Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » Stêrkê rengîn û mezin ê serdema sînemaya bêdeng: Charlie Chaplin


"Jiyan ji dûr ve komedî, di plana nêz de jî trajedî ye.”
Charlie Chaplin


Nivîs: Rûmet Med


Dema ku qala serdemên bêdeng û reşûspî yên sînemayê tê kirin ewil navê Sir Charles Spencer Chaplin ango Charlie Chaplinî tê bîra mirovan û fîlmên wî bandorên mezin li herikîna hûnera heftemîn kirine ku bi karakterê “Şarlo” mohra xwe li dîrokê daye.

Yek ji lîstikvan, şanoger, derhêner û çêkerên navdar ên fîlmên bêdeng û reşûspî Charles Spencer Chaplin di 16ê Avrêla 1889ê de li Îngilistanê ji dayîk bûye û tê îdîa kirin ku bi eslê xwe cihû ye. Di serdema fîlmên bideng de jî cih girtiye. Sînamegerê biserketî, jiyan û pirsgirêkên karker, kedkar, xizan, penaberan anîne ber perdeya sînemayê û şert û mercên pergela kapîtalîzmê radixe ber çavan.


Charlie Chaplin di 1889ê de li bajarê Londonê hate dinê, diya wî stranbêja operetê û bavê wî jî lîstikvanekî mîzahê yê hoste bû. Bavê wî di zarokatîya Chaplînî de jiyana xwe ji dest dide û dayika wî jî ji ber pirsgirêkên derûnî hin caran radikin nexweşxanê.    Salên zarokatîya Chaplinî li taxa xizanan a East Sideyê derbas dibe û bi saya nasên dayika xwe di 5 saliya xwe de derdikeve ser dikê û rolên zarokan de cih digire. Bi gotina wî, piştî ku bavê wî bû muptelaya alkolê êdî li mala wan xwarin çênebû û ji bo tasek şorbeya germ birayê wî gelek caran mecbûr maye ku li derîyê sazîyên alîkarîyê bixe*. Demekê di xwendingeha şevborî û sêwîxanê de dimîne, bi saya birayê xwe yê bi navê Sidneyî tevlî şanoya gerok a Fred Karnosî dibe û jiyana wî diguhere. Jina wî ya pêşî Mildred Harris e û piştî wê, sê zewacên din bi Lita Grey, Paulette Goddrad û Oona O’Neil re dike û hemû hevserên wî lîstikvanên sînemayê bûn.


Chaplin di derbarê wê demê de dibêje ku “Min nikarî pê re herim; me her duyan heman solî bi dorveger li pê dikir. Bavê min em di nava xizaniyeke mezin de hiştin û mir. Şeş salan ti der nema ku min li deriyê wê neda. Min erebevanî kir, şevan li ciyên cur bi cur xew kir. Di dawiyê de diya min karek dît, lê piştre dîsa em bêpere man. Birayê min Sidney, heta jê dihat alî me dikir. Lê êdî jê re jî giran dihat, ji bo garsoniyê bike çû Afrîkaya Başûr.*” Charlie Chaplin di hevpeyvîna xwe de behsa dema karê xwe yê kûmpanyaya şanoyê jî dike ku wê demê hê 14 salî bû û ji bo wî ev kar weke man û nemanê bû. Beriya wî karî bi koma The Eight Lancanshire Ladsê re derketibû  ser dika şanoyê, lê vê carê rolek jî didin wî li pêşberî temaşevanan diaxive û bi vî awayî dikeve nava kadroya kûmpanyaya şanoyê. Bi vê, ji bo Chaplin serdemeke nû dest pê dike, diçe gelek herêmên Îngilistanê û li wan deran derdikeve ser dikê. Dîsa bi gotina wî êdî ew û diya wî ne bêşîv bûn. Nozdeh saliya xwe de, ligel kadroya lîstikvanê şanoyê yê navdar Fred Karnoyî ji bo lîstika “A Night in a London Clubê” (Şeveke li Klûbeke Londonê) derdikeve pêşberî şanohezan û lîstik eleqeyeke mezin dibîne ku li seranserê erdnîgarîya Ewropayê bi sedan caran tê lîstin.



Rojek ji ber biryara Fred Karnoyî, di sala 1911ê de diçin li Amerîkayê û li gelek bajarên DYAyê lîstikên şonayê dilîzin. Derhêner, lîstikvan, senarîst û çêkerê slaptickan ê navdar Mack Sennett li ser dikê Chaplinî dibîne û li gor şertên wê demê bi destmêzek baştir li Keystone Film Companyê kar dide wî, di gelek kurtefîlmên qerfî de cih digire û piştre li New Yorkê kurtefîlmekî dikişîne. Ji kurtefîlmên ku di yazdeh salan de hatine kişandin de milyonek dolar qezenc dike û kurtefîlmên wî li seranserê cîhanê tên temaşe kirin. Bi saya van kurtefîlman, pargîdanîyeke fîlman ava dike û li Hollywoodê stûdyoya fîlman diafirîne. Charlie Chaplin di heman demê de li Amerîkayê lîstikvanê yekem e ku pargîdanîya fîlman ava kiriye. Di “Making A Living”ê (der: Henry Lehrman, 1914) de û heman salê di kurtefîlmê “Kid Auto Races at Venice” de dilîze ku karakterê “Şarlo” ji van kurtefîlman derdikeve holê, “Şarlo” di kurtefîlmên din de jî didome. Di gelek kurtefîlmên Henry Lehrman, Mabel Normand, Mack Sennett, Ford Sterling, George Nichols, Joseph Maddernî de weke serlîstikvan cih digire û senaryoyên van kurtefîlman dinivîse.

Chaplin di sala 1914ê de yekem kurtefîlmê xwe yê bi navê “Caught in the Rain” dikişîne û ji wê dîrokê heta sala 1922yê him derhênerîya gelek kurtefîlman dike û him jî di nava wan de dibe serlîstikvan. Ligel Mary Pickford, D. W. Griffith û Douglas Fairbanksê pargîdanîya United Artist Corparationê (1919) vedike. Fîlmên Chaplinî yên wekî “The Tramp” (1915) û “The Kid” (1921) eleqeyeke mezin dibînin, “The Kid” di heman demê de yekem metrajdirêj e ku ji aliyê Charlie Chaplin ve hatiye kişandin.



Di sala 1923yê de fîlmên wî yên “The Pilgrim” (47 deqîqe), “Souls for Sale” û “A Woman of Paris: A Drama of Fate” dikevin vîzyonê. Fîlmê Chaplinî yê “The Gold Rush” (1925) bandoreke mezin li sînemayê dike û lêgerîna zêran ya Klondiyê tîne ber perdeya spî. Li dû vî fîlmê “The Circus” tê. Hemwelatîbûna Amerîkayê qebûl nake û di salên 30an de li dijî wî, kampanyayên neyînî tên dest pê kirin. Komisyona McCarthyê jê dipirse “Tu çima nebû hemwelatiyê Amerîkayê” û ew jî dibersivîne û dibêje “Ez hemwelatiyê cîhanê me, ne neteweperest im, neteweperestî hewijandina şeran dike.”


Ji ber fîlmên xwe yên navdar ên “City Lights” (1931) û “Modern Times” (1936) bi “komunîstîyê” tê sûcdarkirin ku her du fîlmên wî jî di nav xwe de rexneyên civakî û aborî dihewînin û rewş û şertên jiyanê nîşan didin. “Modern Times” rewş û mercên jiyanê yên karker û kedkaran radixe ber çavan. Di fîlmên xwe yên salên 30an hatine kêşandin de behsa qeyrana aborîya DYAyê dike û balê dikişîne ser mijarên bêkarî, dijcihûtî (anti-semitizm), xizanî, grev û lokavtên wan salan.


Lîstikvanê hoste Charlie Chaplîn di 1940ê de bi klasîkeke din a sînemayê ya “The Great Dictator” ji nû ve derdikeve pêşberî temaşevanên sînemayê û bi vê parodiyê rexneyî li Hîtlerî dike. Di sala 1947ê de fîlmê “Monsi eur Verdoux” û piştî pênc salan jî fîlmê wî yê “Limelight” (Ji pirtûka wî, 1952) têne kêşandin. Senaryoyên her du fîlman jî Chaplin dinivîse, çêker û derhênerîya wan jî dike û muzîkên “Limelight” jî wî bi xwe çêkirine.

Her wiha di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de kampanyayên li dijî komunîstan tên destpêkirin û ji ber vê yekê Charlie Chaplîn jî tê sûcdarkirin. Ji bo demekê diçe Ewropayê û di sala 1972ê de Xelata Oscarê  ya Akademîyê digire.


Di fîlmên “A King in New York” (1957) û “The Chaplin Revue” (1959) de cara dawî weke serlîstikvan cih digire û herî dawî di “The Adding Machine” (1969) de dilîze ku yek ji senarîstên vî fîlmî ye. Di sala 1967ê de “A Countess from Hong Kong” fîlmê xwe yê dawî birêvedibe û têde lîstikvanên navdar ên sînemayê Sophia Loren û Marlon Brando weke serlîstikvan lîstine. Sînemagerê hoste Charlie Chaplin di dîroka 25ê Berfanbara 1977ê de diçe ser dilovaniya xwe.



“Şarlo” di fîlmên xwe de hin caran bi awayekî qerfî hin caran jî bi zimanekî xemgînî bal kişandin tundî û neheqîyên ku li mirovan tên kirin û loma rexneyî li rewş û mercên çaxê bêreng û bêruh kir. Chaplin dikaribû hest û fikrên xwe bi rû, jest û mîmîk û laşê xwe bi hosteyî û bi awayekî bandorker bi kar bîne. Bi dîmen, peyv û rengên fîlmên xwe bû dengê qencî, hez, aştî, wicdan, azadî, hêvî û xweşîkahîyê.


Charlie Chaplin li pey xwe bi dehan fîlm û li seranserê cîhanê bi deh milyonan temaşevanên sînemayê hiştin. Ew di derbarê sînemaya xwe de dibêje ku “Eger ez biaxivim, bi tenê kesên kû bi îngilizî dizanin dê ji min fêm bikin. Ger fîlm bêdeng be, hemû kes fêm dike. Cîhan tenê ne Amerîka ye.” Jê dipirsin “Tu çima fîlmê sînemayê dikêşîne? Ew jî dibêje “Ji bo hewijandina Aşîtîyê.”


Çavkanî:


*https://ku.wikipedia.org/wiki/Charlie_Chaplin


https://tr.wikipedia.org/wiki/Charlie_Chaplin


https://en.wikipedia.org/wiki/Charlie_Chaplin


Fîlmografîya wî: https://www.imdb.com/name/nm0000122/


“Sessiz Sinema Tarihi” (Dîroka Sînemaya Bêdeng, rûpel: 164-171). Nivîskar: Alîm Şerîf Onaran. Weşanxane: Agora Kitaplığı (Çapa duyem, 2012)


“Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni” (100 Derhênerên Sînemayê yên Sed Salan, rûpel: 32-33). Nivîskar: Jasper Kalldewey, Anke Stahi, Michael Venhoff, Michael Wengemann. 

Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç, Weşanxane: Afa Yayınları. (1999)


“Sinemanın Yüzyılı” (Sedsala Sînemayê). Nivîskar: Giorgio Vincenti. Wergêr: Engîn Ayça. Weşanxan: Evrensel (Çapa duyem, 2008)


“Sinema Tarihi” (Dîroka Sînemayê, rûpel: 7-19). Nivîskar: Gerard Betton. Wergêr: Şîrîn Tekelî. Weşanxane: Îletîşîm (1990)


*Ev nivîs di hejmara 12. ya kovara "The Hall Kurdî" de hate weşandin. (Berfanbar)

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply