Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

Fîlmekî Li Ser Komkujîya Helepçeyê: Textê Reş

Nivîs: Rûmet Med

Fîlmê duyem ê derhênera navdar û xelatgirtî ya Îranê Samira Makhmalbafê yê “Textê Reş” (Takhté Siah/Blackboards) di sala 2000î de bi zaravayê Soranî yê Kurdî ketibû vîzyonê û qala dema Komkujîya Helepçeyê dikir. Herikîna hin sehneyên fîlmê bi nêrin û teknîka belgefîlman hatine kêşandin  

Min, fîlmê Textê Reş cara yekem nêzîkî 15 sal berê temaşe kiribû, piştî vê jî min gelek caran lê temaşe kir. Him ji hêla çîrok, him jî ji hêla afirandina atmosferê fîlmekî girîng û balkêş e ku heta niha di çarçoveya bernameyên gelek festîvalên fîlman de derket pêşberî temaşevanên sînemayê û ji festîvalên fîlman ên navneteweyî yên wekî Cannes, AFI Fest û Buenos Airesê xelat girtin. Fîlm, di heman demê de yek ji fîlmên herî girîng ên perwerdehîyê ye û li dibistanan weke mînakek girîng a fîlmê perwerdehîyê tê temaşekirin.    

Textê Reş, ji aliyê derhênera navdar Samira Makhmalbaf ve hatibû kêşandin û li ser dema Komkujiya Helepçeyê disekine, rewşên derûnî yên mirovên herêmê yên wê demê, jiyanên kolberan û têkoşîna dijwar a debarê dike. Di herikîna fîlmê de mamosteyên ciwan ên kurd, xuya ye ku hêj nû zanîngehê xelas kirine û bi armanca perwerdehîyê diçin gundan. Mamoste dixwazin ku xelkê herêmê, bi taybetî jî zarokên herêmê hînî xwendin û nivîsînê bikin ku ji ber vê yekê bi textên xwe yê reş ve derdikevin rêwîtiyeke zehmet û dirêj. Mamosteyên ciwan textên xwe girêdidin piştên xwe, bi nanzikî jî bibe dest bi mamostetîyê dikin. Mamoste ji bo xwestek û hêvîya perwerdehîyê gund bi gund li sînorên herêma welêt digerin. Daxwaza wan perwerdehî, hînkirina xwendin û nivîsandinê ne.  

Zarok û mezinên herêmê kolberî dikin û ji ber şerr û mercên jiyanê, ji bo debarên xwe derbasî pişt têlên sînoran dibin, ji wir xwarin û hin tiştên din ên pêwîst tînin. Kolber di jiyaneke dijwar de jiyanên xwe didomînin û pirî caran li sînor jiyanên xwe ji dest didin an birîndar dibin. Li gorî nûçeyên çapemenîyê, heta niha bêhejmar kolber di rêyên têlên sînoran de jiyanên xwe ji dest dane. 


   Mamoste jî wekî xelkên vê herêmê di nava jiyaneke xizan û dijwar de jiyanên xwe berdewam dikin. Di fîlmê de, hewl, lêgerîn û gerên mamosteyên ciwan cî bi cî nagihîjin armanca xwe, ji ber ku zarok kolberîyê dikin jî wekî wan li ser debarên xwe difikirin û bi endîşeyên rojanî ve dijîn. Mamoste di fîlmê de dor bi dor rastî li çîrokên bandorker û rastîn ên jiyanê tên.  

Senaryoya fîlmê Textê Reşê li ser çîrokên du mamosteyên ciwan ên kurd hatiye honandin û bi çîrokên wan diherike. Her mamoste diçin deverekî din, bi vê yekê dixwazin ji xwe re xwendekarên nû bibînin û ders bidin wan. Du mamosteyên sereke yên fîlmê, di rê de şahîdê gelek êş û janên birînan dibin; endîşe û rewşên giyanî yên mirovan di rûyên wan de xwe dide der, derhêner Makhmalbaf atmostera wê demê bi awayekî serkeftî û jidil veguhestiye. Çîroka “Textê Reş” jî di Sînemaya Kurdî de wekî fîlmê Nizamettin Ariçî yê “Klamek Ji Bo Beko” (1992), fîlmên Behmen Qubadî yên “Kusî Jî Dikarin Bifirin” (2004) û “Dema Hespên Serxweş” (2002), fîlmê Jano Rosebîanî yê “Jiyan” (2002), fîlmê “Bîranînên Li Ser Kevirî” (2014), fîlmê Hiner Saleemî yê “Warê Min ê Îsota Şerîn” (2016) li ser mijarên neteweyî, zayendî û çînî disekine, mirov dikare di Sînemaya Kurdî de gelek mînakên fîlman ên din jî bide.

Derhênerê navdar û xelatgirtî yê kurd Behmen Qubadî jî bi rola mamoste di fîlmê de cih girtiye. Mamosteyê yekem ê fîlmê, di rêya koçî de rastî li komeke koçber ên qelebalixê tê ku dixwazin bigihîjin herêma Helepeçeyê û rewşa herêmê bibînin. Lê diyar e ku koçberên qelebalix riya xwe wenda kirine, mamoste bi textê xwe yê reş nêzî cem wan dibe û ji bo hînkirina xwendin û nivîsandinê dipirse lê nabersivînin. Ji rûyên hemû kesên koma koçberan şayîş û dilnerehetî xwe dide der. Mamoste ji rûyên wan fam dike ku tiştek qewimîye, demekê bi wan re dimeşe û rastî çend teqînan tên. Piştî demekê koçberek ji mamoste dipirse û dibêje ger tu bikarî me bigihîne herêmê, em ê çend gûzên xwe didin te û ew jî teklîfên wan dipejirîne ji ber ku di rê de birçî maye. Mamosteyê ciwan di nava koçberan de kalekî nexweş dibîne ji halê wî diyar e ku rewşa wî giran e. Mamoste di rê de ji kalekî din dibihîse ku kalê nexweş ji bo keça xwe ya Halelehê tu qelen naxwaze, piştî demekê hin kalên koçber ên qelebalixê bi bergîdana textê reş ê mamoste, wan dide zewicandin. Mamosteya ciwan ligel koçberan heta bajarê Helepçeyê diçe, dema ku digihîjin li herêmê tu kes bawer nakin ku ew der Helepçe ye. Herêm wekî berê nemaye û hatiye hilweşandin.     

Mamosteyê duyem, di rêya dirêj û zehmet de rastî li zarokên kolber tê û dixwaze wan hînî xwendin û nivîsînê bike. Lê heman dilnerehetî û şayîş ên koçberan, ji rûyên wan diyar dibe ku ew jî mîna mamosteyê ciwan ji ber derdê debarê ketine rêwîtiyeke dijwar. Ji navbera zarokan bi tenê zarokek dixwaze hînî xwendin û nivîsandinê bibe. Zarokên kolber û mamoste di rê de rastî gelek zext û dijwarîyan tên û di dawîya fîlm de hemû kes têne kuştin.    

Sînemager Samira Makhmalbaf di heman demê de keça derhênerê navdar ê Îranê Mohsen Makhmalbafî û lîstikvana sînemayê ya Îranê Fatemeh Meshkînî ye. Derhêner û senarîst Samira Makhmalbaf yekem fîlmê metrajdirêj ê xwe yê bi navê “The Apple” (1998) di 17 saliya xwe de kêşandiye û bi vê fîlmê xwe ji bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê Xelata Juriyê girt. Makhmalbaf, di fîlmê Mohsen Makhmalbafî yê “Bicycleran” (1987) de weke lîstikvan cîh girtibû. Fîlmên Samira Makhmalbaf, di bernameyên gelek festîvalên fîlman de derketin pêşberî temaşevanên sînemayê û heta niha ji Festîvala Fîlman a Cannesê, xelatên Juriyê û Ekumenîkê, ji aliyê Enstîtuya Fîlman a Îngîlîz (British Film Institute) ve xelata Sutherland Trophy girtin.  Fîlmên din ên di sînematografîya Samira Makhmalbafê de cih digirin: “At Five in The Afternoon” (2003), “Asbe Du-pa” (2008), “Sempember 11 / 11.09.01 (Ligel 11 derhêneran kişandine, 2002).  

Çavkanî:  

https://en.wikipedia.org/wiki/Samira_Makhmalbaf  

https://www.imdb.com/name/nm0538533  

*Ev nivîs di hejmara 16. ya kovara "The Hall Kurdî" de hate weşandin. (Avrêl)

Madeleine de Scudéry: Nivîskara romanên ji zêdetirî 13.000 rûpelî



Nivîs: Rûmet Med


Di dîroka wêjeya cîhanê de nivîskarên wisa henin ku him di serdemên xwe de him jî piştî sedsalan bi berhem û jiyanên xwe bandorê li jiyanê dikin. Wêjekara navdar a fransiz Madeleine de Scudéry jî nivîskareke wisa ye ku bi romanên xwe û jiyana xwe bandorên mezin li wêjeyê û qadên din ên jiyanê kiriye.


Wêjekara navdar a femînîst a sedsala 17ê Madeleine de Scudéry (15ê Mijdara 1607an – 2yê Pûşbera 1701ê) bi navê xwe yê din Matmazel de Scudéry yek ji wêjekarên herî girîng a Frensayê bû. Ji jiyan û xebatên nivîskarê mirov pê derdixe ku ew bi tena serê xwe hînî cotkarî, nojdarî, aşpêjî, zimanên Îspanî û Îtalî bûye û perwerdehîya zimanên Yewnanî û Latînî dîtine.


Madeleine de Scudéry li Le Havreyê girêdayî bajarê Normandiyayê yê Bakurê Frensayê hate dinê, bavê wê kapîtan bû, di sala 1613an de dayika wê û bavê wê her du jî jiyana xwe ji dest dane. Li dû van mirinan, mamê wan xwedî li Madeline û kekê wê Georgesî derketiye. Piştî mirina mamê xwe di sala 1637an de ligel birayê xwe yê nivîskarê lîstikan Georges de Scudéryî çûne li bajarê Parîsê û li wir bi cih bûne. Ji zarokatiya xwe pê ve perwerdehîyeke piralî dibîne, hînî nivîsandin, kîtandin, xêzkarî, reqs, çêkirina wêneyan û dirûnkarî dibe û weke pedagog dixebite. Li gorî hin çavkanî Madeleine de Scudéry û nivîskar Paul Pellisson nêzîkî hev bûne û evîneke jiyane.


Nivîskar piştî demekê tevlî derdora wêjeyê ya préciositéyê ya Hôtel de Rambouilletê bûye û paşê jî salona xwe ya bi navê Société du samedi (Cemîyeta Şemîyê) ava kiriye. Di sala 1635an de romana xwe ya ewil a bi navê “Artémise, princesse de Carie. Histoire de ce Temps” nivîsîye.


Yekem romana wê ya dirêj a “Ibrahim, ou l’illustre Bassa” di sala 1941an de (4 cîld) û li dû vê romanê jî “Les Femmes Illustres” (1642) derdikevin li pêşberî xwîneran. Madeleine de Scudéryê di romana “Les Femmes Illustres”ê de bang li jinan dike û li ser girîngîya perwerdehîyê disekine.   Di navbera salên 1649-1653yan de Madeleine de Scudéryê û kekê wê Georges de Scudéry bi hev re romana bi navê “Artamène, ou le Grand Cyrus” dinivîsin û weke 10 cîldan tê weşandin ku ji 13.095 rûpelan pêk tê. Di romanê de nêzîkî 2.100.000 peyv cih digirin û li gorî hin çavkanî roman ji zêdetirî 1.9 milyon peyvan pêk hatiye.


Romana Madeleine de Scudéryê ya “Clélie” di navbera dîrokên 1654/7-1661an de weke 10 cîldan hate weşandin ku bi tevahî ji zêdetirî 13.000 (Sêzdeh hezar) rûpelan pêk tê. “Clélie”, romaneke dîrokî ye ku bi fikr, hest û ramanên femînîst hatiye honandin. Wêjekara femînîst û praksîst Madeleine de Scudéry yek ji pêşengên jiyana entellektuel ên Frensaya sedsala 17an bû. Wêjakar û bestakarê navdar ê elman Ernst Theodor Amadeus (E.T.A) Hoffman, di romana xwe ya bi navê “Matmazel De Scudery”  (1819) de qala jiyana nivîskar Madeleine de Scudéryê dike û behsa romana wê ya “Clélie” jî kiriye. “Matmazel De Scudery”  (1819) yekem romana dedektîv a elmanî tê qebûlkirin û bandorên mezin li ser wêjeyê kiriye.


Navê nivîskar Madeleine de Scudéryê ji bilî romana Ernst Theodor Amadeusî, di lîstikên şanoyê yên   Molière yên “Les Précieuses ridicules" (1659) û ” Les Femmes savantes ”ê (1672) de, romana Antoine Furetière ya “Le Roman Bourgeois"ê (1666) de û romana Hope Mirlessî ya “Madeleine: One of Love's Jansenists” (1919) de jî derbas dibe.



Di salên 1661–1663yan de romana Scudéryê ya “Almahide, ou l’esclave reine” (8 cîld), dûv re jî pirtûkên nivîskarê yên “Conversations Sur Divers Sujets” (1680) û Conversations Nouvelles sur Divers Sujets, Dediees Au Roy (1684) têne weşandin. Her du pirtûk jî ji axaftinên Madeleine de Scudéryê pêk tên, ji teorîyên retorîk ên klasîk ên Cicero, Quintilian, Aristotelesî lê hatine anîn û têde dîyalogên “Sur Divers Sujets”, “Axaftin”, “Hunera Axaftinê”, “Raillery”, “Şêweya Nivîsandina Nameyan” dihewînin.



Wêjekar romanên xwe bi giştî bi dîyalogên dirêj nivîsandine û navên hin berhemên wê yên din wiha ne; “The Slave Queen” (1660), “Mathilda of Aguilar, a Spanish Tale” (1667), “The Versailles Promenade, or the Tale of Aguilar” Celanire” (1669). Pirtûka bi navê “Jiyan û Pevnivîsên Wê” ku li ser jiyan û berhemên Madeleine de Scudéryê disekine ku di sala 1873an de li Parîse hate weşandin.


10 romanên herî dirêj ên dîrokê*:


  • “Marienbad My Love” / Nivîskar: Mark Leach (18 milyon peyv, 2011)
  • “The Blah Story” / Nivîskar: Nigel Tomm (11 milyon peyv, 23 cîld, 2007)
  • “Les Hommes de Bonne Volonté” / Nivîskar Jules Romains (2.7 milyon peyv, 27 cîld, 1932)
  • “Artaméne” / Nivîskar: Madeleine de Scudéry, Georges de Scudéry (2.1 miyon peyv, li gorî hin çavkanî ji zêdetirî 1.9 milyon peyv, 1649-1953)
  • “Venmurasu” / Nivîskar: B. Jeyamohan (Ji zêdetirî 1.5 milyon peyv, 2020)
  • “A la recherche du temps perdu” / Nivîskar: Marcel Proust (1.267.069 peyv, 1913-1927)
  • “Mission Earth” / Nivîskar: L. Ron Hubbard (1.2 milyon peyv, 1985-1987)
  • “Sironia, Texas” / Nivîskar: Madison Cooper (1.1 milyon peyv, du cîld, 1952)
  • “Min Kamp” / Nivîskar: Karl Ove Knausgard (1 milyon peyv, 2008)
  • “Clarissa (Or the History of a Young Lady)” / Nivîskar: Samuel Richardson (980 hezar peyv, 1748)

Çavkanî: 





Stêrkê rengîn û mezin ê serdema sînemaya bêdeng: Charlie Chaplin


"Jiyan ji dûr ve komedî, di plana nêz de jî trajedî ye.”
Charlie Chaplin


Nivîs: Rûmet Med


Dema ku qala serdemên bêdeng û reşûspî yên sînemayê tê kirin ewil navê Sir Charles Spencer Chaplin ango Charlie Chaplinî tê bîra mirovan û fîlmên wî bandorên mezin li herikîna hûnera heftemîn kirine ku bi karakterê “Şarlo” mohra xwe li dîrokê daye.

Yek ji lîstikvan, şanoger, derhêner û çêkerên navdar ên fîlmên bêdeng û reşûspî Charles Spencer Chaplin di 16ê Avrêla 1889ê de li Îngilistanê ji dayîk bûye û tê îdîa kirin ku bi eslê xwe cihû ye. Di serdema fîlmên bideng de jî cih girtiye. Sînamegerê biserketî, jiyan û pirsgirêkên karker, kedkar, xizan, penaberan anîne ber perdeya sînemayê û şert û mercên pergela kapîtalîzmê radixe ber çavan.


Charlie Chaplin di 1889ê de li bajarê Londonê hate dinê, diya wî stranbêja operetê û bavê wî jî lîstikvanekî mîzahê yê hoste bû. Bavê wî di zarokatîya Chaplînî de jiyana xwe ji dest dide û dayika wî jî ji ber pirsgirêkên derûnî hin caran radikin nexweşxanê.    Salên zarokatîya Chaplinî li taxa xizanan a East Sideyê derbas dibe û bi saya nasên dayika xwe di 5 saliya xwe de derdikeve ser dikê û rolên zarokan de cih digire. Bi gotina wî, piştî ku bavê wî bû muptelaya alkolê êdî li mala wan xwarin çênebû û ji bo tasek şorbeya germ birayê wî gelek caran mecbûr maye ku li derîyê sazîyên alîkarîyê bixe*. Demekê di xwendingeha şevborî û sêwîxanê de dimîne, bi saya birayê xwe yê bi navê Sidneyî tevlî şanoya gerok a Fred Karnosî dibe û jiyana wî diguhere. Jina wî ya pêşî Mildred Harris e û piştî wê, sê zewacên din bi Lita Grey, Paulette Goddrad û Oona O’Neil re dike û hemû hevserên wî lîstikvanên sînemayê bûn.


Chaplin di derbarê wê demê de dibêje ku “Min nikarî pê re herim; me her duyan heman solî bi dorveger li pê dikir. Bavê min em di nava xizaniyeke mezin de hiştin û mir. Şeş salan ti der nema ku min li deriyê wê neda. Min erebevanî kir, şevan li ciyên cur bi cur xew kir. Di dawiyê de diya min karek dît, lê piştre dîsa em bêpere man. Birayê min Sidney, heta jê dihat alî me dikir. Lê êdî jê re jî giran dihat, ji bo garsoniyê bike çû Afrîkaya Başûr.*” Charlie Chaplin di hevpeyvîna xwe de behsa dema karê xwe yê kûmpanyaya şanoyê jî dike ku wê demê hê 14 salî bû û ji bo wî ev kar weke man û nemanê bû. Beriya wî karî bi koma The Eight Lancanshire Ladsê re derketibû  ser dika şanoyê, lê vê carê rolek jî didin wî li pêşberî temaşevanan diaxive û bi vî awayî dikeve nava kadroya kûmpanyaya şanoyê. Bi vê, ji bo Chaplin serdemeke nû dest pê dike, diçe gelek herêmên Îngilistanê û li wan deran derdikeve ser dikê. Dîsa bi gotina wî êdî ew û diya wî ne bêşîv bûn. Nozdeh saliya xwe de, ligel kadroya lîstikvanê şanoyê yê navdar Fred Karnoyî ji bo lîstika “A Night in a London Clubê” (Şeveke li Klûbeke Londonê) derdikeve pêşberî şanohezan û lîstik eleqeyeke mezin dibîne ku li seranserê erdnîgarîya Ewropayê bi sedan caran tê lîstin.



Rojek ji ber biryara Fred Karnoyî, di sala 1911ê de diçin li Amerîkayê û li gelek bajarên DYAyê lîstikên şonayê dilîzin. Derhêner, lîstikvan, senarîst û çêkerê slaptickan ê navdar Mack Sennett li ser dikê Chaplinî dibîne û li gor şertên wê demê bi destmêzek baştir li Keystone Film Companyê kar dide wî, di gelek kurtefîlmên qerfî de cih digire û piştre li New Yorkê kurtefîlmekî dikişîne. Ji kurtefîlmên ku di yazdeh salan de hatine kişandin de milyonek dolar qezenc dike û kurtefîlmên wî li seranserê cîhanê tên temaşe kirin. Bi saya van kurtefîlman, pargîdanîyeke fîlman ava dike û li Hollywoodê stûdyoya fîlman diafirîne. Charlie Chaplin di heman demê de li Amerîkayê lîstikvanê yekem e ku pargîdanîya fîlman ava kiriye. Di “Making A Living”ê (der: Henry Lehrman, 1914) de û heman salê di kurtefîlmê “Kid Auto Races at Venice” de dilîze ku karakterê “Şarlo” ji van kurtefîlman derdikeve holê, “Şarlo” di kurtefîlmên din de jî didome. Di gelek kurtefîlmên Henry Lehrman, Mabel Normand, Mack Sennett, Ford Sterling, George Nichols, Joseph Maddernî de weke serlîstikvan cih digire û senaryoyên van kurtefîlman dinivîse.

Chaplin di sala 1914ê de yekem kurtefîlmê xwe yê bi navê “Caught in the Rain” dikişîne û ji wê dîrokê heta sala 1922yê him derhênerîya gelek kurtefîlman dike û him jî di nava wan de dibe serlîstikvan. Ligel Mary Pickford, D. W. Griffith û Douglas Fairbanksê pargîdanîya United Artist Corparationê (1919) vedike. Fîlmên Chaplinî yên wekî “The Tramp” (1915) û “The Kid” (1921) eleqeyeke mezin dibînin, “The Kid” di heman demê de yekem metrajdirêj e ku ji aliyê Charlie Chaplin ve hatiye kişandin.



Di sala 1923yê de fîlmên wî yên “The Pilgrim” (47 deqîqe), “Souls for Sale” û “A Woman of Paris: A Drama of Fate” dikevin vîzyonê. Fîlmê Chaplinî yê “The Gold Rush” (1925) bandoreke mezin li sînemayê dike û lêgerîna zêran ya Klondiyê tîne ber perdeya spî. Li dû vî fîlmê “The Circus” tê. Hemwelatîbûna Amerîkayê qebûl nake û di salên 30an de li dijî wî, kampanyayên neyînî tên dest pê kirin. Komisyona McCarthyê jê dipirse “Tu çima nebû hemwelatiyê Amerîkayê” û ew jî dibersivîne û dibêje “Ez hemwelatiyê cîhanê me, ne neteweperest im, neteweperestî hewijandina şeran dike.”


Ji ber fîlmên xwe yên navdar ên “City Lights” (1931) û “Modern Times” (1936) bi “komunîstîyê” tê sûcdarkirin ku her du fîlmên wî jî di nav xwe de rexneyên civakî û aborî dihewînin û rewş û şertên jiyanê nîşan didin. “Modern Times” rewş û mercên jiyanê yên karker û kedkaran radixe ber çavan. Di fîlmên xwe yên salên 30an hatine kêşandin de behsa qeyrana aborîya DYAyê dike û balê dikişîne ser mijarên bêkarî, dijcihûtî (anti-semitizm), xizanî, grev û lokavtên wan salan.


Lîstikvanê hoste Charlie Chaplîn di 1940ê de bi klasîkeke din a sînemayê ya “The Great Dictator” ji nû ve derdikeve pêşberî temaşevanên sînemayê û bi vê parodiyê rexneyî li Hîtlerî dike. Di sala 1947ê de fîlmê “Monsi eur Verdoux” û piştî pênc salan jî fîlmê wî yê “Limelight” (Ji pirtûka wî, 1952) têne kêşandin. Senaryoyên her du fîlman jî Chaplin dinivîse, çêker û derhênerîya wan jî dike û muzîkên “Limelight” jî wî bi xwe çêkirine.

Her wiha di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de kampanyayên li dijî komunîstan tên destpêkirin û ji ber vê yekê Charlie Chaplîn jî tê sûcdarkirin. Ji bo demekê diçe Ewropayê û di sala 1972ê de Xelata Oscarê  ya Akademîyê digire.


Di fîlmên “A King in New York” (1957) û “The Chaplin Revue” (1959) de cara dawî weke serlîstikvan cih digire û herî dawî di “The Adding Machine” (1969) de dilîze ku yek ji senarîstên vî fîlmî ye. Di sala 1967ê de “A Countess from Hong Kong” fîlmê xwe yê dawî birêvedibe û têde lîstikvanên navdar ên sînemayê Sophia Loren û Marlon Brando weke serlîstikvan lîstine. Sînemagerê hoste Charlie Chaplin di dîroka 25ê Berfanbara 1977ê de diçe ser dilovaniya xwe.



“Şarlo” di fîlmên xwe de hin caran bi awayekî qerfî hin caran jî bi zimanekî xemgînî bal kişandin tundî û neheqîyên ku li mirovan tên kirin û loma rexneyî li rewş û mercên çaxê bêreng û bêruh kir. Chaplin dikaribû hest û fikrên xwe bi rû, jest û mîmîk û laşê xwe bi hosteyî û bi awayekî bandorker bi kar bîne. Bi dîmen, peyv û rengên fîlmên xwe bû dengê qencî, hez, aştî, wicdan, azadî, hêvî û xweşîkahîyê.


Charlie Chaplin li pey xwe bi dehan fîlm û li seranserê cîhanê bi deh milyonan temaşevanên sînemayê hiştin. Ew di derbarê sînemaya xwe de dibêje ku “Eger ez biaxivim, bi tenê kesên kû bi îngilizî dizanin dê ji min fêm bikin. Ger fîlm bêdeng be, hemû kes fêm dike. Cîhan tenê ne Amerîka ye.” Jê dipirsin “Tu çima fîlmê sînemayê dikêşîne? Ew jî dibêje “Ji bo hewijandina Aşîtîyê.”


Çavkanî:


*https://ku.wikipedia.org/wiki/Charlie_Chaplin


https://tr.wikipedia.org/wiki/Charlie_Chaplin


https://en.wikipedia.org/wiki/Charlie_Chaplin


Fîlmografîya wî: https://www.imdb.com/name/nm0000122/


“Sessiz Sinema Tarihi” (Dîroka Sînemaya Bêdeng, rûpel: 164-171). Nivîskar: Alîm Şerîf Onaran. Weşanxane: Agora Kitaplığı (Çapa duyem, 2012)


“Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni” (100 Derhênerên Sînemayê yên Sed Salan, rûpel: 32-33). Nivîskar: Jasper Kalldewey, Anke Stahi, Michael Venhoff, Michael Wengemann. 

Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç, Weşanxane: Afa Yayınları. (1999)


“Sinemanın Yüzyılı” (Sedsala Sînemayê). Nivîskar: Giorgio Vincenti. Wergêr: Engîn Ayça. Weşanxan: Evrensel (Çapa duyem, 2008)


“Sinema Tarihi” (Dîroka Sînemayê, rûpel: 7-19). Nivîskar: Gerard Betton. Wergêr: Şîrîn Tekelî. Weşanxane: Îletîşîm (1990)


*Ev nivîs di hejmara 12. ya kovara "The Hall Kurdî" de hate weşandin. (Berfanbar)

Nûnerekî Serkeftî yê Sînemaya Helbestkî: Béla Tarr

Nivîs: Rûmet Med

 Derhênerê navdar ê macar Béla Tarr li Ewropayê wekî gelek derhênerên din, nûnerekî serkeftî yê rêbaza Sînemaya Helbestkî ye û wî gelek fîlmên xwe yên xelatgirtî yên wekî “Sátántangó” (1994), “Kárhozat” (1988) ve li seranserî cîhanê hate naskirin û fîlmên wî di gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hatine nîşandan.

Béla Tarr li bajarê Pécsê yê Macerîstanê ji dayîk bûye lê li Budapeşteyê mezin bû. Him dayîka wî him jî bavê wî, bi hunera şanoyê û sînemayê re eleqedar bûne. Dayîka wî ji 50î salî zêdetir di şanoyan de weke suflor xebitî û bavê wî jî sêwirînerê dikê bû. Di televizyona Neteweyî ya Macarîstanê de pêşbaziyek hatibû lidarxistin û dêya wî (Béla hêj 10 salî bû) ew biribû wê pêşbaziyê. Tarr wê demê ji bo lênanîneke berhema navdar a “Mirina Îvan Îlyiçê” ya wejêkarê mezin ê Tolstoy, hatibû hilbijartin û bûbû lîstikvanê wê. Béla Tarr ji bilî fîlmê “Szörnyek évadja” (1987) yê Miklós Jancsóyî, di ti fîlmekî din de cih negirt. Di 16 saliya xwe de dest bi kişandina fîlmên amator kir û ferq kir ku wê qabiliyeta wî li ser sînemayê heye. Di fîlm û belgefîlimên xwe de bi piranî behsa jiyana mirovên karkeran û feqîran kir. Tê zanîn ku Tarr ji zanista felsefeyê gelek hez dike. 


Bi kamereyeke 88 mmê dest bi sînemayê kir û di 22 saliya xwe de yekem fîlmê xwe yê dirêj ê bi navê “Családi tűzfészek”ê (1977) kişandLîstikvanên vî fîlmê amator in, xelkê herêmê tê de lîstine, lîstikvanên vî fîlmê ji ber xatirê dost û hevaltiyê di fîlmê de leyîstine. Ev fîlm, di nav 6 rojan de hate kişandin, hin rexnegirên sînemayê gotin Béla, di bin bandora derhêner John Cassavetesî de maye, Béla Tarrî got: “Min berî kişandina fîlmê “Családi tűzfészek”ê ti fîlmên Cassavetesî temaşe nekirine.”* Yekem fîlmê metraj-dirêj yê Tarrî di sala 1979ê de hate nîşandan. Piştî vî fîlmê, fîlmên wî yên din ên “Szabadgyalog û Panelkapcsolat” hatin kişandin.


Serlîstikvanên profesyonel cara pêşî di fîlmê wî yê Panaelkapsolatê de lîstine. Béla Tarr, di sala 1982yan de ji berhema William Shakespearî ji bo televîzyonê, fîlmekî bi navê  “Macbeth” kişandiye û ev fîlm ji du beşan pêk tê. Beşa yekem 5, beşa duyem jî 67 deqe ye. Wî senaryoyên çar fîlmên xwe yên pêşî, bixwe nivisîne lê piştî fîlmê “Őszi almanach”ê (1984), digel nivîskarê macar László Krasznahorka senaryoya fîlmê “Kárhozat”ê (1988) dinivîse. “Kárhozat” yek ji wan fîlmên herî serketî yê derhêner tê qebûlkirin. Fîlmê wî yê herî navdar “Sátántangó” (1994) jî dîsa ji romana Krasznahorkayî hatiye kişandin, pêvajoya kişandina fîlmê ji zêdetirî 7 salan berdewam kiriye û ji 450 deqeyan pêk tê. Atmosefereke helbestkî di “Sátántangó” de heye û sehne hêdî hêdî bi hemdê xwe diherikin, ji aliyê bikaranîna muzîkê ve jî fîlmekî balkêş e, newayên muzîka fîlmê rih û canê mirovan dipêçe. Bi ya min fîlmê herî serkeftî yê Tarrî, ev e;  çi wextî mirov wê temaşe bike, mirov nikare xwe ragire û mirov li ber bayê fîlmê dikeve. 



Nivîskar û wêjekara navdar a Amerîkayî Susan Sontag, di derbarê Béla Tarrî de dibêje ku “Tarr, rizgarkareke sînemaya nûjen e û ez her sal carekê fîlmên wî temaşe dikim lewra gelekî kêfxweş im.”** Derhênerê navdar piştî fîlmê “Sátántangó”yê, di 1995an de jî kurtefîlma xwe ya bi navê “Utazás az Alföldön”ê diqedîne û fîlm 35 deqe ye.  


Piştî 5 salan jî bi fîlmê xwe yê bi navê “Werckmeister Harmóniák”ê (2000) derket li pêşberî temaşevanên sînemayê, di her merheleyek kişandina vê fîlmê de, di kêliyên vê fîlmê de gelek zehmetî hatine kişandin û ev fîlm ji aliyê rexnegirên sînemayê ve gelek hate hezkirin. Dû re, fîlmê nû yê Béla Tarrî ji romana Georges Simenonî li sînemayê tînin û fîlmê wê dikişînin, wê fîlmê “A Londoni Ferfi” di sala 2005an de biketa vîzyonê lê ji ber xwekuştina çêkerê fîlmê Humber Balsanî, galaya fîlmê di sala 2007an de li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê hate li darxistin û di sala 2008an de jî li her dereke cîhanê hate nîşandan.


Derhênerê jêhatî û xebathez di sala 2011an de bi fîlmê xwe yê bi navê “A torinói ló” re derket li pêşberî sînemahezan. Ev fîlm, fîlmê dawî yê Tarrî ye ku di sala 2011an de li gel Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê û (ji vê festîvalê du xelat girtin) li gelek festîvalên din de jî hate nişandan. 


Derhênerê mezin Béla Tarr herikîna atmosferên fîlmên xwe; bi zimanekî helbestkî dihûne û temaşevanên xwe derdikeve rêwîtiyên helbestkî, aramker, bêhempa û guherîner.. Di çîrokên wî de bûyerên xwezaya jiyana xwe bi awayekî resen û derasayî didin der û dibin neynika dem û rastînên jiyanê.. Rê; destpêkek û mezinbûn e, wekî ku di sehneyeke fîlmê wî yê Satantagoyê de dibêje; “Rê mirov diguherîne..”


(14.02.2022)


Fîlmên din yên Béla Tarrî: 

Fîlmên metraj-dirêj: “Panelkapcsolat” (1982), “Szabadgyalog” (1981), “Családi tüzfészek” (1979).

Belgefîlim: “City Life” (1990)

Kurtefîlim: “Visions of Europe” (2004), “Utazás az Alföldön” (1995), “Utolsó hajó” (1990), “Hotel Magnezit” (1978)

Çavkanî: https://en.m.wikipedia.org/wiki/B%C3%A9la_Tarr


*** https://tr.m.wikipedia.org/wiki/B%C3%A9la_Tarr
“Béla Tarr, Ertesi Zaman” / Nivîskar: Jacques Ranciere ”, Lemis Yayın  (2014) 


https://m.imdb.com/name/nm0850601/

(14.02.2022)


Fîlmên din ên Béla Tarrî: 


Fîlmên metraj dirêj: “Panelkapcsolat” (1982), “Szabadgyalog” (1981), “Családi tüzfészek” (1979).


Belgefîlm: “City Life” (1990)


Kurtefîlm: “Visions of Europe” (2004), “Utazás az Alföldön” (1995), “Utolsó hajó” (1990), “Hotel Magnezit” (1978)


Çavkanî:

https://en.m.wikipedia.org/wiki/B%C3%A9la_Tarr


* ** https://tr.m.wikipedia.org/wiki/B%C3%A9la_Tarr

“Béla Tarr, Ertesi Zaman” / Nivîskar: Jacques Ranciere ”, Lemis Yayın  (2014) 


https://m.imdb.com/name/nm0850601/