê belê piştî demeke kin Don Kîşot û hevalê wî, di heman demê de alîkarî wî Sancho Pancho ji nû ve dikevin rê, ji ber ku divê ji bo wan serpêhatî hebe. Hemû kes hay ji çîrokên wan dibin, hin dewlemenên wê demê ji bo wan lîstikek amade dikin. Don Kîşot û Sancho Pancho gazî dikin û tînin şatoya xwe, weke şovalyeyan qîmet û hurmet didin wan. Sancho Pancho dikin parêzgerê giravekê (di rastîyê de ev der cotgeh e), piştî demekê Sancho Pancho têdigihêje ku ew nikare cotgehê bi rêve bibe û dest ji peywira xwe ber dide. Don Kîşot jî dikeve duelloyekê û têk diçe. Her du heval jî bi mecbûrî vedigerin gundên xwe. Piştî demeke kin Don Kîşot nexweş dikeve, lê êdî dîn nîn e, hişê wî li serê wî ye. Keşe diçe li mala wî û ji bo ku wî ji gunehên wî azad bike. Piştî vê yekê jî Don Kîşot diçe ser dilovanîya xwe.


Don Kîşot li gorî lêkolîna Xelata Nobelê ya Norwêcê romana herî hezkirî ya wêjeya nûjen e. Don Kîşot bi vegotineke alegorîk-metaforîk li dijî sitemkarî, neheqî, newekhevî, tarîtî, bêdadî, tirs û nezanîyê têdikoşe. Karakterê Don Kîşot bû sembolekî, sembolê qencî û ronahîyê, di dîroka wêjeyê de dê her tim rêya xwînerên wêjeyê ronî bike.


Ji bo fîlm û rêzefîlmên ji berhema Don Kîşotî hatine kişandinhttps://m.imdb.com/find/?q=DonQuixote

 

Çavkanî:

https://ku.wikipedia.org/wiki/Don_Kîşot

https://tr.wikipedia.org/wiki/Don_Kişot

https://en.wikipedia.org/wiki/Don_Quixote


*Ev nivîs cara yekem di hejmara 8emîn a e-kovara "The Raising of Kurds"ê hate weşandin.

Dengê Qencî Û Rastînê Û Rengê Şînbûna Biharê: Robîn Hood

Nivîs: Rûmet Med (Onur Kaya)

Karakterê navdar Robîn Hood, di çîrokên gelê Îngilîz û wêjeya dinyayê de ciyekî girîng digire ku bi texmînî di nava sedsalên 12-13-14an de derketîye holê/hatiye dîtin. Heta niha li ser çîroka jiyana Robîn Hoodî gelek pirtûkan hatine nivîsandin, serpêhatîyên wî bûne wêneçîrok û helbest û li seranserê cîhanê bi Kurdî jî têde bi dehan zimanan hatine wergerandin. Çîroka jiyana wî weke fîlmên sînema, rêzefîlm û xêzefîlman hatiye kişandin, li gelek herêmên cîhanê weke lîstikên şanoyê hatiye lîstin û bûye mijara lêkolînên akademîyê.

Çîroka Robîn Hoodî di wêjeyên zarok û ciwanan de jî cihekî girîng digire. Pirtûkên herî navdar û belavbûyî yên ku di derbarê çîroka jiyana Robîn Hoodî de ji aliyê du wêjekarên navdar Howard Pyle û Richard Brassey ve hatine nivîsandin. Hatibû ragihandin ku nivîskar-wergêr Idrîs Hiso, pirtûka Richard Brasseyî ya “Robîn Hood”ê bi navê “Robên Hûd”* ji Îngilîzî wergerand ji bo Kurdîya Kurmancî, û wergêr Sorgul Keskîn, pirtûka Howard Pyleyî ya bi navê “Robîn Hood” (Weşanên Aram, 2021) ji Îngilîzî wergerand ji bo Kurdîya Kurmancî.



Li gorî çîroka Howard Pyleyî ya “Robîn Hood”ê, Robîn Hoodî ligel gelek hevalên xwe li daristana Sherwoodê ku girêdayî Nottinghamsireyê dijîyan û wî tîravêjekî baş bû, her tim ji alî/li cem xizanan û rêncberan bûye, alîkarîya bindestan dikir û li dijî serwerên wî çaxê derketiye û di heman demê de jî romantîkekî jidil bû.



Serpêhatîyên Robîn Hoodî di dîroka hunera heftemîn de heta niha gelek caran weke fîlmên sînemayê hatin kişandin. Fîlmên “The Adventures of Robin Hood” (1938), “Robin Hood: Men in Tights” (1993), “Robin Hood: Prince of Thieves” û “Robin Hood” (2010) bi awayekî biserketî çîroka Robîn Hoodî didin der.


Çîroka Robîn Hoodî li hemû erdnîgarîyên cîhanê gelek hate hezkirin û çîroka wî ziman bi ziman belav bû. Di rastiyê de Robîn Hood kî bû? jiyana wî çawa derbas bû? û ew çawa dijîya? Di vê mijarê de heta niha gelek tişt hatin gotin. Dibe ku efsane be û belkî jî rast e, lê ruhê çîroka Robîn Hoodî bû sembola qencî, dadwerî, wicdanê û mirovahîyê, bi hezkirin û hêvîya dilê xwe bû dengê rastînê û rengê şînbûna biharê.


Çavkanî:

https://en.wikipedia.org/wiki/Robin_Hood

https://rumetmed.blogspot.com/2019/01/dile-robin-hood-u-jiyana-wi.html

https://www.imdb.com


*Ev nivîs cara yekem di hejmara 6emîn (Pûşper) a kovara "The Raising of Kurd"ê de hate weşandin.

Nivîseke Li Ser Peresana Zimanan, Mijarên Ragihandin û Diyalektîkê


 Nivîs: Rûmet Med

Ziman, amûra danûstandin û ragihandinê ye ku di pêvajoyeke dipdirêj a herikîna dîrokê de derketiye holê. Him ji aliyê mirovan ve û him jî ji aliyê hin ajalan ve tê bikaranîn û ji dengan pêk hatiye. Bi danûstandin û ragihandina bêgotin û bi jest û mîmîkan ve jî mirovan peyamên xwe digihînin hev. Ziman, di heman demê de ji hêla bîr û hişê takekesî û civakî ve jîngirîngî ye; fikr, hest û ramanên mirovan li gorî rewşa civakî teşe digirin, dîsa mirovan bi awayên cuda bandorê li civakan dikin, li gor mercên jiyanê geşedan û pêşveçûna xwe didomînin.

Ziman û peyvan jî wekî her tişt di nav guherîneke domdar de ne, weke encama xwezaya jiyanê diguherin û vediguherin, û li gorî şert û mercan teşe digirin. Li ser cîhanê ti tiştî wekî berê namîne û encama diyalektîkê ye ku her tişt bi demê re, wekî peleke payîzê an jî wekî pitikeke/î nû hatiye dinyayê, diguhere û vediguhere, xwe nû dike, şiklekê nû digire û geşedana xwe didomîne.


Li cîhanê ji ber diyalektîka xwezayê û dîrokê ti ziman homojen nîne û hemû zimanên cîhanê di demeke dûvûdirêj de pêk hatine û bandorê li hev kirine (hevbandorîya peyv, hevok û şêweya axaftinê v.s) û guhêrbar in. Wekî her tiştî ziman jî li gorî pêdivîyên mirovan ji aliyê mirovan bi xwe ve hatine afirandin (sêwirî) û ji ber/li gorî şert û mercên civakan teşe girtine. Bi mînakeke ku di pirtûka zanyar û nivîskar Yuval Nûh Hararî ya bi navê “Sapiens: A Brief History of Humankind” (Sapiens: Kurtedîroka Mirovahîyê) de cî digire, ‘Li gorî teorîyekê zimanê me (zimanan) weke amûra gotegotan perisîye.’ (r: 36)



Peresana mirov, ajal, riwek, jiyan, cîhan, feza û gerdûnê bi milyaran salan e berdewam dikin. Li gorî fikra zimannas Noam Chomskyî hebûna zimanê, 100 hezar sal berê ji bi tenê mûtasyonekê derketiye holê*. Hin çavkanî jî dibêjin berîya 100 hezar salan jî li seranserê erdnîgarîya dinyayê ziman hebû. Li gorî lêkolîn û agahîyên dîrokî, nêzîkî 10 hezar salan e hêdî hêdî zimanên nûjen pêk hatine û derketine holê. Her roj bi lêkolînên nû û resen ve agahîyên me diguherin. Li hemû parzemînên cîhanê ji zêdetirî 7 hezar ziman têne axaftin (142 komên zimanan hene)**, heta niha gelek ziman ji ber şert û mercên dinyayê windabûne an jî li ber windabûnê ne.



Hemû zimanên cihanê, ji malbatên zimanan ji hev cihê bûne û bi demê re weke zimanekî nû derketine holê û gelek zaravayên zimanan jî bi demê re bûne zimanekî serbixwe. Zimanê me “Kurdî”, yek ji zimanên qedîm ên malbata zimanên Hind-Ewropyayê (Aryan) û ên cîhanê ye û di navbera zimanên Arî yên Hindî de cî digire. Malbata Zimanên Aryan du beşa bingehîn; Ewropa û Asyayê; ji sedan ziman û zaravayan pêk tê. Ev du beşa bingehîn jî di nav xwe de ji 4 komên zimanan; Zimanên Hînd û Ewropayê, Zimanên Latîn, Zimanên Germen û Zimanên Silav ve pêk hatiye. Zimanên Hînd û Ewropayê jî di nav xwe de weke du beşên bi navê “Zimanên Hindî” û “Zimanên Îranî” tê binavkirin. Ji ber vê sedemê di zimanên ku heman malbatê cî digirin de gelek peyv û lêker wek hev in an jî nêzî hev in.***


Li gorî zanîn û diyalektîkê; hemû zimanên cîhanê di herikîna jiyanê de ji hev pêk hatine û bandorê li hev ketine. Nivîskar John Berger di pirtûka xwe ya “Şêweyên Dîtinê” de dibêje, ‘Dîtin beriya gotinê tê.’ (r: 9)**** Ango dîtin û bihîstin her tiştî diafirîne û teşe dide wan, û ev kurtegotin; mirovnasî, diyalektîk, xweza, jiyan, dîrok û rastînê di nav xwe de dihewîne. Fikr, hest û ramanên mirovan li gorî şert û mercên serdema jiyanê teşe digirin. Hiş û bîrên mirovan di herikîna jîyanê de derdikevin holê, bi bandora gelek tiştan, bi demê re diguherin û cuda dibin. Lewma; fikr, hest û ramanên wan wekî berê namînin û bi demê re diguherin û nû dibin û bi awayên cuda geşedanên xwe didomînin.


Divê mirov rewşa mirovan û jîyanê li gorî şert û mercên dem û atmosfera serdemên wan binirxîne. Kesên ku diyalektîkê nizanibin nikarin ji ruhê herikîna jiyanê fam bikin, mixabin bawerîya xwe her bi gotegotan tînin û dikevin nava xeletî û şaşîyan.


Di serdema nûjen de jî ji ber bandorên amûrên medyaya sosyalê, ragihandina mirovan him xwedî derfetên erênî ne, him jî mirovan bi hin neyînîyan rû bi rû dimînin. Derhênerê nemir Jean-Luc Godard di derbarê ragihandin û bandorên çapemenîyê yên li ser mirov û zimanan de wiha dibêje, “Êdî ragihan tune. Bi tenê amûrên ragihanê hene.”*****


Çavkanî: 

https://ku.wikipedia.org/wiki/Zimanên_hind_û_ewropî

https://sinemayaserbixwe.com/zanyare-navdar-yuval-nuh-harari-u-car-berhemen-wi/

Hayvanlardan Tanrılara: Sapiens – İnsan Türünün Kısa Bir Tarihi  / Yuval Noah Harari (Kolektif Kitap). Werger. Ertuğrul Genç

Homo Sapiens & Sürüden Devlete Milyon Yıllık Serüven – Silvana Condemi, François Savatier (Say Yayınları). Werger: Fatmagül Ezici

https://sinemayaserbixwe.com/hin-peyven-kurdi-u-ingilizi-yen-ku-nezi-hev-in/

*https://bianet.org/bianet/kultur/83070-dillerin-kisa-tarihcesi-ve-gunumuzdeki-durumu

**https://tr.wikipedia.org/wiki/Dil_ailesi

***https://rumetmed.blogspot.com/2022/09/kurteniviseke-li-ser-zimane.html

**** Şêweyên Dîtinê – John Berger. (Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn). Werger: Kawa Nemir

***** https://x.com/Sinemaserbixwe/status/1665264330688831490


*Ev nivîs cara yekem di hejmara 4emîn a e-kovara "The Raising of Kurds"ê de hate weşandin.




Yek Ji Derhênerên Herî Serketî yê Sînemaya Kurdî: Şewket Emîn Korkî


Nivîs: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya) 

 Sînema, bi navê din "Hunera Heftemîn" karê afirandina atmosferê ye, li gorî hunerên din ên bingehîn hêj hunereke ciwan e, ku ji zêdetirî 125 salan e bi nêrîna amûra kamerayê qala çîrokên curbicur dike. Heta niha li seranserê cîhanê bi deh hezaran fîlmên sînemayê (kurtefîlm, metrajdirêj, nîvmetraj) hatine kêşandin û her sal bi hezaran fîlmên nû, bi şêwazên cuda ve têne kêşandin. Di warê sînemayê de gelek sînemagerên hoste û nemir bi çîrok, mijar, vegotin, atmosfer, teknîkên fîlmên xwe bandorê li dîroka hunera heftemîn kirine, yek ji van derhêneran jî sînemagerê navdar kurd Şewket Emîn Korkî ye.


Derhêner, senarîstê hoste û xelatgir ê kurd Şewket Emîn Korkî (Shawkat Amin Korkî) yek ji derhênerên baştirîn ê Sînemaya Kurdî ye, ku fîlmên xwe yên resen û serbixwe bi her du zaravayên Kurmancî û Soranî yên Kurdî kêşandine, li dinyayê herî zêde bi fîlmên xwe yên wekî; “Bîranînên Li Ser Kevirî” û “Kick Off”ê ve tê naskirin. Derhêner Korkî di fîlmên xwe de bi giştî li ser mijarên neteweyî, newekhevîya zayendî, zayenda civakî û çînî disekine, rewş û sosyolojîya civakê û derûnnasîya (psîkolojî) mirovan tîne li ser perdeya spî, di fîlmên xwe yên herîkbar û derasayî de qala çîrokên bindest, xizan û kedkarên gelê xwe dike.


Sînemager Şewket Emîn Korkî, di sala 1973yê de li bajarê Zaxoyê yê Kurdistana Iraqê ji dayik bûye û bi malbata xwe welat terikandine. Di zarokatîya Korkî de eleqeya wî bi şanoyê dest pê kiriye û çi pirtûkên li ser sînemayê hatine nivîsîn bikevin berdestê wî xwendine. Derhêner, di 1997ê de bi yekem kurtefîlmê xwe yê bi navê “Balonên Firî” (Balloons fly) re dest bi kêşana fîlman kiriye û piştî salekê jî kurtefîlmê xwe yê “Daricheh” (Trap Door, 1998) qedandine. Beşdarî li hin xebatên atolyeyê û semîneran bûye, piştî 24 salan ango di sala 1999ê de ji sirgûnê vedigere li welêt û ji bo Kurdistan TVyê hin fîlman dikîşine.



Di salên 2000an de, kurtefîlmên xwe yên din ên “Dema Baran Bêt” (When it Rains, 2000), “Bazgeh” (Passage, 2002), “Gef” (Threat, 2003) kêşandine, di sala 2006ê de bi yekem fîlmê metrajdirêj ê xwe yê bi navê “Parinawa la ghobar” (Crossing the Dust) re derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê û bi vî fîlmê xwe ji bernameyên gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî xelat digire. Korkî, him derhêner û senarîstîya vî fîlmê dike him jî di fîlmê de weke çêker cî digire. 1emîn Festîvala Kurtefîlman a Hewlêrê di sala 2002yê de bi alîkariya wî tê li darxistin.


Fîlmê metrajdirêj ê Korkî yê “Kick Of Kirkuk”ê di sala 2009ê de dikeve vîzyonê, fîlm qala jiyan û hewlên Kurdên ku piştî şerê malên wan hilweşiyane û li stadyûma Kurdistana Iraqê jiyanên xwe didomînin dike. “Kick Of Kirkuk", bi piştgirîya fona Festîvala Fîlman a Tokyoyê hate kêşandin ku li ser trajedîya Kurdan disekine. Fîlm, li çarçoveya bernameya gelek festîvalên fîlman derket li pêşberî temaşevanan û ji gelek festîvalên fîlman xelat girtine.



“Bîranînên Li Ser Kevirî” (Memories On Stone) ku sêyemîn fîlmê merajdirêj ê derhêner Şewket Emîn Korkîyî ye, ku di sala 2014ê de derdikeve li vîzyonê û bandoreke mezin li sînemahezan dike. Fîlm, bi afîşa fîlmê derhênerê mezin ê kurd Yilmaz Guneyî yê “Rê/Yol” (1982) re dest pê dike û di herikîna fîlmê de em çîroka du hevalên zarokatî dibînin ku dixwazin, piştî ketina Sedam Huseynî, fîlmekî di derbarê Komkujîya Enfalê de bikişînin. Piştî sala 2003yê Kurdên Başûrê, li Iraqê xwedî mafên xwe yên makeqanûnî dibin û di vê pevajoyê de du hevalên zarokatî yên Hisên û Alan ji bo projeya fîlmekî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê fonek digirin, li ser fîlmê xwe dixebitin û dest bi hilbijartina lîstikvanan dikin. Fîlmekî di nava fîlmekî de ye ku şert û mercên civakî, û zehmetiyên pêvajoya kêşana fîlman nîşan dide, derhêner li ser diyardeya sînorê, mijarên newekhevîya zayendê û xizanîyê disekine. Di fîlmê “Bîranînên Li Ser Kevirî” de lîstikvanên navdar ên kurd ên wekî Hisên Hasan, Shima Molaeî, Nazmî Kirik, Sûat Ûsta, Alan Rianî jî lîstine, ku bi estetîka belgefîlmê û bi awayekî rastîbîna civakî hatibû kişandin. Fîlm, ji Iraqê ji bo xelata Fîlmê Herî Serketî ya Navneteweyî ya 88’emîn Xelatên Akademiyê (Oscar) weke berendam hatiye hilbijartin û Festîvalên Fîlman ên Abû Dhabî, Duhok, Stenbol, Antalya, Cines del Sur Granada, Cinedays Ûskûp û Xelatên Asya-Pasîfîk ên Ekranê jî tê de, li gelek festîvalên fîlman hate nîşandayîn û xelat girtin.



Derhêner, lîstikvan, senarîst û wêjekarê navdar ê kurd Yilmaz Guney bandoreke mezin li ser Sînemaya Kurdî û sînemaya cîhanê kir. Şewket Emîn Korkî di meha Berfanbara 2021ê de beşdarî li bernameya Taveheyvê ya Televîzyona Waarê bûbû û derbarê derhênerê nemir Yilmaz Guneyî de fikr û ramanên xwe anibû zimên û gotibû; “Tesîra wî bêşik ser me hemîyan heye û Sînemaya Kurdî bi Yilmaz Guney re dest pê kir bo me hemîyan.”*


Sînemagerê hoste Şewket Emîn Korkî, herî dawî fîlmê xwe yê “Ezmûn” (The Exam, 2021) kêşand, fîlm çîroka jiyana xwendekara ciwan a bi navê Rojînê tîne li ser perdeya sînemayê, ku ji bo ezmûna zanîngehê dixebite û bi gotina bavê wê, ger wê di ezmûnê de biserkeve ew ê bibe azad, ger bisernekeve ew ê bizewice. Mijara fîlmê; rewş û mercên jin û keçan nîşan dide, rengê serwerîya mêran, newekhevîya zayendê û rewşa civakê radixe ber çavan.

 

“Ezmûn” heta niha ji Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî yên Karlovy Vary, Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê, Mons, Stenbol, Qahîre, Santa Barbara, Victoriayê, Tiranayê jî tê de, li gelek festîvalên fîlman derket li pêşberî temaşevanan û di gelek beşan de xelat girtin. Fîlmê “Ezmûn” di sala 2022yê de ji Iraqê ji bo 95emîn Xelatên Oscarê (Akademî) weke berendam hate nîşandayîn.** Di sala 2020ê de hatibû ragihandin ku Weşanên Avestayê senaryoyên hemû filmên Korkîyî weke pirtûk, bi Kurdîya kurmancî amade dikin.***

 

Çavkanî: 


“Kürt Sineması” (Sînemaya Kurdî), Mizgîn Mujde Arslan. Weşanên Agora (Çapa duyemîn, 2017), Rûpel: Xİİ

“Devletsiz Bir Ulusun Sineması” (Sînemaya Neteweyekî Bêdewlet), Soner Sert. Weşanên Dipnot (2019), Rûpel: 152

*https://www.youtube.com/watch?v=tJA6c-x_gEs

**https://sinemayaserbixwe.com/filme-sewket-emin-korki-ye-ezmun-ji-bo-xelaten-oscare-weke-berendam-hate-nisandan/

***https://sinemayaserbixwe.com/senaryoyen-hemu-filmen-sewket-emin-korkiyi-dibin-pirtuk/

https://sinemayaserbixwe.com/derhenere-filmen-resen-u-serbixwe-sewket-emin-korki/
https://iffr.com/en/persons/shawkat-amin-korki

http://www.tiburonfilmfestival.com/contactInfo?contact_id=15368

https://www.kviff.com/en/programme/film/29/7444-kick-off

https://www.trigon-film.org/en/directors/Shawkat_Amin_Korki

https://tr.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eevket_Emin_Korki

https://www.imdb.com/name/nm2704726/


*Ev nivîs cara yekem di hejmara 15emîn a kovara Sosyalîst Mezopotamya'yê (Pûşpera sala 2024ê) hat weşandin. 

Yek ji Nûnerên Herî Serketî yê Sînemaya Helbestkî: Béla Tarr


“Rê mirov diguherîne.” Ji fîlmê “Sátántangó”

Nivîs: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)

Herikîna jiyanê rêwîtiyekê ye ku ji çîrokên curbicur û resen ve pêk tê. Di vê rêwîtiya xwezayê û dîrokê
de çîrokên mezin û nejibîrkirî bi awayên cuda xwe didin der. Di hunera sînemayê de jî derhênerên
mezin bi kamerayên xwe nerîn û vegotinên bihêz, nîpnû û kûr ava kirine. Yek ji van jî derhênerê hoste
Béla Tarr e ku yek ji nûnerên herî girîng û serketî yê Sînemaya Helbestkî ye.

Sînemagerê navdar ê macar Béla Tarr li parzemîna Ewropayê û li seranserê cîhanê herî zêde bi fîlmên
xwe yên wekî; “Sátántangó”, “Kárhozat” û “A Torinói ló” ve hate naskirin. Tarrî wekî derhênerên hoste
Ingmar Bergman, Robert Bresson, Andreî Tarkovsky, Krzysztof Kieślowski, Akira Kurosawa, Theodoros
Angelopoulos, Luis Buñuel, Ildikó Enyedi, Kenji Mizoguçi, Yasujirō Ozu, Hiroshi Teshigahara, Furûx
Ferroxzad, Abbas Kiarostami, Wong Kar-Wai û gelek derhênerên din, yek ji derhênerên baştirîn ê
Sînemayê Helbestkî ye. Di fîlmên xwe de (belgefîlmên, kurtefîlm, metrajdirê) çîrokên jiyanên mirovên
kedkar, rêncber, penaber û koçberan tîne li ser perdeya spî û sehneyên fîlmên wî hêdî hêdî û wekî
xewnekê diherikînin. Mirov him ji herikîna fîlmên wî derdixe û him jî tê zanîn ku sînemager Béla Tarr ji
zanista felsefeyê pir hez dike û kêfa wî gelek jê rê tê.

Nivîskar, wêjekar, rexnegir, teorîsyena hunerê, parêzvana mafê mirovan a navdar a Amerîkayî Susan
Sontag der heqê Béla Tarrî de dibêje, “Tarr yek ji rizgarkerên sînemaya nûjen e û her sal carekê ji ber
temaşekirina fîlmên wî gelek kêfxweş im.”*

Béla Tarr kî ye?

Béla Tarr di sala 1955ê de li bajarê Pécsê yê Macerîstanê hatiye dinê û li bajarê Budapeşteyê (paytexta
Mecaristanê) mezin dibe. Dayîk û bavê wî her du jî nêzîkî bi hunerên şano û sînemayê bûne, dayîka wî
di lîstikên şanoyan de suflorî kiriye û bavê wî jî bi heman awayî di lîstikên şanoyan de weke sêwirînerê
dikê xebitîye. Tarrî di salên zarokatîya xwe de nêzîkî li hunerê dibe. Di 10 salîya xwe de, dayîka wî Tarrî
dibe hilbijartinên pêşbazîyeke Televîzyona Neteweyî ya Mecaristanê û di encama pêşbazîyê de ji bo
lêanîneke romana girîng a wejêkarê navdar Tolstoyî ya bi navê “Mirina Îvan Îlyiçê” tê hilbijartin û di
lîstika şanoyê de weke lîstikvan dilîze.

Fîlmên wî:

Béla Tarr, bi tenê di fîlmên “Iván Iljics halála” (fîlmê televîzyonê 1965), “Kutya éji dala” (1983) û
“Szörnyek évadja” (1987) lîstine. Di ciwantîya xwe de bi kamerayeke 88mmê dest bi kêşana fîlmên
xwe yên amator û ewil dike, bi demê re hêdî hêdî qabiliyeta xwe ya sînemayê dibîne û hunera
sînemayê kişf dike. Di sala 1979ê de bi yekem metrajdirêj ê xwe yê bi navê “Családi tűzfészek”ê (1977)
re derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê. Yekem metrajdirêj a xwe di 22 saliya xwe de dikişîne û
tê de lîstikvanên amator ku ji mirovên xwecihî hilbijartine dilîzin û tê zanîn ku lîstikvanên fîlmê di fîlmê
de ji bo dostanî cî girtine. Tarrî, vî fîlmê xwe bi tenê di 6 rojan de kişandiye û li gorî hin nivîskar û
rexnegirên hunera heftemîn, derhêner John Cassavetesî bandorê li ser fîlmê Béla Tarrî kiriye. Tarrî di
derbarê vê agahîyê de dibêje ku ew berî kêşana fîlmê “Családi tűzfészek”ê tu fîlmên Cassavetesî
temaşe nekirine.**


Du sal piştî nîşandayîna yekem fîlmê Tarrî, du fîlmên derhênerê yên din ên bi navên “Szabadgyalog”
(1982) û “Panelkapcsolat” (1982) dikevin vîzyonê. Di fîlmê wî yê “Panelkapcsolat”ê de cara yekem
serlîstikvanên profesyonel cî girtine. Sînemager di heman salê de ji berhema helbestvan û şanonûsê
mezin William Shakespeareyî yê “Macbeth” ji bo televîzyonekê fîlmê televîzyonê dikişîne ku weke du
beşan hatiye kêşandin. Beşa yekemîn a fîlmê ji 5 deqeyan û beşa duyemîn ji 67 deqeyan pêk tên.
Senaryoyên van çar fîlmên xwe Béla Tarr bixwe dinivîsîne û bi fîlmê xwe yê “Őszi almanach”ê (1984)
re êdî ligel wêjekar û senarîstê navdar ê mecar László Krasznahorkai re dixebite. Senaryoya fîlmê wî yê
“Kárhozat”ê (1987) ji alîyê Krasznahorkai ve tê nivîsandin.

Di sala 1994ê de fîlmê Tarrî yê herî girîng ê “Sátántangó” derdikeve li pêşberî sînemahezan. Ev fîlm jî ji
berhema László Krasznahorkaiyî tê kêşandin û kêşana fîlmê ji zêdetirî 7 salan didome. Fîlm, li ser
jiyanên penaberan disekine ku ji ber sedemên bêkarî û xizanî dixwazin ji welatê xwe biçin li welatekî
din. Bi tevahî ji 450 deqeyan (7:30 saet) pêk tê, sehneyên fîlmê di nava atmosfereke helbestkî û
felsefîk de hêdî hêdî diherikin, deng û rengên ba, baran û bi giştî ruhê xwezayê bi awayekî bihêz têne
bihîstin. Muzîka fîlmê ji alîyê helbestvan û bestekar Mihály Vig ve tê çêkirin û bikaranîna muzîkê di
herikîna fîlmê de bi awayekî serkeftî xwe dide der. Li gorî rexnegir, nivîskarê sînemayê û sînemazanan
di heman demê de fîlmê baştirîn ê Tarrî ye, bi rastî fîlmekî bandorker û bêhempa ye ku ji bo gelek
lîsteyên fîlman ên herî serketî tê hilbijartin. “Sátántangó” fîlmê dirêjtirîn ê Béla Tarrî ye û wekî fîlmên
derhênerê navdar ê Filîpinî Lav Diazî, li gorî piranîya fîlmên din ên sînemayê fîlmekî dirêj e. Lav Diaz
yek ji nûnerên herî serketî yê Sînemaya Hêdî ye ku li seranserê cîhanê bi gelek fîlmên xwe tê naskirin.

Piştî fîlmê “Sátántangó”yê, kurtefîlmê wî yê bi navê “Utazás az Alföldön” (1995, 35 deqe) kêşandiye û
di 2000î de jî bi fîlmê wî yê “Werckmeister Harmóniák” tên. “Werckmeister Harmóniák” di şert û
mercên zor de hatiye kêşandin. Di sala 2005ê de fîlmê Tarrî yê bi navê “A Londoni Ferfi” (ligel Ágnes
Hranitzkyê hatibû kêşandin) tê temamkirin, ev fîlm jî lêanînekê ye ku ji romana nivîskar Georges
Simenonî ji bo hunera sînemayê lê hatiye anîn. “A Londoni Ferfi” ji ber mirina yek ji çêkerên fîlmê
Humber Balsanî, di heman salê de nakeve vîzyonê, lê di 2007ê de li çarçoveya bernameya Festîvala
Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê tê nîşandayîn û piştî salekê jî li salonên sînemayê yên dinyayê
dikeve vîzyonê.


Herî dawî di sala 2011ê de bi fîlmê xwe yê “A torinói ló” re derdikeve li pêşberî temaşevanan, li gorî
agahîya derhênerî ev fîlm di heman demê de fîlmê dawîn ê Béla Tarrî ye. “A torinói ló” ji çîrokekeke
feylesofê navdar ê dîrokê Friedrich Nietzscheyî îlhama xwe girtiye, jiyan û rêwîtiya hespek û du kesan
tîne li ser perdeya sînemayê. Fîlm, di heman salê de Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlîn jî tê de
di çarçoveya bernameyên gelek festîvalên fîlman de hate nîşandayîn, li Festîvala Fîlman a Berlînê
xelatên “Hirça Zêrîn” û “FIPRESCI”yê (Federasyona Rexnegirên Fîlman a Navneteweyî) girtine. Muzîka
fîlmê “A torinói ló” jî wekî gelek fîlmên ên Tarrî, Mihály Vig çêkiriye û him jî serlîstikvanîya fîlmê kiriye.
Derhênerê hoste Béla Tarr bi zimanê xwe yê resen û helbestkî ve temaşevanên sînemayê derdixe
rêwîtiyên helbestkî, aramker, bandorker, derasayî, bêhempa û guherîner. Sehneyên fîlmên wî neynika
xweza û demên jiyanê ne, wekî robarekî zelal diherikînin. Rêya wî destpêk û mezinbûn e, ruhê mirov
ronî û germ dike. Berhemên sînemagerê heta niha li seranserê dinyayê beşdarî li gelek bernameyên
festîvalên fîlman ên navneteweyî dibin û xelat digirin.
(1.10.2023)

Fîlmên din ên Béla Tarrî:
Belgefîlm: “City Life” (1990)
Kurtefîlm: “Visions of Europe” (2004), “Utolsó hajó” (1990), “Hotel Magnezit” (1978)
Çavkanî:
https://en.m.wikipedia.org/wiki/B%C3%A9la_Tarr
https://www.kovaratemase.com/nunereki-serkefti-ye-sinemaya-helbestki-bela-tarr-rumet-med/
* ** https://tr.m.wikipedia.org/wiki/B%C3%A9la_Tarr
“Béla Tarr, Ertesi Zaman” / Nivîskar: Jacques Ranciere ”, Lemis Yayın
(2014)
“Bela Tarr Sineması” / Nivîskar: Andras Balint Kovacs, Hayalperest Yayınevi
https://m.imdb.com/name/nm0850601/

Çavkanî:
https://en.m.wikipedia.org/wiki/B%C3%A9la_Tarr
https://www.kovaratemase.com/nunereki-serkefti-ye-sinemaya-helbestki-bela-tarr-rumet-med/
* ** https://tr.m.wikipedia.org/wiki/B%C3%A9la_Tarr
“Béla Tarr, Ertesi Zaman” / Nivîskar: Jacques Ranciere ”, Lemis Yayın
(2014)
“Bela Tarr Sineması” / Nivîskar: Andras Balint Kovacs, Hayalperest Yayınevi
https://m.imdb.com/name/nm0850601/



Karkerek Xwenda Dipirse

Kî bajarê Tebê yê bi heft derîyan ava kir?
Pirtûkan bi tenê navên qralan dinivîsînin.
Ma qralan keviran rakirine?
Yek jî Babîl hebûya, ku her tim wêran dibû,
Kî her car ji nû ve Babîlê ava kiriye?
Karkerên Avahîyê li kîjan malê Lîmayê
ku li ser avê di nava zêran de disekine, dijîyan?
Tu dibêjî, dema ku Dîwarê Mezin ê Çînê qediya,
çi hat serê hostayên dîwaran?
Li Romaya mezin çend abîdeyên serfirazî hene!
Meraq dikim, gelo kî ne ev abîdeyan ava kirine?
Sezarê kî têk birin û van serkeftînan bi dest xistin?
Ma di Bîzansa ku ketiye ser zar û zimanan de
ji bilî qesran cihê rûniştînê tune bû?

Li Atlantîsê, li wî warê çîrokan jî,
dema ku mirovan nîvê şevê di deryaya qîrî de
dixeniqîn,
gazî xulamên xwe dikirin û ji wan alîkarî dixwestin.
Ma Îskenderê bêpirç, çawa Hîndistanê dagir kiribû?
Ma wî ew der bi tena serê xwe hilgirtibû?
Ma Sezarê çawa Galyayîyan têk biribû?
Ma aşpêşekî jî li cem wî nebû?
Dibêjin, gava ku stola wî tev binav dibû
Fîlîbê Spanyayî giriyaye.
Meraq dikim, gelo jê pêve kesek din negiriyaye?
Frederickê Duyemîn, Şêrê Heft Salan qezenc kiriye ha?
Ma ji bilî wî tu serkeftî tune bû ?

Di her rûpelên pirtûkan de serkeftînek hatiye nivîsandin.
Lêbelê kî xwarina serfirazîyê çêkirine?
Di her gavê de zilamekî mezin ji nişkê ve derketîye holê.
Lê kî pereyên xerckirî didin?
Va ye ji bo te gelek bûyer.
Û gelek pirsan.

Helbest: Bertolt Brecht
Werger: Rûmet Onur Kaya

Bertolt Brecht: Eugen Berthold Friedrich Brecht bi kurtahî Berthold an jî Bertolt Brecht, (1898-1956)
nivîskar, helbestvan, şanonûs, teorîsyenê huner-sînemayê û derhênerê navdar ê komunîst ê alman.
Bertolt Brecht yek ji helbestvan û şanonûsên herî girîng ê sedsala 20ê tê qebûlkirin. Berhemên wî heta
niha li seranserê cîhanê bi dehan zimanan hatine wergerandin û xelatkirin. Fikra “Şanoya Epîk”
(şanoya dîyalektîk) ji alîyê Brecht ve pêşveçû, di jiyana xwe ya hunerê de gelek berhemên şanoyê
nivîsandin û birêvebirin. *Navê “Şanoya Epîk” cara yekem ji alîyê Erwin Piscator ve hate pênasekirin.
Bertolt Brecht, li gorî Walter Benjaminî xwe weke komunîst bi nav dikir. (Çavkanî:
https://en.wikipedia.org/wiki/Bertolt_Brecht)

*Ev nivîs cara yekem di hejmara 14emîn a kovara Sosyalîst Mezopotamya'yê (Mijdara 2023yê) de hat weşandin.  

"Wednesday" dizisinin ikinci sezonu başlıyor!

 

Nûçe: Rûmet Med

"Wednesday" dizisinin ikinci sezonun iki part halinde yayınlanacağı açıklandı. İlk part (4 bölüm) 6 Ağustos'ta ve ikinci part (4 bölüm) ise 3 Eylül tarihlerinde Netflix'den yayınlanacak. 

"Wednesday"in ikinci sezonu usta yönetmen Tim Burton tarafından çekildi, ünlü oyuncu Jenna Ortega dizide hem başrol hem de yapımcı olarak yer alıyor. Dizinin yeni sezonundan fotoğraflar, poster ve yeni bir fragman yayınlandı. Yeni sezon özetine göre, Wednesday dizinin ikinci sezon bölümlerinde psişik (ruhsal) yeteneklerini kontrol altına için çabalıyor, esrarengiz bir cinayet serisini durdurmak ve çözmek için mücadele ediyor ve ailesi ile ilgili sırın peşine düşüyor.*

Paco Cabezas ve Angela Robinson dizinin ikinci sezonunun bazı bölümlerinin yönetmenliğini üstlendiler. Dizinin ilk sezon yaratıcıları Alfred Gough ve Miles Millar, yeni sezonda dizi sorumlusu olarak görev yaptılar ve aynı zamanda dizi yapımcı kadrosunda yer alıyorlar. "Wednesday"in yeni sezonu MGM Television prodüksiyonu ile çekildi.

Jenna Ortega (Wednesday Addams), Emma Myers (Enid Sinclair), Joy Sunday (Bianca Barclay), Moosa Mostafa (Eugene), Georgie Farmer (Ajax), Victor Dorobantu (Thing), Catherine Zeta-Jones (Morticia Addams), Luis Guzmán (Gomez Addams), Isaac Ordonez (Pugsley Addams), Luyanda Unati Lewis-Nyawo (Șerif yardımcısı Ritchie Santiago), Jamie McShane (Şerif Donovan Galpin), Fred Armisen (Fester Amca), Steve Buscemi, Billie Piper, Evie Templeton, Owen Painter, Noah Taylor"Wednesday"in ikinci sezonunda yer aldılar. Lady Gaga, Christopher Lloyd, Joanna Lumley, Thandiwe Newton, Frances O’Connor, Haley Joel Osment, Heather Matarazzo ve Joonas Suotamo dizinin yeni sezon bölümlerinde konuk oyuncu olarak yer alıyorlar.


Dijital platformların en çok izlenen dizilerinden olan "Wednesday" dünya üzerinde büyük bir hayran kitlesine sahip. Uzun süredir dizinin yeni sezonu merakla bekleniyordu ve 2024 yılının Mayıs ayında yeni sezon bölümlerinin çekimlerine İrlanda'da başlanmıştı. Wednesday Addams'ın hikayesini anlatan gotik dizi, kara mizah ögelerini de içerisinde barındırıyor. 



Birkaç ay önce dizinin yeni sezonundan tanıtım videoları yayınlanmıştı. Sosyal medya hesaplarından açıklama yapan Netflix, dizinin ikinci sezonu bölümlerinin çekimlerinin tamamlandığını ve post-prodüksiyon aşamasında olduğunu duyurmuştu.


Dizinin ilk sezonu bölümleri, gotik ve olağanüstü filmleri ile tanınan ünlü yönetmen Tim Burton tarafından çekilmişti. Alfred Gough ve Miles Millar ilk sezonda yaratıcı olarak yer almışlardı. 2022 yılında çekilen "Wednesday"in ilk sezon bölümleri, "Stranger Things" dizisinin ardından Netflix'in en çok izlenen ikinci dizisi olmuştu. Yeni sezondan kısa tantım videoları yayınlanmıştı.  


Dizinin yapımcılığını üstlenen Al Gough ve Miles Millar, ikinci sezonda Addams Ailesi'nin hikâyesinin daha çok işleneceğini ifade etmişlerdi.*


"Wednesday"in yayınlanan ilk sezonu, on iki dalda Emmy Ödülleri'ne aday olarak gösterilmiş ve dört ödül kazanmıştı. 2023 yılında yeni sezon için onay verilen dizinin çekimlerine mayıs ayında başlanmıştı. Dizinin ikinci sezon bölümlerinin yayın tarihi için net bir tarih verilmedi ama 2025 yaz sonu veya sonbahar aylarında yayınlanacağı tahmin ediliyor. Wednesday hikayesi "The Addams Family" adıyla 1991 ve 1993 yıllarında sinema filmi ve 1964-1966 yılları arasında ise Televizyon dizisi olarak izleyici ile buluşmuştu..*