Wekî ku her rojan, ew roj jî sibê zû şiyar bûbû. Taveroja berbangê, li ser ax û avên
bajêr, rengê germahî û roniya xwe hêj nû vedide bû.. Bendikên pêlavên xwe bi lez û bez
girêda û bi sê tekera xwe ya li ber mala wî amede,
re ketibû rê...
Roniyên tavê, bihêdîka xwe dirêj û xuya dikiribûn û siya gavên
pêyan û sê tekerê bi hev re çûbûn. Bayê rojên ên dawî yên payîzê diwezî bû û pelên darên cur be cur dikevîbûn ji erdan re, mîna pêlên ku li ser beravên behreke gurgurî bûn..
Gava ku ji pêşberî dibistana xwe ya berê derbas bû, ew rojên xweş hatin bîra wî, herî zêde jî bêrî yên hevalên xwe kir. Hin hevalên wî winda bûbûn û
hin jî ji vê derê dûr ketibûn. Bi hevalên xwe re Selpakfiroşî û Boyaxkerî kiribûn, hin rojan di kolanên bajarê de av firotibûn û hin caran
jî kêşvanî dikir bûn. Hêj jî gelek hevalên wî, di van
rojan de dixebitin û wan car caran rastî hev tên. Keniyên wan difikirî û dilê
xwe, bi wan û bîranînan ve germ kir. Bişirên wan, wekî wêneyekê spî ku di nav demê de diyar dibe,
hatin ber çavên wî. Piçekî wext derbas bûbû ku westiya û li cem dîwarekî gewr de kêliyek sekinî...
Zarok bi gavên biçûk û westiyayî digeriya li kolanên taxên bajêr û dengê wî heta şeqama din î bajêr hate bihîstin. Di nav bêdengî û
dirêjbûna ên havilan de, li ber derî malan û qirşan, hin hesin û dar avêtibûn, wan dîtin û hilgirtin û dana li ser sê tekera xwe ya têde karton û çar-pênc heb
jî hesin
û xurdeyan
diyar in û gavên wî zêde lez nebûn..
Fîravîna xwe dikarî encax piştî nîvro xwar, nanê wî baboleyeke ku di mala xwe
anî bû, di demeke kurt li ser kevirekî biçûk de rûnişt. Stranek hate bîra wî, ev strana
qedîm hertim bapîra wî distrî bû, wî li bajêr Dengbêjekî binav bû, gelek çîrokan,
stranan û kilaman dizanî bû û berhemên wî yên bi
xwe jî bêhejmar
bûn.
Demjimêran hêdî hedî derbas bûn û
hewa jî tarî bûbû.
Ji ciyekî ku nêzîk e an jî
dûr e tam ne diyar de, dengên nîvdiyar hatibûn. Danê êvarê bû û dem diherike û li ser ax û kolanên bajêr rengê hêviyê
digeriya bû...
Nivîs: Rûmet Med
Hiç yorum yok: