Cinema
Wêje
Pirtûk
Huner
Dîrok
Nûçe
Jîyan û Mîtolojîya Sumeran
By: rumetmed on Şubat 15, 2025 / comment : 0 çand, dîrok, gotar, huner, jiyan, kurdî, kurmancî, mîtolojî, nivîs, ol, slider, somer, Sumer, Sumeran, Sumerian, The Raising of Kurds, zanist
Nivîs: Rûmet Med
“Mîtolojî” peyveke ji zimanê Grekî ye, tê wateya destan, efsane û çîrokan. Peyva “Mîtolojî” ku wek etîmolojîk ji her du peyvên ‘mît’ û ‘logos’ê pêk tê, di herikîn û geşedana dîroka mirovahîyê de cîhekî gelek girîng, taybet û diyarker digire. Yek ji çavkanîyên bingehîn ên warê wêjeyê ye û di heman demê de bandorê li ser huner, ol û zanistên din û nivîsîna dîrokê kiriye.
“Mît” (Mîtos) him bi devkî, him bi nivîskî ne û him jî ji sembolên cur bi cur ên nîgarî û peykerî hwd. pêk tên. Mîtolojîyên Kurdan bi piranî bi devkî hatine gotin, wek mînak Kawayê Hesinkar, Gilgamêş, Memê Alan, Ristemê Zal, Şuşyant û Şahmaran di mîtolojîya Kurdan de cîhekî girîng digirin û paşê bi varyantên cuda hatine nivîsandin. Sumerîyan, Hurrîyan, Akadîyan, Asûrîyan, Babîlîyan, Misrîyan û Grekîyan di warê mîtên nivîskî de dewlemend bûn û bi taybetî çavkanîyên mîtolojîya Sumerîyan bandorê li ser hemû ol û mîtolojîyên cîhanê yên ku piştî dema Sumeran pêk hatine, kirine. Di navbera olan û mîtan de têkilîyeke xurt û diyarker heye; mîtan qala çîrokên serpêhatîyên kesayetî, mijarên olî, bûyerên metafîzîk û derasayî dikin, ku bandorên mezin û diyarker li ser olan kirine.
Vegotinên çîrokên mîtolojîyan li gorî bawerî, nerîn û rêwiştên civakan diguherin, mîtosên hemû netewe û gelên cîhanê hene, gelek caran heman çîrok li herêmên cuda yên erdnîgarîya dinyayê bi awayên cihê û resen ve hatine gotin û şîrovekirin. Naverokên mîtan bi vegotinên cuda yên nifşên çaxan û bi demê re diguherin û li gorî pêwîstîyên neteweyan teşe digirin ku her çîrokbêj jî bi form û awayên cuda ve dibêjin. Çîrokên mîtololojîk di nav xwe de leheng, karakter û gerdûnên cuda afirandine û li ser afirandina mirovan, gerdûnê û herikîn-guherîna xwezayê û jiyanê şîroveyên cuda pêk anîne, û hest, raman û fikrên mirovên wî çaxî didin der.
Mîtolojîya Sumeran
Şaristanîya Sumeran yek ji şaristaniyên Mezopotamyayê ye ku wekî gelek tiştên bingehîn ên jîyanê cara yekem nivîsandinê îcad kirine û di gelek warên jiyanê de berhemên nivîskî afirandine. Şaristanîya Sumeran di jiyana rojane, zanist, huner û warên din ên jiyanê de gelek pêşketine û li gorî demê xwe wêjeyeke bandorker afirandine ku çavkanîyên xwe bi piranî ji hêman, bûyer û serpêhatiyên dîrokî yên mîtolojîyê digire.
Mîtolojîya Sumeran, diçe heta dema hilweşandina Sumeran ku bi çanda olî û zanistî ve girêdayî ye. Di dîroka Sumeran de bi hezaran xweda û xwedawend cî digirin û çîrokên mîtolojîya Sumeran bi giranî ji bûyer, çîrok û serpêhatiyên wan pêk hatine. Destana Afiriş, çîroka Tofana Nûh, çîroka Adem û Hewa, Qabîl û Habîl, Şahmaran û gelek çîrokên mîtolojîk ên din cara yekem di berhemên wêjeyî û mîtolojîk ên Sumeran de bi awayekî hatine gotin. Sumeran cara yekem xweda û xwedawendên panteona Mezopotamyayê afirandine, di bawerîya wan de ji bo her kiryarek xwedayekî an xwedawendeke hebû û bi awayekî hîyearşîk cîhên xwe digirtin.
Qral-xwedê Enlîl (di zimanê Akadî de Ellîl) di nav hîyearşîyê de di serî de bû û piştre serokwezîrê wî Enkî (di zimanê Akadî de: Ea) cî digirt. Xwedayê rojê Utu dikaribû her tiştî bibîne, maf û dadê jiyanê diparast û alîkarî li mirovan kir. Xwedayê zanatî û avê Enkî bû û wek piştevanê mirov û sêrbazan tê zanîn. Xwedawend Înannayê sembola stêrka Gelawêjê bû û piştevanîya evîndar û şervanan dikir. Çanda Sumeran bandorê li çanda Samîyan jî kirine, ku navên Sumeran bi awayekî hatine guherîn û derbasî li çanda Samîyan bûne. Wek mînak; xwedawenda Sumeran Înannayê dayîka hemû xweda û xwedawendan bû, bihêz û weke derasayî hate dîtin ku di Akadan de wek Îştar hatibû binavkirin, xwedayê Sumeran Enkî di çanda Akadan de bi navê Ea hat binavkirin, xwedayê rûyê asîmanê yê Sumeran An bû û di Babîlan de wek Anu dihat binavkirin.
Ola Sumeran
Sumeran xwedî bawerîyeke polîteîst (pirxwedêperest) bû û di perestgehên bi navê Zigguratan de îbadetên xwe dikirin. Zigguratan ji heft qatî pêk dihatin û bi tevahî sê beş bûn. Qatên ewil wek embera xwarinan hat bikaranîn, qatên navên dibistan û perestgeh bûn, û qatên dawîn jî wek nerîngeh (resedxane) hatibû bikaranîn. Serpêhatiya dahêna nivîsê digihîje perestgehên Sumeran.
Xanî û perestgehên li Mezopotamyayê ji ber kêmbûna keviran ji kerpîç û libinan hatine çêkirin û tevî ku pir caran rastî êrîş û dagirkirinê hatibin jî ji ber vê yekê gihîştine heta îro. Di Sumeran de ji bo her tiştî xweda û xwedawendan hebûn û bi sûreta mirovan dijîyan, lê belê li gorî bawerîya Sumeran xwedî hêzên sermirovî bûn û nemir bûn. Xweda û xwedawendan ji mirovan re nadibêjin ku ew çi dixwazin, lê mirovan bi tenê bi pirsyarkirinê fêrî xwestekên wan dibûn. Di Sumeran de rîtuelên olî bi giştî ji dia, qurban û merasiman pêk dihatin, piştî diayan di perestgehan de îbadetên borak û qurban dikirin. Qurbanên bixwîn û bêxwîn hebûn; qurbanên bixwîn ji bo dilxweşîyên xweda û xwedawendan, ji bo alîkarîya mirovan û ji ber parastina hin karesat û bobelatan dihatin kirin, û qurbanên bêxwîn jî ji mêwe, zebze, şênkatîyên cur bi cur, mey, av, rûnên zeytên, nektarên mêweyan, gîyayên bêhnên xweş, guliyên daran û bixuran pêk dihatin.
Navên Xweda û Xwedawendên bingehîn ên Sumeran ên di Destana Gilgamêşî (Yek ji destanên herî girîng a mîtolojîya Sumeran) de derbas dibin:
Anu an jî An: Xwedayê esmanê, di destpêkê de serxweda bû û bi demê re xwedayê hewayê Enlîl cihê wî girtiye.
Enlîl: Xwedayê hewayê, bavê xweda û xwedawendan e, û perestgeha wî li herêma Ekur a bajarê Nîppurê cî digire.
Enkî: Xwedayê zanatî.
Nîmmah (Nînhursag): Xanima mezin, dayik-xwedawend û xwedawenda erdê.
Nanna (Sîn): Xwedayê heyvê.
Utu (Şamaş): Xwedayê rojê, kurê xwedayê heyvê Nannayî.
Ecem (Queen): Qralîçe, xwedawenda malmezinan.
Înanna (Îştar): Xwedawenda evîn û zêdehî.
Nîntî: Tî, di zimanê Sumerî de hem tê wateya ‘jiyandin’ û him jî tê wateya ‘hestiyê parsû’. Navê Nîntî jî tê wateya ‘xanima jiyandin’ û ‘xanima hestiyê parsûyê’. Nîntî yek ji heşt xwedawendan e ku ji aliyê Nînhursag ve ji ber başkirina bedena Enkîyî hatiye afirandin. Li gorî çîrokê Enkî, yek ji kulîlkên qedexe xwariye û ji ber vê yekê ji aliyê Nînhursag ve hatiye naletkirin. Nînhursagê ji bo başkirina Enkîyî ji aliyê xwedayên din hat qanekirin. Ev çîrok, wek çavkanîya çîroka afirandina Adem û Hewayê ya di beşa Genesis (Afiriş) a Tewratê de derbas dibe, tê nirxandin.
Mîtosa Afirişê
Li gorî bawerîya Sumeran di destpêkê de esman û erd yek bû, paşê esman û erd ji aliyê xwedayan ve hat veqetandin.
Li gorî bawerîya Sumeran jêderka gerdûnê bi vî awayî tê şîrovekirin:
- Di destpêkê de behra primordial hebû; di derbarê jêderk û pêkhatina wê de tu tişt nayê gotin û di bîra Sumeran de dibe ku her tim heye.
- Behra primordial, çiyayê kozmîk çêkir ku ji yekbûna esmanê û erdê pêk tê.
- Dema ku xwedayan bi şiklê mirovan dihatin kesandin, Anu (esman) nêr û Kî (ax) mê bûn. Ji yekbûna Anu û Kî xwedayê hewayê Enlîl hat dinê.
- Xwedayê hewayê Enlîl esman ji erdê veqetand û bavê wî Anu esmanê girt, û Enlîl dayika xwe Kî û erdê girtin. Yekbûna Enlîl û dayîka wî Kî bû sedema destpêka sererastkirina gerdûnê, afirişa mirovan û damezrandina şaristanîyê.
Helbesta li jêrê ya Sumeran a bi navê “Gilgamêş, Enkîdu û Dîyarê Mirîyan” di derbarê vê mijarê de hin agahîyan dide. Li gorî helbestê di destpêkê de esman û erd yek bû û paşê ji hev veqetandin. Bi vî awayî afirandina mirovan hat fermankirin. Piştre xwedayê esmanê Anu li esmanê û xwedayê erdê Enlîl li erdê serwer bûn.
“Piştî ku esman ji erdê dûr dikeve,
Piştî ku erd ji ezmên veqetiya,
Piştî ku navê mirovê tê dayîn,
Piştî ku Anu ezmanê bi dest xist,
Piştî ku Enlîl erdê girt,
Piştî ku Ereshkigal hate girtin û wek xelata Kurê hate birin,
Piştî ku ew ber bi behrê çû,
Piştî ku bi keştîyê ber bi Baba Kur ve çû,
Piştî ku Enkî bi keştiyê ber bi Kur ve çû;
(Kur) kevirên piçûk avêtin ji qralê re,
Wî, kevirên mezin avêtin ji Enkî re;
Kevirên wî yên biçûk, kevirên bi qasî destan,
Kevirên wî yên mezin,…. kevirên qamîşan,
Stûna piştî ya keştîya Enkîyê,
Di şerê dişibe bahozeke êrîşkar de têk çû;
Li hemberê qralê, avên di tenişta keştîyê de,
Ew mîna guran daqurtandibû,
Li hemberê Enkî, avên li pişt keştîyê,
Wekî şêran lêdixist.” ¹
Afirandina Mirovan
Di çavkanîyên mîtolojîya Sumeran de mirovan ji bo xizmetkirina xwedayan hatine afirandin. Xwedayê hewayê Enlîl bi mebesta xizmetkirina xwedayan û bi pêşniyara Enkîyî xwedawenda dexlê Aşnan û xwedayê gamêşê Laharî afirandine, lê belê her du jî rojekê bi hev ketine û karên xwe nekirine. Xwedayên ku li benda xizmetan in, ji ber kar û barên rûyê esmanê westiyane û di derbarê vê mijarê de serî li Enkîyî dane û gilî kirine. Ji ber xewa wî haya Enkîyî jê çênebûye, lê wî ferman daye ku xwedawend Nammu û xweda Nîmmah divê bi hev re mirovan biafirînin. Nînmah û Nammu “bi cebilandina gilkan a li ser avên kûr”, “bi şiklê xwedayan” mirovan afirandine ku hêzên wan ên nemirîyê nîne. Xwedayan, ji bo pîrozkirina afirandina mirovan merasimeke li darxistine û serxweş bûne, ji ber serxweşîyê 6 mirovên ku ji aliyê Nînmah ve hatine afirandin biqisûr bûne û mirovê ku ji aliyê Enkî ve hatiye afirandin jî ji hêla aqil û fizîkî ve biqisûr bûye. Enlîlî ku ji bo sererastkirina xetaya xwe ji Nînmahê alîkarî xwestiye û ji ber xetaya xwe hatiye naletkirin.
Di mîtolojîya Sumeran de di derbarê afirandina mirovan de efsaneyeke din a bi navê Adapa hatiye vegotin û tê fikirîn ku çavkanîya bawerîya Ademî ye. Mewêya qedexe, bihuşt û qewirîna jiyana bêdawî, agahî û hunerên şaristanîyê ku di çîroka Ademî de derbas dibin di efsaneya Adapayî de dişibe hev in.
Bandorên Bawerî û Mîtolojîya Sumeran
Bawerîya Sumeran di mijara têgihîştina olên Rojhilata Navîn de ligel ola Misrî çavkanîya bingehîn e. Li gorî lêkolîner û nivîskar Arîf Tekînî, gelek hêmanên mîtolojîya Sumeran bi hevbandorîyên wekî sirgûniya Babîlê ya Cihûyan û bi riyên din ve guherîne, li cîhanê belav bûne, di pirtûkên olî û vegotinên çandî de cihên xwe girtine û heta îro hatine. Efsaneyên afiriş û tofan derdikevin pêş. Têmayên sereke; veqetandina esman û erdê, afirandina hemû tiştî ji avê û li ser avê, afirandina mirovan a ji gilkan û bi şiklê xwedayan, bi bikaranîna peyva Tî (aîdê mêran e) – ya ku di zimanê Sumeran de tê wateya puxteya jiyanê û parsû- re afirandina jinan, mirovên pêşî ku hezar salan an jî bi hezaran salan jiyane, hewla mirovan a ji bo gihîştina agahîya li ser esmanê û ji ber vê yekê hêrsbûna xwedayan, çîroka Tofanê, çêkirina keştîyan û li keştîyê anîna cotek ji her afirîdên giyandar. Destana Gilgamêşê di vê mijarê de mînakeke herî baş, girîng û zelal e ku li gorî mîtolojîya Sumeran Ziusudra ji tofanê xelas bûye û li gorî destana Gilgamêşê ya li Babîlê Utnapiştim ji tofanê xelas bûye.*
Li gorî lêkolîner û nivîskar Orhan Hançerlîoglu; “Girîngiya herî mezin a xwedayê Sumeran Mardûkî ew e ku çavkanîya sê olên mezin ên yekxwedatî ye. Piranîya çîrokên li Tewrat û Încîlê efsaneyên Sumeran in. Efsaneya Sumeran ku eslê çîroka Nûh û Tofanê ye, çar hezar salan beriya Tewrat û Încîlê ye. Dîsa li heman herêmê, bûye çavkanîyên zagonên Qral Hamurabî ku di sedsala 18’an a B.Zyê (berî zayînê) jiyaye û qaydeyên Tewratê.”** Motîf û karakterên hin vegotinên Tewratê yên Samîyan ku tê gotin piştî esareta Babîlê hatine nivîsandin, dişibe çîrokên olî yên Sumeran in.***
Çavkanî:
“Ferheng Somerî Kurdî & Kurdî Somerî”. Mamê Elî & Suleyman Yildirim. Weşanên J&J (2011)
“Destana Gilgamêşî”. Wergêr: Deham Evdilfetah. Weşanên Wardozê, Destan, (2019)
*”Sümerlerden İslam’a Kutsal Kitaplar ve Dinler”. Arif Tekin. Berfin Yayınları (2017)
**”Düşünce Tarihi”. Orhan Hançerlioğlu.
https://web.itu.edu.tr/~bulu/favorite_books_files/dusunce_tarihi_v01.pdf
***https://tr.wikipedia.org/wiki/Belgesel_hipotez
“Sümerler: Tarihleri, Kültürleri ve Karakterleri”. Samuel Noah Kramer. Alfa Yayınları (2024)
“Sümer Mitolojisi”. Samuel Noah Kramer. Kabalcı Yayınevi-Doruk Yayınları (2020)
“Tarih Sümer’de Başlar”. Samuel Noah Kramer. Kabalcı Yayınevi-Doruk Yayınları (2020)
“Sümerlerin Kurnaz Tanrısı Enki”. Samuel Noah Kramer. Kabalcı Yayınevi-Doruk Yayınları (2020)
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mîtolojiya_Mezopotamyayê
https://en.wikipedia.org/wiki/Sumerian_religion
https://ku.wikipedia.org/wiki/Sumer
https://tr.wikipedia.org/wiki/Sümer_mitolojisi
¹ Helbest ji aliyê Rûmet Med (Onur Kaya) ve hate wergerandin.
Hejmara yekem a e-kovara "FotoDîmen"ê hat weşandin | E-dergi "FotoDîmen"in ilk sayısı yayınlandı
By: rumetmed on Aralık 30, 2024 / comment : 0 art, çîrok, dergi, foto, fotograf, fotoğraf, fotoğrafçılık, hikaye, huner, kovar, photo, sanat, slider, wêne, wênekêşî
E-kovara wêneyan "FotoDîmen" dest bi weşanê kir! - E-fotoğraf dergisi "FotoDîmen" yayına başladı!
Hejmara yekem a kovara "FotoDîmen"ê | "FotoDîmen" dergisi'nin ilk sayısı:
www.fotodimen.wordpress.com
Yek ji derhênerên pêşeng û herî serketî yên Sînemaya Kurdî: Behmen Qubadî
By: rumetmed on Şubat 28, 2024 / comment : 0 Behmen Qunadî, cinema, derhêner, huner, hunera heftemîn, jiyan, kovar, kurdî, Kurdish Cinema, kurmancî, sinema, Sînemaya Kurdî, Sînemaya Serbixwe, slider
Nivîs: Rûmet Med
Derhêner, senarîst û çêkerê navdar ê kurd Behmen Qubadî di sala 1969ê de li bajarê Baneyê ya Rojhilatê hate dinê û yek ji sînemagerên pêşeng û girîng ên Sînemaya Kurdî ye ku bi fîlmên xwe ve li hemû cîhanê tê naskirin. Qubadî di fîlmên xwe de bi giştî mijar û pirsgirêkên netewî, civakî, zayendî, çînî, aborî, takekesî radixe ber çavan, û babet û têmayên wekî sînor, bêwarî, evîn, mirin, xizanî di fîlmên wî de derdikevin pêş.
Behmen Qubadî hêj di 12 saliya xwe de li bajarê Sineyê bi amatorî tevlî li koma derhenerên filman bû, di salên perwerdebûna xwe de di radyoyeke de xebitî û li Îranê ji Dibistana Çapdêrî perwerdehîya Derhênerîya Fîlman dît. Ji ber bûyerên wê demê mala xwe bar kir li Sîneyê, di 1992ê de ji bo perwerdehîya bilind çû li Tehranê ku ji sala 1998ê pê ve dest bi karê wênekarîya pişesazîyê kir û perwerdehîya wî ya sînemayê nîvçe ma. Di navbera salên 1989-1998an de bi kamereya xwe ya 8 mm’î re gelek kurtefîlm kişandin û fîlmên wî di bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hatin nîşandan û xelat girtin.
Kurtefîlmê Behmen Qubadî yê “Jiyana li Mijê” (Life in Fog / Nîv-belgefîlm, 1997) li cîhanê deng veda, ji Festîvala Fîlman a Clermont-Ferrandê Xelata Taybet a Jurîyê girt û li gelek festîvalên fîlman hate nîşandayîn ku ji bo Sînemaya Îranê fîlmekî girîng e. Qubadî bi yekem fîlmê xwe yê metrajdirêj ê bi navê “Dema Hespên Serxweş” (2000) re derket li pêşberî temaşevanên sînemayê ku mijara fîlmê li sînorê derbas dibe û rûyê mirin, xizanî û hêvîyê nîşan dide. “Dema Hespên Serxweş” ji Festîvala Fîlman a Cannesê Xelatên “Kameraya Zêrîn”, “Sînemagerê Ciwan” û “FIPRESCI” girtin. Behmen Qubadî, heman salê di fîlmê derhênerê navdar Abbas Kîarostemî yê “Bad ma ra khahad bord” de weke alîkarê sereke cih girt û di fîlmê Semira Mahmelbaf ê bi navê “Textê Reş” (2000) de bi rola mamoste, weke serlîstikvan lîst ku mijara vî fîlmê di dema komkujiya Helepceyê de diqewime. Fîlmê “Textê Reş” him qala atmosfera piştî Helepceyê û rewşa civakê ya wê demê dike him jî jiyanên kolberên Kurd ên ku piraniya wan zarok in tîne li ber perdeya spî.
Piştî vî fîlmê di sala 2002yê de fîlmê Qubadî yê “Awaza Dayîka Niştiman” (Stranên Welatê Dayika Min / Gomgashtei Dar Aragh) tê. “Awaza Dayîka Niştiman” di sîya şerê de derbas dibe û behsa çîroka stranbêjê kal Mîrza dike ku li Henareyê digere, fîlm, êş û janên gelê Kurd radixe ber çavan. Di 2004ê de fîlmê wî yê “Kûsî Jî Dikarin Bifirin” ket vîzyonê. “Kûsî Jî Dikarin Bifirin” çîroka jiyanên xwişkeke û du birayên kurd tîne li ber perdeya sînemayê, fîlm Festîvalên Fîlman ên Berlîn, San Sebastian û Chicago jî tê de ji bernameya gelek festîvalên fîlman xelat girtin. Derhêner di derbarê fîlmê de gotibû “Ez dixwazim fîlmê xwe diyarî/îthaf li hemû zarokên bêguneh ên cîhanê bikim ku bûne qurbanî li polîtîkayên dîktator û faşîstan.”
Fîlmê derhênerê navdar Behmen Qubadî yê “Nîvê Heyvê” (2006) behsa çîroka muzîkjenê kurd Mamoyî dike ku dixwaze ji bo konserê biçe li Kurdistana Iraqê û di rê de rastî stranbêja kurd Heşoyê tê. Wê demê li Îranê qedexe ye ku jin li pêşîya mêran bistirin. “Nîvê Heyvê” li bernameya gelek festîvalên cîhanê hate nîşandayîn û ji Festîvalên Fîlman ên Stenbol û Ewrasyayê ya Qazaxistanê xelat standin. Derhêner piştî sê salan bi fîlmê “No One Knows About Persian Cats” (2009) û di 2012ê de bi fîlmê “Demsala Kerkedan” ve derket li pêşberî temaşevanan. Fîlmê “No One Knows About Persian Cats” ji beşa Nerîneke Diyar a Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê Xelata Taybet a Jurîyê girt.
“Demsala Kerkedenan” îlhama xwe ji çîroka jiyana helbestvanekî kurd Sadegh Kamangarê digire, atmosfer û bûyêrên wê çaxê nîşan dide ku tê de lîstikvanên navdar ên sînemaya cîhanê yên Monica Belluccî û Behruz Vusukî jî lîstine. Sahel Farzan û hevsara wî Mîna di fîlmê de têne heps kirin, Mîna piştî deh salan ji girtîgehê derdikevê û dibêjin mêrê te jiyana xwe ji dest daye. Mîna li dû vê bûyerê, du zarokên xwe digire cem xwe û bi hev re diçin li Stenbolê. Piştî 20 salan Sahel jî ji girtîgehê derdikeve û malbata xwe digere. Fîlm, ji Xelatên Filman a Asya Pasîfîkê di gelek beşan de xelat standin.
Derhênerê xelatgirtî yê kurd Behmen Qubadî di 2014ê de derhênerîya beşa ‘Kabokî’ ya belgefîlma “Words with Gods”ê kir ku ji aliyê 9 derhêneran ve hate kişandin û li bernameya Festîvala Fîlman a Venedîkê li derveyî pêşbazîyê hatibû nîşandayîn. Qubadî di sala 2015ê de bi belgefîlma xwe ya “Ala Bêwelat” (A Flag Without a Country) re bal kişand li ser jiyanên penaberên Kurd û rûyê şeran. Derhêner, herî dawî bi fîlmê xwe yê “Çar Dîwar” (2021) re derket li pêşberî sînemahezan ku qala çîroka muzîkjen Boranî dike. Gelek lîstikvanên navdar di fîlmê de lîstine.
(26.10.2022)
Bu makale: Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 13 / Aralık 2022 (PDF) yayınlanmıştır.
Kurtefîlmên wî: From Another Angle (1989), A Glance (1990), Golbajî (1991), Z like Zendegi (L like Life, 1991), From Other Point of View (1991), Balcony (1992), Private M. Hosseini (1992), Just a Glance (1992), Barbershop (Sartarash Khane / Barber’s, 1993), Pantol (1993), , The Pigeon of Nader Flew (Nader’s Pigeon Flew, 1994), Again Rain with Melody (1995), Life in Fog (1995), That Man Came Along (1995), Party (1996), Like Mother (1996), God’s Fish (1996), Notebook’s Quote (1996), Ding (1996), Telephone Booth (1997), Ballads of Plain’s Girl (1998), War is Over (2003), Daf (2003)
Çavkanî:
Kürt Sineması: Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm (Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin), Rûpel: 137-204. Nivîskar/Amadekar: Mizgîn Müjde Arslan. Weşanxane: Agora Kitaplığı.
Göçebe İmajlar: Bahman Ghobadi ve Sineması. (Nimayên Koçer: Behmen Qubadî û Sînemaya Wî). Nivîskar: Nîhat Nuyan – Weşanên Avesta
Devletsiz Bir Ulusun Sineması (Sînemaya Neteweyekî Bêdewlet), rûpel: 91-110. Nivîskar: Soner Sert – Weşanên Dipnot.
“Gemideki Hayalet: Türk Sinemasında Kürtlüğün ve Türklüğün Kuruluşu” (Spêleya di Keştî de: Sazkirina Kurdîtî û Tirkatî ya di Sînemaya Tirkî de), rûpel: 330-337. Nivîskar: Sebahattîn Şen – Weşanên Metis.
Hejmara 8emîn ya Kovara Zarema (2016)
Kaplumbağalar da Uçar (Kûsî Jî Dikarin Bifirin). Nivîskar: Behmen Qubadî – Weşanên Avesta
https://ku.wikipedia.org/wiki/Behmen_Qubad%C3%AE
https://tr.wikipedia.org/wiki/Behmen_Kubadi
https://sinemayaserbixwe.com/di-dile-xwezaya-jiyane-de-ciroken-rastin-texte-res/
https://www.imdb.com/name/nm0315842/
https://iffr.com/en/persons/bahman-ghobadi
***
Rûmet Jî Digîre
Ewrekî di kanîya çavên te de
Em qewixandin…
Wergêr: Rûmet Med
Disable text
Disable text
Balkêş
-
Nivîs: Rûmet Med (Onur Kaya) Don Kîşot bi serpêhatîyên xwe ve li seranserê cîhanê gelek hate naskirin û îro jî gelek navdar e. Yek ji ro...
-
Nivîs: Rûmet Med (Onur Kaya) Karakterê navdar Robîn Hood, di çîrokên gelê Îngilîz û wêjeya dinyayê de ciyekî girîng digire ku bi texmînî di...
Şîrov