Min dohî xewneke çîlspî dît, rengê vê mîna herikîna av ekî zelal
dixuye bû û dengê vê wekî roniya taverojê rewnaq bû.. Ez ji mêj ve xewneke wisa
ne dîtî bûm, dengê vê naçe ji pêşiya ên çav û bîra min de.. Min ji dema berê de
gelek xewnan dît lê belê ew xewn cuda bû..
Rêyeke dûvdîrêj û berfireh.. Dengê şilîyên baranan.. Min zû de
dengekî ew qasî şêrîn ne bihîstî bû û awazê vî hêj jî di guhên min de ye.. Wekî
dengê xwezaya cîhanekî din tê bihîstin..
Ev xewneke çawa bû, hêj jî ji çavên xwe re bawer nakim û di nava
xwe de dibêjim ku gelo ew rastî bû.. Erê ne tenê rastî bû, ji rastî ve rastî
bû.. Min hin bîra vê kir bû û heza vê wekî xeyalekî germ û spî dilê min
dipêçe..
Ez pêşiya ji rûyekî nediyarê de diçû bûm.. Belê nediyar bû û xuya
nebû awirê wê.. Min bi tenê biskên porê vê yên reş dît, yek jî jî dûratiya vê
de ronahîya rengê rûyê vê.. Min dixwest ku rengê çavên wê jî bibînim lê mixabin
nikarîm bibînim. Min ji çavên wê difikirî û rengê bîbikên çavên vê gelo çawa
bû.. Min xiyal kir nêrinên vê û ji niha ve bêriya siya wê jî kirim.. Xwezî ji
çavên wê dîtî bama, dibe ku (belkî) rengê vê heman mîna rengê porên vê bû..
Ez dixwazîm bi demjimêran (seat) di siya rûyê wê de bigerînim,
ruhê awirên wê bibînim û ji rêngê bihara çavên wê de winda bibim.. Belkî ew
xewnekî nebû, bêrî kirina rastiyên bîranînan û dema derbasîyê bû..
Ez xewa xewna xwe de rabûm, roj hêj ne derketî bû lê wê bihar anî
bû ji bo dilê min.. Min wê difikirî û ez ji zû de xewneke ew qasî xweş û şêrîn
ne dîtî bûm... Xewnekî wekî bihar, cejn û bihuştê bû... / Rûmet Med
Hiç yorum yok: