Dîsa
wekî şeva wê rojê nesax bûbû û di serê wî de agirekî sojer
hebû.. Erê ev agir ji nişka ve ketibû ji dil û bedena
wî re. Bihêdîka digeriya bû
di şaneyên bedena wî de, wekî wê rojê berbelav
bûbûn, dil
û ruhê wî di nav sirî vê nexweşiyê de mabûn...
Di nava şevê de, pelên payîzê, bi wezîna bayê û dengê barîna şilî yên dilopên baranê ve ketibûn erdan û berbiba bûbûn...
Şurûp
û çayê bilîmon vedixwar, li dû wan aspirînekê hilgirtîbû,
dayika wî çend caran cawa avê danabû li ser enîya wî,
caw ji nişka ve hişk bûbû û
dîsa
jî ne derbasbûbû sojerê nesaxiyê.. Ji ber bêhaliyê nikaribû ji
nexweşxanê re biçe, demeke, demjimêreke dereng
bû û hêdî hêdî ji xew re çû...
Çend demjimêran
derbasbûbû nizane û hay jê nebû, di nav xwêdanê de rabû.. Roj jî hêj
nederketibû, xewneke dîtibû ciwan, xewneke
tijî şadî û êşan, têde tev rêçên bîranînan hebûn û rengî wî mîna rengê biharê bû... Erê xewneke dîtibû, rengî wî çîlspî bû, kêlî û demên ên wan rojan hatin ber çavên wî, lê belê niha rû û
çavên wê dûr bûn û tune bûn... Rûyê hesretê û keserê giran e lêbelê hilma rengê hêviyê û
hezê wekî helbest û straneke bi hezaran salan mayînde û nemir e...
Dîrok: 05.11.2018
Wêneyên duyemîn û sêyemîn: Derhêner û Sînemavanê Navdar Andreî Tarkovsky
Hiç yorum yok: