Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » Madeleine de Scudéry: Nivîskara romanên ji zêdetirî 13.000 rûpelî



Nivîs: Rûmet Med


Di dîroka wêjeya cîhanê de nivîskarên wisa henin ku him di serdemên xwe de him jî piştî sedsalan bi berhem û jiyanên xwe bandorê li jiyanê dikin. Wêjekara navdar a fransiz Madeleine de Scudéry jî nivîskareke wisa ye ku bi romanên xwe û jiyana xwe bandorên mezin li wêjeyê û qadên din ên jiyanê kiriye.


Wêjekara navdar a femînîst a sedsala 17ê Madeleine de Scudéry (15ê Mijdara 1607an – 2yê Pûşbera 1701ê) bi navê xwe yê din Matmazel de Scudéry yek ji wêjekarên herî girîng a Frensayê bû. Ji jiyan û xebatên nivîskarê mirov pê derdixe ku ew bi tena serê xwe hînî cotkarî, nojdarî, aşpêjî, zimanên Îspanî û Îtalî bûye û perwerdehîya zimanên Yewnanî û Latînî dîtine.


Madeleine de Scudéry li Le Havreyê girêdayî bajarê Normandiyayê yê Bakurê Frensayê hate dinê, bavê wê kapîtan bû, di sala 1613an de dayika wê û bavê wê her du jî jiyana xwe ji dest dane. Li dû van mirinan, mamê wan xwedî li Madeline û kekê wê Georgesî derketiye. Piştî mirina mamê xwe di sala 1637an de ligel birayê xwe yê nivîskarê lîstikan Georges de Scudéryî çûne li bajarê Parîsê û li wir bi cih bûne. Ji zarokatiya xwe pê ve perwerdehîyeke piralî dibîne, hînî nivîsandin, kîtandin, xêzkarî, reqs, çêkirina wêneyan û dirûnkarî dibe û weke pedagog dixebite. Li gorî hin çavkanî Madeleine de Scudéry û nivîskar Paul Pellisson nêzîkî hev bûne û evîneke jiyane.


Nivîskar piştî demekê tevlî derdora wêjeyê ya préciositéyê ya Hôtel de Rambouilletê bûye û paşê jî salona xwe ya bi navê Société du samedi (Cemîyeta Şemîyê) ava kiriye. Di sala 1635an de romana xwe ya ewil a bi navê “Artémise, princesse de Carie. Histoire de ce Temps” nivîsîye.


Yekem romana wê ya dirêj a “Ibrahim, ou l’illustre Bassa” di sala 1941an de (4 cîld) û li dû vê romanê jî “Les Femmes Illustres” (1642) derdikevin li pêşberî xwîneran. Madeleine de Scudéryê di romana “Les Femmes Illustres”ê de bang li jinan dike û li ser girîngîya perwerdehîyê disekine.   Di navbera salên 1649-1653yan de Madeleine de Scudéryê û kekê wê Georges de Scudéry bi hev re romana bi navê “Artamène, ou le Grand Cyrus” dinivîsin û weke 10 cîldan tê weşandin ku ji 13.095 rûpelan pêk tê. Di romanê de nêzîkî 2.100.000 peyv cih digirin û li gorî hin çavkanî roman ji zêdetirî 1.9 milyon peyvan pêk hatiye.


Romana Madeleine de Scudéryê ya “Clélie” di navbera dîrokên 1654/7-1661an de weke 10 cîldan hate weşandin ku bi tevahî ji zêdetirî 13.000 (Sêzdeh hezar) rûpelan pêk tê. “Clélie”, romaneke dîrokî ye ku bi fikr, hest û ramanên femînîst hatiye honandin. Wêjekara femînîst û praksîst Madeleine de Scudéry yek ji pêşengên jiyana entellektuel ên Frensaya sedsala 17an bû. Wêjakar û bestakarê navdar ê elman Ernst Theodor Amadeus (E.T.A) Hoffman, di romana xwe ya bi navê “Matmazel De Scudery”  (1819) de qala jiyana nivîskar Madeleine de Scudéryê dike û behsa romana wê ya “Clélie” jî kiriye. “Matmazel De Scudery”  (1819) yekem romana dedektîv a elmanî tê qebûlkirin û bandorên mezin li ser wêjeyê kiriye.


Navê nivîskar Madeleine de Scudéryê ji bilî romana Ernst Theodor Amadeusî, di lîstikên şanoyê yên   Molière yên “Les Précieuses ridicules" (1659) û ” Les Femmes savantes ”ê (1672) de, romana Antoine Furetière ya “Le Roman Bourgeois"ê (1666) de û romana Hope Mirlessî ya “Madeleine: One of Love's Jansenists” (1919) de jî derbas dibe.



Di salên 1661–1663yan de romana Scudéryê ya “Almahide, ou l’esclave reine” (8 cîld), dûv re jî pirtûkên nivîskarê yên “Conversations Sur Divers Sujets” (1680) û Conversations Nouvelles sur Divers Sujets, Dediees Au Roy (1684) têne weşandin. Her du pirtûk jî ji axaftinên Madeleine de Scudéryê pêk tên, ji teorîyên retorîk ên klasîk ên Cicero, Quintilian, Aristotelesî lê hatine anîn û têde dîyalogên “Sur Divers Sujets”, “Axaftin”, “Hunera Axaftinê”, “Raillery”, “Şêweya Nivîsandina Nameyan” dihewînin.



Wêjekar romanên xwe bi giştî bi dîyalogên dirêj nivîsandine û navên hin berhemên wê yên din wiha ne; “The Slave Queen” (1660), “Mathilda of Aguilar, a Spanish Tale” (1667), “The Versailles Promenade, or the Tale of Aguilar” Celanire” (1669). Pirtûka bi navê “Jiyan û Pevnivîsên Wê” ku li ser jiyan û berhemên Madeleine de Scudéryê disekine ku di sala 1873an de li Parîse hate weşandin.


10 romanên herî dirêj ên dîrokê*:


  • “Marienbad My Love” / Nivîskar: Mark Leach (18 milyon peyv, 2011)
  • “The Blah Story” / Nivîskar: Nigel Tomm (11 milyon peyv, 23 cîld, 2007)
  • “Les Hommes de Bonne Volonté” / Nivîskar Jules Romains (2.7 milyon peyv, 27 cîld, 1932)
  • “Artaméne” / Nivîskar: Madeleine de Scudéry, Georges de Scudéry (2.1 miyon peyv, li gorî hin çavkanî ji zêdetirî 1.9 milyon peyv, 1649-1953)
  • “Venmurasu” / Nivîskar: B. Jeyamohan (Ji zêdetirî 1.5 milyon peyv, 2020)
  • “A la recherche du temps perdu” / Nivîskar: Marcel Proust (1.267.069 peyv, 1913-1927)
  • “Mission Earth” / Nivîskar: L. Ron Hubbard (1.2 milyon peyv, 1985-1987)
  • “Sironia, Texas” / Nivîskar: Madison Cooper (1.1 milyon peyv, du cîld, 1952)
  • “Min Kamp” / Nivîskar: Karl Ove Knausgard (1 milyon peyv, 2008)
  • “Clarissa (Or the History of a Young Lady)” / Nivîskar: Samuel Richardson (980 hezar peyv, 1748)

Çavkanî: 





«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply