Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

Fîlmekî Mîtolojîk ê Li Ser Newroz û Evînê: “Mem û Zîn”


Nivîs: Rûmet Med 

“Nexmê we ji perdeyê derînim

Zînê û Memî ji nû ve vejînim.” Ehmedê Xanî


“Mem û Zîn”, berhema herî girîng a helbestvanê mezin ê kurd Ehmedê Xanî ye ku ji destana mîtolojîk a neteweyî Memê Alanê îlhama xwe girtiye. Berhema navdar li ser çîroka evîna Mem û Zînê disekine û di sedsala 17an de bi kurdîya kurmancî hatiye nivîsandin, di nava sedsalan de li gelek bajaran hate çapkirin, ji alîyê dengbêjan ve weke kilam hate strandin, bû stran û lîstikên şanoyê, weke fîlm hate kêşandin û ji bo gelek zimanên din hate wergerandin.

Di sala 1958ê de ji alîyê nivîskar, zimannas û helbestvanê navdar ê Yekîtîya Komarên Sovyet ên Sosyalîst Emînê Evdal ve bi navê “Mem û Zînê” guhertoyeke berhemê hate çapkirin, xebata zimannas, wêjekar û nivîskarê navdar ê kurd Celadet Ali Bedirxanî ku ji nivîsên wî, Mem û Zîna Hawarê, helbest û nivîsên din ên derbarê Ehmedê Xanî de pêk tê, bi navê “MemoZîna Xanî” ji alîyê Weşanên Avestayê ve weke pirtûk hate weşandin. Gelek guhertoyên din ên çîroka Mem û Zînê jî hene. Pirtûk, di sala 196an de bi tîpên latînî cara yekem ji aliyê rewşenbîr û nivîskarê kurd M. Emîn Bozarslan ve li Stembolê hate çapkirin û Heleb, Hewlêr, Şam, Bexda, Moskow, Ûrmiye, Dihok, Uppsalaya Swêdê jî tê de li gelek bajarên dinyayê hatiye çapkirin.


Newroz, bi kurdî tê wateya Nû Roz-Rojê û weke ‘Roja Nû’ tê bikaranîn. Mizgînîya demsala biharê, xilasbûna zivistanê, nûbûna xwezayê û bereketê dide, di pêvajoya herikîna dîrokê de ji alîyê gelek şaristanîyên wekî Med, Gutî, Hurî, Kassît, Mîtanî, Ûrartûyan, netewe û gelen din ve hatiye pîrozkirin û li dijî tarîyê bûye bîr û sembola hêvîyê. Newrozê di mîtolojî, huner, çand û felsefeyê de jî bi awayên cuda xwe daye der. Newroz û Mem û Zîn gelek caran bûne mijara fîlmên hunera heftem, lîstikên şanoyê û warên din ên hunerê.

Berhema helbestkî (menzûm) “Mem û Zîn” di sala 1991ê de ji alîyê derhênerê navdar ê tirk Umît Elçî ve bi heman navî weke fîlmê sînemayê derket pêşberî temaşevanên sînemayê, senaryoya fîlmê Hamza Ozbal nivîsîye û gelek lîstikvan û hunermendên navdar ên wekî Meltem Doganay, Halîl Ergun, Mûsa Anter, Fusun Demîrel, Betul Arim, Yalçin Dumer, Erdal Gulver, Levent Guner, Eser Gîray, Payrî Palta, Perîhan Doygun, Hayrî Alan, Handan Çapanoglu, Nurî Tug jî di fîlmê de lîstine. Fîlm, bi Kurdî û Tirkî derket pêşberî temaşevanan, kevneşopîya dengbêjî û çîrokbejîya çanda Kurdan tîne ser perdeya spî ku li herêmên Cizîr, Mêrdîn, Midyat, Nisêbîn, Heskifê hatibû kêşandin û muzîkê fîlmê ji alîyê hunermendê navdar ê kurd Mazlûm Çîmen ve hatiye çêkirin. Fîlm, li Amedê ketibû vîzyonê û gelek hate temaşekirin, lê piştî demekê li sînemayan hatiye qedexekirin.


Mijara fîlmê, bi axaftina rewşenbîr, nivîskar û rojnamegerê kurd Apê Mûsa Anter re dest pê dike ku di 20ê Îlona sala 1992yan de li bajarê Amedê hatibû kuştin. Anter, li qada Newrozê qala dîroka mîtolojîk a Newrozê, Kawayê Hesinkar û destana Mem û Zînê dike. Li gorî çîrokê, berî sedsalan li herêma Botanê mîrekî bi navê Zeyneddîn û du xwişkên wî yên bi navên Zîn û Sitî dijîyan. Bihara salekê diçin mîhrîcana Newrozê, li wir rastî du xortên bi navên Mem û Tajdîn tên. Zîn û Mem, Sitî û Tajdîn dema ku hev dibînin, li qada cejna Newrozê evîndarê hev dibin. Evînên wan her ku diçe mezintir dibe. Tajdîn li herêma xwe ji alîyê hemû kesî ve gelek tê hezkirin, rojekê ji mîrî keça wî dixwaze û Tajdîn û Sitî dizewicin. Piştî vê zewacê, Mem jî ji mîrê Botanê Zeyneddînî keça wî Zînê dixwaze, lê Bekoyê ku alîkarî û kehyatîya mîr dike naxwaze Mem û Zîn bizewicin. Beko, di derbarê Mem û Tajdînî de derew û gotegotan belav dike û ji mîr re dibêje, Mem dixwaze li şûna te bibe mîr, bi van gotinên xwe mîr jî dixapîne. Li ser vê yekê mîr Zeyneddîn zewaca Mem û Zînê qebûl nake. Piştî vê bûyerê, evîna Mem û Zînê li her derê tê bihîstin û axaftin. Mem û Zîn rojekê bi nepenî hevûdû dibînin, lê belê Bekoyê ku naxwaze du ciwanên evîndar bizewicin, wan dişopîne û hevdîtina Mem û Zînê digihîne mîr. Piştî vê yekê Mem tê girtin û hepskirin. Mem û Zîn bi evîneke mezin û bi dilekî xwerû ji hev hez dikin, lê nikarin hevûdû bibînin û êşeke mezin dikişînin. Piştî demekê Mem di zîndanê de dimire, Zîn jî ji ber giranîya xemgînîyê ji cihekî bilind, xwe ber bi Çemê Botanê diavêje û jîyana xwe ji dest dide. Mirina Mem û Zîn li herêmê tê bihîstin, zêmarên gel olan didin. “Tirba Mem û Zîn”, li Cizîra Şirnexê cî digire.


Çîroka Mem û Zînê, çîroka evîneke xwerû û mezin e; çîroka xweşikahî, qencî, mirovahî, wicdan, ronahî û rastîyê ye. Beko jî bi rengê xirabî û tarîyê îfade dike. Li erdnîgarîya cîhanê weke çîroka Mem û Zîn, çîroka Leyla û Mecnûn, çîroka Sîyabend û Xecê, çîroka Tahir û Zuhre, çîroka Dewrêşê Evdî û Edûlê û çîroka Ferhad û Şîrîn gelek çîrokên evînê bûne destan, di demê re li seranserê cîhanê belav bûne û bi awayên cûda û bi hevokên gelek zimanan ve hatine vegotin.

Li erdnîgarîya dinyayê bi hezaran salan têkoşîneke di navbera mirovên qenc û xirab de didome. Ruhê qencîyê; bi dilên xwerû, rengên hêvî û rastîyê dê li hemû cîhanê belav bibe. Rengên qencî û xweşikahîyê rojekê wê li hemû dinyayê heta bi hetayê vebe û tim şîn bibe. (16. 02. 2024)


Fîlmên din ên derhêner û senarîst Umît Elçîyî: Hoşgeldin Hayat (2004), Kejê (Rêzefîlm, 2002), Garîp Karşilaşma (Fîlmê TVyê, 1996), Bocek (1995), Kuçuk Şeyler (Rêzefîlm, 1992), Fosforlu Cevrîye (Rêzefîlm, 1989), Bîr Avuç Gokyuzu (1987), Kurşun Ata Ata Bîter (1985), Bîr Yildiz Doguyor (Çêkerê fîlmê, 1984)

Çavkanî:

“MemoZîna Xanî” – Celadet Alî Bedirxan. Weşanên Avesta. (Çapa Yekem, 2016)
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mem_û_Zîn
https://ku.wikipedia.org/wiki/Emînê_Evdal
https://www.imdb.com/name/nm0255972/
https://tr.wikipedia.org/wiki/Emînê_Evdal#:~:text=Emînê%20Evdal%20veya%20Emin%20Abdal,nde%20çok%20sayıda%20çalışma%20üretti.
https://www.evrensel.net/haber/231290/yapimcisindan-mem-z-n-filminin-hikayesi#:~:text=Musa%20Anter%20renk%20kattı&text=Dolayısı%20ile%20Mem%20û%20Zîn,film%20yasaklandı%20ve%20sinemada%20oynamadı.

*Ev nivîs cara yekem di hejmara 33yemîn a kovara Dilopê de hate weşandin.

Hursag, Kur û Kurtî


Herêma çiyayî ya li bakur û bakurê rojhilatê Sumeran, erdnîgarîya qedîm a Kurdan e. Sumeran, ji vî welatê re digotin "Hursag". Di serdemên ewil de, Sumerîyan ji Hursag (Kursag) re digotin "Kur" û ji bo mirovên li vir dijîn jî digotin "Kurtî". "Kurtîyan" pêşîyên Kurdan e.

"Ninhursag" xwedawenda mezin e ku eslê wê kurd e, dîroka wê digihîje serdema Neolîtîk û di heman demê de xwedawenda erdê ya mîtolojîya Someran e. Ninhursag bi navê xwe yê din "Mama", bi zazakî tê wateya "May/Ma." 

Şahîtiya Hurrî (Beriya Zayînê: salên 2000-1900) bi navê "Şahitîya Mama" jî tê zanîn û li welêt bi navê "Mamagan/Mamakan" hin eşîrên Kurdan hene.

Çavkanî: Sümerlerin Etnik Kökeni, Dîroka Kurdan a Kevnar. 

Wergera çavkanîyê: Rûmet Med 

#Sumer #Kurd #Pirtûk #Weşanxane

Avatar: Rêya Avê | Ronahîyeke mezin li dijî tarîtîyê


Nivîs: Rûmet Med 

Hezkerên “Avatar”ê, çend sal in, tijî kelecan û bi miraqeke mezin li benda fîlmê derhênerê navdar James Cameronî yê “Avatar: The Way of Water”ê (Avatar: Rêya Avê) bûn ku fîlmê duyem ê rêzeya “Avatar”ê di Berfanbara sala 2022yê de, piştî 13 salan ji fîlmê yekem, bi kalîteya 4Kyê li seranserê cîhanê ket vîzyonê.

Wekî fîlmê yekem ê “Avatar”ê, fîlmê duyem jî ji alîyê temaşevanên sînemayê ve gelek hate temaşekirin û ecibandin. “Avatar: The Way of Water” yek ji projeyên herî girîng a Disney Studiosê ye, him ji alîyê mijar û çîrokê ve, him ji alîyê herikîna dîmenan û teknîkê ve fîlmekî biserketî ye, ku tê de hêmanên anîmasyonê yên resen, bihêz, bandorker û balkêş jî dihewîne. Kêşana projeya fîlmê duyem ji ber pandemîya koronayê hatibû bi paş ve xistin û li Zelendaya Nû ji nû ve destpê kiribû. Ji ber şert û mercên koronayê, dîroka vîzyonê ya fîlmê jî sê caran hatibû guhertin û demekê diyar nebû.


“Avatar: The Way of Water” wekî ku fîlmê yekem bi derhênerîya sînemager, senarîst û çêkerê navdar ê Kenedayî James Cameronî re hate kêşandin, senaryoya fîlmê jî ji alîyê Cameron, Rick Jaffa, Amanda Silver, Josh Friedman û Shane Salerno ve bi hev re hate nivîsandin. Mijara fîlmê li gerstêrka Pandorayê (gerdûneke pevxistî), piştî bûyerên Avatarê diqewime, li ser çîroka gelê Na’vîyê têkiliyên kolonî û mêtingehê tîne li perdeya spî, li ser pirsgirêkên hawir û xwezayê disekine. Di herikîna fîlmê de Jake Sully tevlî gelê Na’vîyê dibe û ligel Neytîrî ji bo parastina ax û xwezaya gelê Na’vîyê dikevin têkoşîneke zor û dijwar. Xwezaya rengîn a gelê Na’vîyê bi taybetî bi amûrên teknolojî ve tê girtin û dixwazin av û axên wan û bi giştî hemû dewlemendîyên wan bi dest bixin, lê gelê Na’vîyê jî li dijî mêtingehîyê derdikevin, bi hemû hewlên xwe av û axên herêma xwe diparêzin. Rêwîtîyeke derasayî û rengîn ji daristanên gerstêrka Pandorayê destpê dike, ber bi herêmên binê avê û volkanîkê ve diçe. Xweza û atmosfera Pandorayê bêhempa ye, temaşevan xwe di cîhaneke efsûnî de dibînin. Fîlm nîv-anîmasyon e, bi zimanên Îngilîzî û Na’vî (zimanê pevxistî yê fîlmê) hate kêşandin, zimanê Na’vî zimanê xwecihî yê Na’vîyê ye.



“Avatar: The Way of Water” hin hefteyên sala 2023yê jî tê de çend hefte li vîzyonê ma û serketina xwe domand. Him li gîşeya Amerîkayê him jî li gîşeyên cîhanê çend hefte bû yekemîn û ji zêdetirî 2 milyar dolarî qezenc kir. Fîlm, di heman demê de bû yek ji fîlmên herî zêde temaşekirî yê hemû deman, derhêner James Cameronî jî bû derhênerê yekem ku sê fîlmên wî heta niha gihîştine 2 milyar dolarî.


Lîstikvanên navdar ên Zoe Saldana, Sam Worthington, Sigourney Weaver di fîlmê duyemîn ê Avatar’ê de weke serlîstikvan lîstin, CCH Pounder, Cliff Curtis, Jamie Flatters, Britain Dalton, Trinity Bliss, Bailey Bass, Filip Geljo, Duane Evans, Jr. Kate Winslet, Stephen Lang, Giovanni Ribisi, Joel David Moore, Matt Gerald, Edie Falco, Brendan Cowell û Michelle Yeoh jî tê de weke lîstikvan cî digirin. Jon Landau, David Valdes û Richard Baneham di “Avatar: The Way of Water”ê de weke çêker cih girtine û fîlm bi pargîdanîya fîlman 20th Century Studiosê ve hate afirandin. Muzîka fîlmê jî ji alîyê stranbêjê Kenedayî The Weeknd ve hate çêkirin.



Fîlmên din ên “Avatar”ê dê kengê bikevin vîzyonê?


Fîlmê yekem ê ‘Avatar’ê di 2009ê de li seranserê dinyayê bi kalîteya 3Dyê ketibû vîzyonê, ji alîyê bi milyonan temaşevanên sînemayê ve hatibû temaşe kirin. Fîlm, ji Xelatên Oscarê 3 xelat girtibû û di Îlona 2022yê de ji nû ve, weke 4Kyê derketibû li pêşberî temeşavanên sînemayê û li salonên sînemayê yên cîhanê heta niha bi tevahî 2.787.965.200 dolar qezenc kiriye. Rêzeya Avatarê weke 5 fîlman hate projekirin, çîrokên her fîlmê resen û cuda ne. Çêkerê Avatarê John Landau li ser projeya fîlmên Avatarê axaftibû û ragihandibû ku rêwîtiyên hemû fîlmên Avatarê dê bi hev ve girêdayî bibe û ew ê bibin beşeke dastaneke mezin.


Li înternetê hatibû îdia kirin ku navê fîlmê sêyem ê rêzeya ‘Avatar’ê bûye “Avatar: The Seed Bearer”. Lê belê çêkerê rêzeya Avatar’ê Jon Landau di danasîna lîstika vîdyoyê ya Avatar: Frontiers of Pandorayê de axaftibû û eşkere kiribû ku navê fîlmê hêj nediyar e.

Hate ragihandin ku dîrokên fîlmên din rêzeya Avatarê diyar bûne. Li gorî agahîya dawî, fîlmê sêyem ê rêzeyê dê di dîroka 19ê Berfanbara 2025ê de, fîlmê çarem di 21ê Berfanbara 2029ê de, fîlmê pêncemîn jî di 19ê Berfanbara 2031ê de derbikevin li pêşberî temaşevanan.


Çavkanî: 



Wergerandina Ulyssesê: Qîrîneke mezin a li dijî bişavtinê


Nivîs: Rûmet Med 

“Tarîx xewnexofek e ku ez hewl didim jê hişyar bibim.”* (Jomes Joyce)

Nivîskar û wergêrê kurd Kawa Nemir berhema navdar a nivîskarê Îrlandî James Joyce ya bi navê “Ulysses”ê wergerand ji bo Kurdîya Kurmancî û ew di Adara sala 2023yê de ji alîyê Weşanên Avestayê ve hate weşandin. Werger di 101emîn salvegera xwe de bi Kurdî gihîşt li ber destê xwîneran. 

“Ulysses” di warê wêjeyê de berhemeke gelek girîng e ku heta niha li seranserê dinyayê bi gelek zimanên cîhanê hate wergerandin. Kawa Nemirî ku heta niha berhemên wêjekarên mezin ên William Shakespeare, Walt Whitman, Edgar Allan Poe, William Butler Yeats, Sylvia Plath, T.S. Eliot, Tenesssee Williams, Emily Dickinson, Herman Melville, John Berger jî tê de 100 pirtûkên wêjeyî û ji zêdetirî 7000 helbestên Îngîlizî, Amerîkî, Îrlandî û Tirkî wergerandine bo Kurdî, gelek pirtûkên helbestan ên Kurdî nivîsîne, ku deh salan e jî li ser wergerandina berhema “Ulysses”ê dixebitî. Piştî ked û xebateke mezin romana “Ulysses”ê bi zaravayê Kurmancî derket li pêşberî wêjehezan. Belgefîlmê nivîskarên sînemayê Aylîn Kuryel û Firat Yucelî yê bi navê “Wergerandina Ulyssesê” (Ulysses Çevirmek/Translating Ulysses, 2023) li ser çîrok û pêvajoya wergerandina berhema navdar disekine. 

“Ulysses” him romana herî xurt a Joyce ye, him jî di warê romana nûjen de weke şoreşek tê dîtin; berhemeke dijî kolonyalîst e. Mijara pirtûkê, li kûçe û kolanên bajarê Dublînê derbas dibe û behsa bi tenê rojekê dike. Beşên pirtûkê di navbera 1918-1920ê de di hejmarên kovara wêjeyî ya The Little Review’ê de û paşê jî wek pirtûk di 2yê Reşemîya 1922yê de ji alîyê nivîskar û weşangera navdar Sylvia Beach ve li Parîsa Frensayê hatibû weşandin, di 101emîn salvegera romanê de bi Kurdî derket pêşberî wêjehezan. Zanyar û nivîskarên wêjeyê dibêjin ku wergerandina Ulysssê ji alîyê ziman û teknîkê ve pir zor û zehmet e. 


Min, belgefîlmê “Wergerandina Ulyssesê” di çarçoveya bernameya 14emîn ya Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan a TİHVê (Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê) de temaşe kir. Rojên belgefîlman bi piştgirîya Yekîtîya Ewropayê û Enstîtuya Frensîz ve, îsal di navbera rojên 10-17ê Berfanbarê (2023) de him bi rûbirû him jî weke onlineê hate lidarxistin û her sal bal dikişîne li ser mijarên mafên mirovan. Ji bilî “Wergerandina Ulyssesê” belgefîlmên “Ji Bo Edaletê” (Derhêner: Elîf Yîgît), “Dengê Radyoya Rewanê Li Ku ye?” (Derhêner: Mustafa Orman), “Boşlukta” (Derhêner: Somnur Vardar), “Herkes Toprağa Gömülür, Ben Suya” (Derhêner: Fettûllah Çelîk) jî îsal li bernameya rojên belgefîlman derketin li pêşberî temaşevanan.

Wergerandina Ulyssesê weke belgefîlmekî dirêj hatiye kêşandin û ji 7 beşên cuda pêk tê, ku her beşek behsa demên cuda yên nivîskar û wergêr Kawa Nemirî dikin. Kawa Nemir ev deh salan e li ser wergerandina romana “Ulysses”ê dixebitî, hewleke mezin û giranbiha ji bo zimanê Kurdî dide. Wergêr, di jiyana xwe ya wergêrî de ji bo wergerandina vê berhemê ji bi dehan ferhengên Kurdî, ji berhemên klasîk û nûjen ên gelek helbestvan û nivîskarên kurd sûd wergirtine, bêhejmar biwêj û gotin berhev kirine û ew hemû alîkarîya wî kirine. Nemir, di hevpeyvîneke xwe de dibêje, “Di qonaxên xebatên min ên wergerê de ferhengên heyî yên zaravayên kurdî hemûyan çu caran têra min ne kir wekî min bikariya wê luxeta bêserî û bêbinî ya Ulyssesê bi kurdî damezirînim.”** Nemir, ji zêditirî bîst salan e wergerî dike û gelek berhemên ku ew wergerandine bo Kurdî, hêj nehatine weşandin. Di herikîna belgefîlmê de, li ser wergerandina berhemê dibêje, “Min hemû wergerên xwe ji bo ku rojekê Ulyssesê wergerînim bo Kurmancî kirine.” 

Berhama James Joyce ya Ulysses’ê di nava 10 salan de li bajarên Stenbol, Amed, Mêrdîn û Amsterdamê hatiye wergerandin. Belgefîlm, bi hevpeyvîna ligel Kawa Nemir ya li mala nivîskar Anne Frankê hatiye kirin re dest pê dike, li ser wergerandina berhema Ulyssesê disekine; ruhê biwêjên Kurdî, rewşa zimanê Kurdî, hin dîmenên ku ji alîyê hunermend û nivîskar Şener Ozmen ve li bajarê Mêrdînê hatine kêşandin, atmosfera civakî, rêwîtîya wergêr Kawa Nemirî ya ber bi Holendayê ve, pirsgirêka hewînê ya bajêr tîne li ser perdeya spî û bi sehneya çapxaneyê bi dawî dibe. Di sehneya dawî de dengên makîneyan û cîhana karkerên çapxaneyê têne dîtin û bihîstin, ku heta niha bi kedên xwe bi hezaran pirtûk amade kirine û şandine weşanxaneyan.

Kawa Nemir bi salan e ji bo wergerandina berhema “Ulysses”ê kedeke mezin da, ji zêdetirî 20 salan e bi hezaran helbest û bi dehan pirtûkên wêjeyê ji bo Kurdîya Kurmancî wergerandine/werdigerîne. Berhem û wergerên Nemirî ji bo jiyan û pêşveçûna zimanê Kurdî hewleke mezin û giranbiha ne, hêvîyeke bêdawî diafirînin, wergerandina “Ulysses”ê jî qîrîneke mezin e li dijî bişavtinê.

Kawa Nemir

Wergerandina Ulyssesê 

Aylîn Kuryel û Firat Yucel ji sala 2019ê û bi vir de li ser belgefîlmê “Wergerandina Ulyssesê” dixebitin, guhertoya (varyant) kurt a belgefîlmê ya bi navê “Tiştê Ku Di Her Tiştî Re Derbas Dibe” (The Thing that Goes Through Everything) kêşandin ku li gelek festîvalên fîlman hate nîşandayîn û di sala 2022yê de li Dublîna Îrlandayê ji Festîvala Fîlman a Bloomsdayê ‘Xelata Baştirîn’ girtibû. “Wergerandina Ulyssesê” bi çêkerîya Ozgur Dogan, Aylîn Kuryel û Firat Yucel ve hate kêşandin û afîşa belgefîlmê jî nivîskarê kurd Şener Ozmen sêwirandiye. Belgefîlm, heta niha li 38emîn Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya Munchenê, li 14emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê, li Dublin UNESCOyê, li navenda Sînematekê/Mala Sînemayê ya Şaredarîya Kadikoyê ya Stenbolê, li Berhevoka Belgefîlman a 16emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê ya Documentaristê, li Nîşandanên Servekirî yên BU(S)Kê ya Zanîngeha Bogazîçîyê jî tê de, li gelek bajarên cîhanê derket li pêşberî temaşevanan, ji Festîvala Fîlman a Bloomsdayê li Dublîna Îrlandayê xelata ‘Fîlmê Herî Serketî yê Joyceî’, li 14emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê ‘Xelata Taybet a Jurîyê’, ji beşa Pêşbirka Navneteweyî ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya UBAyê (Buenos Airesa, Arjantîn) xelata ‘Mansiyona Taybet’ girtin, rêwîtîya xwe ya festîvalên fîlman û çalakîyên fîlman didomîne.

Çêkera fîlman Aylîn Kuryel û nivîskarê sînemayê Firat Yucel, di sala 2019ê de bi hev re belgefîlmê bi navê “Baştan Başa” (Heads and Tails) kêşandin ku belgefîlmê wan di bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hate nîşandayin û ji beşa Pêşbazîya Belgefîlma Neteweyî ya 38emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê Xelata Mansîyonê girt. Her du derhêner jî heta niha gelek belgefîlm kêşandine û xebatên xwe yên li ser sînemayê didomînin.

 *https://bianet.org/haber/kawa-nemir-james-joyce-bi-ulyssese-hismendiya-kolonizebuyi-tek-bir-276732

 ** Werger: Kawa Nemir

Çavkanî:

https://en.wikipedia.org/wiki/Ulysses_(novel)

https://ku.wikipedia.org/wiki/Ulysses_(pirtûk)

https://tr.wikipedia.org/wiki/Ulysses_(roman)

https://sinemayaserbixwe.com/wergerandina-ulyssese-we-li-edene-u-amsterdame-be-nisandayin/

*Ev nivîs cara yekem di hejmara 32yemîn a kovara Dilopê de hate weşandin. (Rêbendan, 2024)

Yek ji derhênerên pêşeng û herî serketî yên Sînemaya Kurdî: Behmen Qubadî


 Nivîs: Rûmet Med

Derhêner, senarîst û çêkerê navdar ê kurd Behmen Qubadî di sala 1969ê de li bajarê Baneyê ya Rojhilatê hate dinê û yek ji sînemagerên pêşeng û girîng ên Sînemaya Kurdî ye ku bi fîlmên xwe ve li hemû cîhanê tê naskirin. Qubadî di fîlmên xwe de bi giştî mijar û pirsgirêkên netewî, civakî, zayendî, çînî, aborî, takekesî radixe ber çavan, û babet û têmayên wekî sînor, bêwarî, evîn, mirin, xizanî di fîlmên wî de derdikevin pêş.

Behmen Qubadî hêj di 12 saliya xwe de li bajarê Sineyê bi amatorî tevlî li koma derhenerên filman bû, di salên perwerdebûna xwe de di radyoyeke de xebitî û li Îranê ji Dibistana Çapdêrî perwerdehîya Derhênerîya Fîlman dît. Ji ber bûyerên wê demê mala xwe bar kir li Sîneyê, di 1992ê de ji bo perwerdehîya bilind çû li Tehranê ku ji sala 1998ê pê ve dest bi karê wênekarîya pişesazîyê kir û perwerdehîya wî ya sînemayê nîvçe ma. Di navbera salên 1989-1998an de bi kamereya xwe ya 8 mm’î re gelek kurtefîlm kişandin û fîlmên wî di bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hatin nîşandan û xelat girtin.


Kurtefîlmê Behmen Qubadî yê “Jiyana li Mijê” (Life in Fog / Nîv-belgefîlm, 1997) li cîhanê deng veda, ji Festîvala Fîlman a Clermont-Ferrandê Xelata Taybet a Jurîyê girt û li gelek festîvalên fîlman hate nîşandayîn ku ji bo Sînemaya Îranê fîlmekî girîng e. Qubadî bi yekem fîlmê xwe yê metrajdirêj ê bi navê “Dema Hespên Serxweş” (2000) re derket li pêşberî temaşevanên sînemayê ku mijara fîlmê li sînorê derbas dibe û rûyê mirin, xizanî û hêvîyê nîşan dide. “Dema Hespên Serxweş” ji Festîvala Fîlman a Cannesê Xelatên “Kameraya Zêrîn”, “Sînemagerê Ciwan” û “FIPRESCI” girtin. Behmen Qubadî, heman salê di fîlmê derhênerê navdar Abbas Kîarostemî yê “Bad ma ra khahad bord” de weke alîkarê sereke cih girt û di fîlmê Semira Mahmelbaf ê bi navê “Textê Reş” (2000) de bi rola mamoste, weke serlîstikvan lîst ku mijara vî fîlmê di dema komkujiya Helepceyê de diqewime. Fîlmê “Textê Reş” him qala atmosfera piştî Helepceyê û rewşa civakê ya wê demê dike him jî jiyanên kolberên Kurd ên ku piraniya wan zarok in tîne li ber perdeya spî.

Piştî vî fîlmê di sala 2002yê de fîlmê Qubadî yê “Awaza Dayîka Niştiman” (Stranên Welatê Dayika Min / Gomgashtei Dar Aragh) tê. “Awaza Dayîka Niştiman” di sîya şerê de derbas dibe û behsa çîroka stranbêjê kal Mîrza dike ku li Henareyê digere, fîlm, êş û janên gelê Kurd radixe ber çavan.  Di 2004ê de fîlmê wî yê “Kûsî Jî Dikarin Bifirin” ket vîzyonê. “Kûsî Jî Dikarin Bifirin” çîroka jiyanên xwişkeke û du birayên kurd tîne li ber perdeya sînemayê, fîlm Festîvalên Fîlman ên Berlîn, San Sebastian û Chicago jî tê de ji bernameya gelek festîvalên fîlman xelat girtin. Derhêner di derbarê fîlmê de gotibû “Ez dixwazim fîlmê xwe diyarî/îthaf li hemû zarokên bêguneh ên cîhanê bikim ku bûne qurbanî li polîtîkayên dîktator û faşîstan.”


Fîlmê derhênerê navdar Behmen Qubadî yê “Nîvê Heyvê” (2006) behsa çîroka muzîkjenê kurd Mamoyî dike ku dixwaze ji bo konserê biçe li Kurdistana Iraqê û di rê de rastî stranbêja kurd Heşoyê tê. Wê demê li Îranê qedexe ye ku jin li pêşîya mêran bistirin. “Nîvê Heyvê” li bernameya gelek festîvalên cîhanê hate nîşandayîn û ji Festîvalên Fîlman ên Stenbol û Ewrasyayê ya Qazaxistanê xelat standin. Derhêner piştî sê salan bi fîlmê “No One Knows About Persian Cats” (2009) û di 2012ê de bi fîlmê “Demsala Kerkedan” ve derket li pêşberî temaşevanan. Fîlmê “No One Knows About Persian Cats” ji beşa Nerîneke Diyar a Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê Xelata Taybet a Jurîyê girt.

“Demsala Kerkedenan” îlhama xwe ji çîroka jiyana helbestvanekî kurd Sadegh Kamangarê digire, atmosfer û bûyêrên wê çaxê nîşan dide ku tê de lîstikvanên navdar ên sînemaya cîhanê yên Monica Belluccî û Behruz Vusukî jî lîstine. Sahel Farzan û hevsara wî Mîna di fîlmê de têne heps kirin, Mîna piştî deh salan ji girtîgehê derdikevê û dibêjin mêrê te jiyana xwe ji dest daye. Mîna li dû vê bûyerê, du zarokên xwe digire cem xwe û bi hev re diçin li Stenbolê. Piştî 20 salan Sahel jî ji girtîgehê derdikeve û malbata xwe digere. Fîlm, ji Xelatên Filman a Asya Pasîfîkê di gelek beşan de xelat standin.

Derhênerê xelatgirtî yê kurd Behmen Qubadî di 2014ê de derhênerîya beşa ‘Kabokî’ ya belgefîlma “Words with Gods”ê kir ku ji aliyê 9 derhêneran ve hate kişandin û li bernameya Festîvala Fîlman a Venedîkê li derveyî pêşbazîyê hatibû nîşandayîn. Qubadî di sala 2015ê de bi belgefîlma xwe ya “Ala Bêwelat” (A Flag Without a Country) re bal kişand li ser jiyanên penaberên Kurd û rûyê şeran. Derhêner, herî dawî bi fîlmê xwe yê “Çar Dîwar” (2021) re derket li pêşberî sînemahezan ku qala çîroka muzîkjen Boranî dike. Gelek lîstikvanên navdar di fîlmê de lîstine.

(26.10.2022)

Bu makale: Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 13 / Aralık 2022 (PDF) yayınlanmıştır.

Kurtefîlmên wî: From Another Angle (1989), A Glance (1990), Golbajî (1991), Z like Zendegi (L like Life, 1991), From Other Point of View (1991), Balcony (1992), Private M. Hosseini (1992), Just a Glance (1992), Barbershop (Sartarash Khane / Barber’s, 1993), Pantol (1993), , The Pigeon of Nader Flew (Nader’s Pigeon Flew, 1994), Again Rain with Melody (1995), Life in Fog (1995), That Man Came Along (1995), Party (1996), Like Mother (1996), God’s Fish (1996), Notebook’s Quote (1996), Ding (1996), Telephone Booth (1997), Ballads of Plain’s Girl (1998), War is Over (2003), Daf (2003)

Çavkanî: 

Kürt Sineması: Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm (Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin), Rûpel: 137-204. Nivîskar/Amadekar: Mizgîn Müjde Arslan. Weşanxane: Agora Kitaplığı.

Göçebe İmajlar: Bahman Ghobadi ve Sineması. (Nimayên Koçer: Behmen Qubadî û Sînemaya Wî). Nivîskar: Nîhat Nuyan – Weşanên Avesta

Devletsiz Bir Ulusun Sineması (Sînemaya Neteweyekî Bêdewlet), rûpel: 91-110. Nivîskar: Soner Sert – Weşanên Dipnot.

“Gemideki Hayalet: Türk Sinemasında Kürtlüğün ve Türklüğün Kuruluşu” (Spêleya di Keştî de: Sazkirina Kurdîtî û Tirkatî ya di Sînemaya Tirkî de), rûpel: 330-337. Nivîskar: Sebahattîn Şen – Weşanên Metis.

Hejmara 8emîn ya Kovara Zarema (2016)  

Kaplumbağalar da Uçar (Kûsî Jî Dikarin Bifirin). Nivîskar: Behmen Qubadî – Weşanên Avesta 

http://mijfilm.com/

https://ku.wikipedia.org/wiki/Behmen_Qubad%C3%AE

https://tr.wikipedia.org/wiki/Behmen_Kubadi

https://sinemayaserbixwe.com/di-dile-xwezaya-jiyane-de-ciroken-rastin-texte-res/

https://www.imdb.com/name/nm0315842/

https://iffr.com/en/persons/bahman-ghobadi

***


Rûmet Jî Digîre

Ewrekî di kanîya çavên te de

Hema hema barand û barî.
Tu wekî avê dixwînî

Ên ku di dilê min de derbas dibin.
Cîhanê dît,

Em qewixandin…

Rondikên xwe negirî,
Rûmet jî digîre…
Bihêle, bila rûyê esmanê bê şûştin,
Were şûştin tîrêjên roavabûnê
Yên ku lacîwerd, kesk, zer.

Va ye, em dîsa di berbangê de ne
Tiptazî
Û hêşîn.

Va ye, tu dibêjî qey bayê çiyayê ye
Û va ye, tu dibêjî qey bahor e…

Tu kes nikare, ew nênûka ku em jê dikin
Û ji davêjin re jî tiştekî bibêje.
Tu keça herî bedew
A hemû galaksîyan e,

Ez jî cewher im êdî,
Cewherê tirafê me,
Tirafa sewdaserîyê
A ku Prometheus dişewitand…

Ne di enîya me de şermek,
Ne di binçengê me de
Xaça veşartî.
Me ji vî gelê hez kir
Û ji vî welatê
Ev e sûcê me yê pîroz
Û ê nayê efûkirin…

Helbest: Ahmed Arif

Wergêr: Rûmet Med

*Ev nivîs û werger cara yekem di hejmara 13emîn a kovara Sosyalîst Mezopotamyayê de hate weşandin. (Berfanbar, 2022)

Li ser rojnamegerîyê fîlm û belgefîlmên balkêş | Gazetecilik üzerine izlenmesi gereken film ve belgeseller

Amadekar/Hazırlayan: Rûmet Med

Di dîroka sînemayê de heta niha di derbarê rojnamegerîyê de gelek fîlmên sînemayê, belgefîlm û rêzefîlm hatine kêşandin/têne kêşandin. Di vê lîsteya fîlman de li ser rojnamegerî û çapemenîyê gelek fîlmên sînemayê û belgefîlmên balkêş cî digirin, û yek jî rêzefîlm ji bo temaşevanan hate hilbijartin.   

Sinema tarihinde bugüne kadar gazetecilik hakkında bir çok film sinema film, belgesel film ve dizi film çekilmiştir/çekilmektedir. Bu film listesinde gazetecilik ve basın üzerinde çekilmiş bir çok sinema filmi ve belgesel film yer alıyor, ve bir de dizi film izleyici için seçildi. 

His Girl Friday (1940)

Meet John Doe (1941)

Citizen Kane (1941)

Ace in the Hole (1951)

Deadline - U.S.A. (1952)

La Dolce Vita (1960)

The Parallax View (1974)

Network (1976)

All The President's Men (1976)

The China Syndrome (1979)

Reds (1981)

Absence of Malice (1981)

Missing (1982) 

The Year of Living Dangerously (1982)

Under Fire (1983)

The Killing Fields (1984)

Salvador (1986) 

Broadcast News (1987)

Cry Freedom (1987)

Newsies (1992)

Quiz Show (1994)

Wag the Dog (1997)

The Insider (1999)

Almost Famous (2000)

City of God (2002)

Veronica Guerin (2003)

Shattered Glass (2003)

In My Father’s Den (2004)

Good Night and Good Luck (2005)

A Sunday in Kigali (2006)

Zodiac (2007)

Frost/Nixon (2008)

State of Play (2009)

Press (2010)

The Bang Bang Club (2010)

Page One: Inside the New York Times (2011)

The Newsroom (rêzefîlm, 2012)

La grande bellezza (2013)

Nightcrawler (2014)

Citizenfour (2014)

Kill the Messenger (2014)

Je-bo-ja (2014)

L’enquête (2014)

True Story (2015) 


Spotlight (2015)

Snowden (2016) 

Kaygı (2017)

The Post (2017)

Minamata (2020)

French Dispatch (2021)

Lyra (2022)

The Killing of a Journalist (2022)

She Said (2022)

Endangered (2022)

*(Fîlm û belgefîlmên ku di lîsteya fîlman de cî digirin li gorî salên çêkirinê hatine rêzkirin. / Film listesinde yer alan filmler ve belgeseller yapım yılllarına göre sıralanmıştır.)

“JI BO FÎLMEKÎ SENARYO” hate weşandin


Pirtûkeke nû ya Kurdî ya li ser senaryoyê li pêşberî xwendekar, sînemager, lêkolîner û sînemahezan e. “Ji Bo Fîlmekî Senaryo” ji alîyê A. Rahîm Kiliç ve hate amadekirin ku li ser pêvajoya afirandin û nivîsandina senaryoyê disekine. Pirtûka senaryoyê çavkanîyeke nû ye ku ji kesên ku dixwazin senaryoyê binivîsin ve bibe alîkar, ji Weşanên Avestayê derket.

“JI BO FÎLMEKÎ SENARYO” di qada sînemayê de xebateke nû ye ku li ser afirandin û nivîsandina senaryoyê disekine, ji 176 rûpelan pêk tê. Pirtûk ji alîyê Weşanên Avestayê ve hate weşandin.

“Dibêjin, “Berê gotin hebû.’’ Îro jî heye û li nav me jî heta tu bêjî xurt e. Bi vê kitêba li ber destê we jî nivîskar hewl dide, me hînî vegotineke nû bike. Hûnera afirandina senaryoyeke bêkêmasî, dibe ku wekî labîrentekê mistîk, tevlihev û wekî cîhaneke nenas bi heyecan be. Ev kitêb rêberek e ku ji we re bibe alîkar da hûn kesên xwedî gotin çîroka xwe ya awarte biafirînin. Nivîskar di her beşeke kitêbê de perdeya ser çîrokê radike û çîroka xwîner ber bi perdeya spî ve dibe. Di kitêbê de serpêhatiyên şexsî, şîret û temrînên pîşeyî yên nivîskar hene da ku xwendevan bikaribe hêz û jêhatîbûna xwe bi pêş ve bibe. Pratîk û temrînên bo nivîsandina çîrokê, sazkirina senaryoyê, pêşketina karakter, afirandina diyalogan, xeta vegotinê û hwd. çend mînak in ji van.

“Ji bo Fîlmekî Senaryo” di rewîtiya we de ya ji çîrokekê ber bi senaryoyê ve rêberek e. Bi mînakên balkêş hemû xalên senaryoyê hatine vegotin û bo ku çîroka we bi hemû balkêşiya xwe bixemile, pêdiviyên xwîner radixîne ber çavan. Piştî xwendina vê kitêbê xwîner, bi zimanê fîlmekî dihise û ji bo ku li dû zimanê fîlmê xwe here, baştir bala xwe dide têgehên weke dem, cih, karakter, tevgerên kamerayê û hwd.” (Nivîsa danasîn a pirtûkê)

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Peyvên Rastînê / Gerçeğin Sözcükleri

 

Nivîs: Rûmet Med

Ji hevokên ku derîyên têgihanê dişkînin, perdeya reş a pêşdarazîyê radikin û rengên rastînê didin der gelek hez dikim. Hevokên rastînê neynika herî zelal a jîyanê ne ku derîyên nû vedikin û asoyan kûr dikin. Bi tenê ruhê deng û rengên rastînê dikarin biharên Bihuştê bînin.

Divê mirov ruhê dilê xwe ji hemû pûtan rizgar bike. Ango divê hemû pêşdarazî bişkîne, hesta empatîyê biafirîne û bihêz bike, jiyaneke aramdar divê. Replîka fîlmê Krzysztof Kieślowskîyî yê "Sê Reng: Sor"ê tê bîra min, "Bi tenê aramî dixwazim, jiyaneke aramdar."

*Ger mirov gotin û mafên xwe bi peyvên etîk, qenc, biwicdan, birûmet û xweş ve neynin zimên, wê demê tu ferqa mirov ji tiştên ku li dijî derdikevin namînin û dibin wekî dijberên xwe. Tu mafdarîya wan jî namîne.

Yên ku di dilên xwe de hezkirin, xweşbînî, etîk, wicdan, qencî nahewînin tu carî ne mafdar in. Hemû peyvên wan pûç, xapînok, vala û tew derew in.

*Divê mirov bêyî şert û merc û berjewendî her tim ji alîyê mafdaran bibe.

*****

Algı kapılarını kıran, önyargının karanlık perdesini kaldıran ve gerçeğin renklerini açığa çıkaran cümleleri çok seviyorum. Gerçeğin cümleleri, yeni kapılar ve ufuklar açan hayatın en net aynalarıdır. Yalnızca gerçeğin sesleri ve renkleri Cennetin baharlarını getirebilirler ve huzur verici bir yaşam olmalı. 

İnsan yüreğinin ruhunu putlardan kurtarmalı. Yani bütün önyargıları kırmalı, empati duygusunu yaratmalı ve güçlendirmeli. Krzysztof Kieślowski'nin "Üç Renk: Kırmızı" filminin bir repliği aklıma geliyor, "Sadece huzur istiyorum, huzur veren bir hayat."

*Eğer insanlar sözlerini ve haklarını etik, iyi, vicdanlı, onurlu ve güzel sözcüklerle dile getirmeseler, o zaman karşı çıktıkları şeylerden hiç bir farkları kalmaz ve karşıtları gibi olurlar. Hiçbir haklılıkları da kalmaz. 

Yüreğinde sevgi, hoşgörü, etik, vicdan ve iyilik barındırmayanlar hiç bir zaman haklı değiller. Bütün sözcükleri çürümüş, kandırmaca, boş ve hepten yalandır.

*İnsan şart, koşul ve çıkar olmaksızın her zaman haklılardan yana olmalı.

Wêne/Fotoğraf: pexels.com/markus-winkler-1430818/

7 kurteçîrokên nû yên Julio Cortázarî hatin dîtin

 

Nûçe: Rûmet Med

7 kurteçîrokên nû yên wêjekarê navdar ê Arjantînî Julio Cortázarî piştî bi dehan salan hatin dîtin. 7 kurteçîrok berî avêtina çopê hatine dîtin û piştî salekê fam dikin ku berhemên Cortázarî ne.

Nivîskarê hoste Julio Cortazar, bi roman û çîrokên xwe ve tê naskirin û yek ji nûnerên herî girîng ê wêjeya Amerîkaya Başûr e ku di sala 1984ê jiyana xwe ji dest dabû. Di destpêka meha Cotmehê de hate eşkerekirin ku 7 kurteçîrokên nû yên Cortázarî hatine dîtin, nivîskarê van çîrokên xwe berî weşandina “Historias de cronopios y d famas”ê nivîsandine.

Julio Cortazar berî ku biçe li Parîsê, sê berhemên wî li Buenos Airesê hatibûn çap kirin. Di sala 1951ê de ji ber sedemên sîyasî ji Arjantînê diçe li Frensayê, heman salê pirtûka wî ya bi navê “Bestiario” tê weşandin. Piştî deh salan, berhema wî ya “Rayuela” derdikeve li pêşberî xwîneran û di heman salan de karakterên pevxistî yên bi navê ‘Cronopios’ê diafirîne ku ji namea nivîskarê pêk tê û li ser teorîya wêjeyê hatîye nivîsandin. Di sala 1962yê de berhema “Historias de cronopios y d famas” hatiye weşandin. Lê belê piştî gelek salan, 7 kurteçîrokên wî yên nû jî hatin dîtin.

Kurê berhevokvanekî Uruguayî, di sala 2019ê de piştî mirina bavê xwe, guhertoyeke pirtûkê ya bi daktîloyê hatiye nivîsandin peyde kiriye. Berhema ku pê daktîloyê hatiye nivîsandin ji 46 kurteçîrokên Julio Cortázarî ku ji hevalê xwe re şandine pêk tê. 35 çîrokên vê pirtûkê di çapa 1962yê ya “Historias de cronopios y d famas”ê de cî digirin û 4 çîrokên pirtûkê jî di kovarên wê demê de hatibûn weşandin. Malbata berhevokvanê, pirtûkê berî avêtina çopê dibînin û dixwazin bizanin ka berhema Cortázarî ye yan na. Ji ber vê, bi akademîsyen û berhevokvanê pirtûkên antîkayê Lucio Aqulianti re dikevin têkilîyê. Piştî lêkolînê, dibînin ku berhema wêjeyî pê daktîloya “Olivetti Letera 32″yê ya hevsara Cortázarî, Aurora Bernandezê hatiye temam kirin. Nivîskar, daktîloya “Olivetti Letera 32″yê heta sala 1966ê jî bikar anîye.

Di heman demê de, berhemên din ên Julio Cortázarî yên li Pirtûkxaneya Neteweyî ya Arjantînê vedikolin û dibînin ku kurteçîrokên nivîskarê ne. Lucio Aqulianti di derbarê encama lêkolînê de axaftineke kiribû û gotibû: “Ez teqez dikarim bipejirînim ku ev berhemeke resen a nivîskarê ye ku pê daktîloyê hatiye nivîsandin û xwedî girîngîyeke mezin e.” Lê belê kurteçîrokên nivîskarê çawa ketine destê berhevokvanê hêj ne hatîye çareser kirin. Kurteçîrokên Julio Cortázarî yên neweşandî, dê bi mezatê bi vekirina 12 milyon dolarî bêne firotin (Mala Mezadê ya Zorilloyê).

Bi tenê sernavên 7 kurteçîrokên Cortázarî hatin eşkerekirin; “Inventario”, “Carta de un fama a otro fama”, “Mariposas automáticas”, “Los viajes y los sueños”, “Diminuto unicornio”, “Rabia del espejo” û “Rey del mar.” Xwedîya/ê berhemê yê/a niha, nasnameya xwe vedişêre û hatibû eşkerekirin 7 kurteçîrokên Julio Cortázarî di 12ê Cotmehê de ji aliyê Malên Mezadê yên Zorrilla û Hilario (Montevideo û Buenos Aires) ve bi mezatê dê bêne firotin.

Çîrok û romanên wêjekarê hoste Julio Cortázarî heta niha bi dehan zimanan hatine wergerandin. Cortázarî, gelek berhemên nivîskarê mezin Edgar Allan Poeyî wergerandine bo zimanê îspanî û senaryoyên gelek fîlmên sînemayê nivîsandine.*

Çavkanî: El PaisIndependent Türkçe 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com