Murathan Mungan, nivîskar û ramangerekî ye ku bi berhemên xwe yên wekî roman, çîrok, helbest, lîstikên şanoyê, nivîsên sînemayê û senaryoyan tê nas kirin. Gelek helbestên wî ji aliyê gelek hunermend û muzîkjen ve hatine beste kirin. Helbesta bi navê Baloya Birûpoş (Maskeli Balo) ya Murathan Munganî
BALOYA BİRÛPOŞ
Birîn e di nava dilê de, dildara berê
Dildara berê, rojên berê
Binêre li jiyanê, guhdarîya tu kesî nake
Tu tişt navejînê êdî li rabirdûyê
Birîn e dîsa jî
Min keştiyên xwe şewitandin
Veger tune êdî li rabirdûyê
Bêzar e canê min ji ber vê baloya birûpoş
Ev baloya birûpoş û rûyên wê yên nejidil
Birîn e di nav dilê de, dildara berê
Tu çi bikî bi hêsanî nayê ji bîr kirin
Negirî ji bo dema raborî, em dijiyan û xelas bû
Bîranînên me, me tenê nahêlin
Em tenê ne dîsa jî…
Helbestvan: Murathan Mungan
Werger: Rûmet Med
Hiç yorum yok: