Ciwan,
piştî rêyeke dirêj û xweş, danê êvarê gihîştiye
bajêr û di nav civatê de
rûniştiye. Wî di herîkina
rêwîtiyê de
gelek cihên
cuda û tiştên nû dîtiye
û
rengê
hewayên wan
helmijîye.
Dilê wî dixwaze
ku hemû erdên ên welatê û cîhanê bibîne, ji bo
dîtina xwezaya jiyanê digerîne.
Nîvikî cihê ya Çayxaneyê weke dîwanxaneyekî
dirêj û rengîn hatiye çêkirin û têde gelek mase û sendelîyan jî diyar
dikin. Ji radyoyê, li dû hev dengên stranên ax û
warê me tên
bihîstin,
awazên lawjê û kilamên me yên jidil
wekî dengên dîrokê dixuyin.. Dengên
wan ên aram
û
bicoş, rengê
hilma jiyanê û mîna avê zelal
diherîkînin...
Hemû kesan di navberên xwe de
diaxivin û çay vedixwin.
Rûyên hinek kesan
xemgîn, yên hinek
kesan jî bextewar xuya dike. Di rûyên hin kesan de jî hêviyeke bêdawî diyar e û wê wekî rengê kulîlkên biharê
xwe
dide der. Mehên payîzê îsal jî xilas bûbû, pelên xwe hêdika weşandibûn û rengên wan zer, kesk, sor û pirteqalî, dengên
wan dilrehetiyeke bêterîf û bêhempa
didin dilê mirovê/a.
Li dû payîzê, li vir rojên demsala zivistanê her salan,
di nav zor û dijwarî de derbas
dibin û hin salan
jî ji ber dibarîna befran û spîtiya
wan rêyan jî
diyar nakin..
Pêçokeyî janên êşan,
wekî bagerekî nerawestî diwezîne û birînan bêhejmar in di kûrahiya dîrokê
de. Xwîn û hêstirên çavan mîna avên çem û robarên dirêj diherîkinin. Bêhnên barûdan û
bêdengî, mirinan lê zêde dike.
Mijên siya tarîtiyê, keniyên zarokan û
jiyanê winda dike.
Çerxa tarîtiyê dizivire û xwe di valahiya xwe
de wenda dike.
Taveroja rojê ji bo roja nû yî amede
ye. Hêviya şînbûna biharê her ku diçe mezin dibe,
di neynika herîkina demê de hemû
tiştan wêdetir dixuyin û zelal in. Reng
û dengên ên hêviyê,
biharên hezaran salan, bi dilê xwe re bêdawiya
rojên xweş û rûkenê tîne, keniyên
cejnan mezin dike û wê bihuşta ku li ser
rûyê erdê de ava dike.
Roniya
taveroja hêviyê; bi rengê germahiya xwe ve, rojên
ên xweş, qenc û aram mezin dike.. Keniyên ên
zarok, mirov, can û xwezayê, di erdnîgariya cîhanê de dê tu
caran kêm nabin û bihar di rûyê bişiran
da xwe mezin dike. Hevokeke hêj ne
hatiye nivîsandin, wê tê bihîstin;
kuştina mirinê bihara hêviyeke bêdawiyê ye.
Ji bilî awaza muzîka radyoyê, dengê qehweyê ji nişka ve bêdeng bûbû. Di
radyoyê da, strana Dengbêja mezin Meryem Xanê
hate bihîstin. Piştre, dawî bûna stranê
re dengê Kalekî
hate û wî got,
tê bîra min ku wexta di ciwantiya min da, ev
strana "Lê Lê Weso" em di radyoya
Yêrîvanê da guhdarî kirî bûn. Qala
filmên Derhênerê mezin Yilmaz Guneyê kir,
fîlmên wî rastînên jiyanê û welatê nîşan didin.
Dengên stran û kilamên Ahmet Kaya, Asliqa Qadir, Egîdê Cimo, Meryem
Xan, Ciwan Haco, Eyşeşan, Şaheyê Biro, Tahsin Taha,
Karapetê Xaco, Aram Tigran, Şivan Perwer, Nizamettîn Ariç û gelek Dengbêj
û Hunermendên mezin hatin bîra
wî.
Kalo, li cem sobê, destên xwe nêzîkkiriye
li ser germahiyê. Di nav bêdengiyê de çavên
xwe li mezelê gerandiye û berê xwe de ye kesên
ku li qehweyê rûniştî
ne. Piştre, peyvên Kalo ji nû ve
hatine bihîstin û gotiye, pirsek min ji we re
heye. li
gorî we evîn çi ye û
wateya evîndarî çi ye?
Kesên ku li qehweyê çay vedixwin, ji Kalo
re bi çavên tatêldarî ve nihêrîne. Piştî demeke kurt dengê
kesekî ku di civatê de rûnîştiye hatiye
bihîstin û gotiye ku "Evîna
rastîn di dema berê de maye". Dû
axaftina wî, li ser pirsa Kaloyê, Pîrek
bersiv daye û gotiye, "Li gorî
min evîn, bûyîna li şopa heqîqeteke ye". Piştî demeke,
gêncek ku di nav civatê de
rûniştiye, bersiv didaye, "Evîn û
hez wateya xwezaya jiyanê ye û wê di
cîhanê de hemû tiştan watedar dike".
Piştî bersivê, kalo di cîhê xwe de kêliyekî fikiriye û li
ser maseya ku ciwanê rûniştibû, pirtûkan diyar
dikin, wan ditîye, yekî kitêb yê Cegerxwînê ye,
yê din jî kitêba Ahmed Arifê ye, her
du Helbestvanan
jî Rewşenbîr û Helbestvanên
mezin û navdar in û peyv û hevokên helbestên wan
jiyana me ronî û germ
dikin. Kalo, pirsa xwe ya di nav civatê de pirsî bû, ev pirsa
xwe weke herî dawî jî ji
ciwan re pirsî ye. Dê
bêje qurban, li gorî te evîn çiye û wateya evîndarê
çiye? Ciwan li ser pirsa kaloyê hinekî fikiriye
û tenê du peyvan gotiye, Mamo
"Evîn, hezkirina hezê ye..." Hemû kesên ku li wê derê
rûniştî ne, li dû bersiva ciwanê kêyfxweş û dilşad bûne. Kalo
ji rûyê
ciwanê re nihêriye û weke bişirî, ji
çavên ciwanê
maç kiriye.
Di rastiyê de evîn, wekî biharekî bêdawiyê ye, jêderk
û çavkaniya ên
hemû hest û
ramanên qenc
ên jiyanê
ye.. Evîn, eşq û
hezên; Mem û Zîn, Memê Alan, Leyla û Mecnûn,
Siyabend û Xecê, Tahîr û Zuhre, Dewrêş û Edûle, Binevşa
Narîn û
Cembeliyê Hekarî, Ferhad
û Şêrînê ne.. Evîna
wan jiyan bi xwe bû û wan bi
hezên xwe yên bûyîne destan ve
rûyê xwezaya
jiyanê
ronî û
germ kirine û hezê wan bûne stran, kilam, laje, çîrok û
roman.
Evînên wan wekî ronahiya rojê, bêrengiya siya tarîtiyê
ronî dikin. Evîn, di dîroka jiyanê de radiweste û qet winda nabe.. Evîn a
rastî;
"Hezkirina hezê ye..."
*Ev Çîrok-Nivîs di
navbera dawiya sala 2013'ê û demsala bihara sala
2014'ê de hatibû nivîsandin û beşeke wê jî ji nû
ve hate nivîsandin.
Nivîskar: Rûmet Med
Wêne: Ji Fîlmê "Rêwîtî Ji Tavê re" (Güneşe Yolculuk) / Derhêner: Yeşîm Ustaoglu
Hi.. I am really surprised by the quality of your constant posts.You really are a genius, I feel blessed to be a regular reader of such a blog Thanks so much
YanıtlaSilonlinekaj.com/
What is love
Mobile price bd
font copy and paste