Di erdên taxê de, dû
hebên dilopan re avên baranê wekî ku neynikeke birqok û piçekî keldûmanî, xwe xuya dikiribûn. Dirêjbûna tariyê û bêrengiya
hewayê, mîna mij û dûkêla sibê zû derdikevî bûn û dengê recifîna wezîna
bayê, di demjimêrên êvarê û şevê de digeriya bû...
Bi êşan û şahiyan ve
diherike robarê demê, dilê xwezayê û demsalên sedsalan li hêviyê bişir û
keniyên biharê bûn...
Wê gava ku malê xwe diçe,
di rê de li dû hev, zarokekî piçûkê ku di destê wî de selpakan hene û jinikeke
ku di hembêza wê de pitikek xuya dikin, dîtin.
Gavên xwe zêde û sixlet
kir û di darên bidor de, dengên gurgurîna û ketina pelên payîzê hatibûn.. Rûyê danê êvarê nîvê hîv, nîvê jî lambeyên şevê ku carinan pê
dikevin, ronî kiribûn.. Keçika piçûk dixwazê bû ku porên wê, di wezîna bayê de
bifirîn û tayên pirçên xwe li gorî dilê xwe dirêjtir bikî...
Di nav van fikran de gihiştî bû malê xwe û tiştên ku bi xwe re anî bû,
pêşî wan dana li ser maseyekê piçûk û ciyên wan. Ew rojê ji malê wan re gelek
mêvanan hatibûn, bi ser de di rûyên malbata
wê de jî cihêrengiyeke ecêb û bêruh hebû û wê ji ber van sedeman nikarî bû ji vê rewşê wateyeke bide...
Derî malê hate vekirin û
li dû hêwirzeyeke kurt çêbû... Deng her ku diçe kêm bûbû lê dîsa jî ji salonê
re dengên nîvxuya hatin. Dayika wê destê keça xwe hilgirt, germiya dilê
xwe da wê û wê bir mezela ya keçikê. Demeke kurt di nav ev bêdengiya bêrengî de
man, li hev nihêrin û wê
rûyê dayika xwe ji camê paceyê de diyar dike, dît û rêçên rûyê wê xembar bûn.
Dayik bi destê xwe re
zarokê xwe hembêz kir û ji bo kêliyek ji camê paceya odê nihêrî, di destek wê de çîteke reş hebû, hilma bayê û bêrengiya şevê diwezî bûn. Li dû, di berîka xwe de meqeseke wekî rengê zîvê ye, derxist û wek bêdil û dilsojê
hêdî hêdî keziyê porê keça xwe birî û ji her du çavên wê dilopên dilbikul ketin û nava dilê wê digirîbû...
Dengên ku ji salonî malê de hatibûn, her diçe bilindbûn û çik çikên tirîk û
xulekjimêrê hatibûn bihîstin.. Nizanî bû demjimêr çend bû, piçekî
jî bêdeng bû şevê, her ku diçe kêmtir bû...
Zarok, di bêdengiya danê
êvarê de, dengê bayê û hilma baranê fikirî bû... Herî bêdeng bû şev, bi tenê
dengên henase girtinên xwe û hilma baranê bihîstî bû... Rengê roniyên stêrkan û
hîvê temaşe kir, mijeke dirêj hebû di demê şevê de, şev hêvya germa taverojê
bû...
(Ev Kurteçîrok, ji bo
dil û bîranîna ên hemû Jinên û Zarokên Welatê û Cîhanê re hate nivîsandin.)
Nivîs: Rûmet Med
Wêne: Derhênerê Navdar ê Cîhanê Abbas Kiarostemî
Dîrok: 01.11.2018
Hiç yorum yok: