Çivîkan kom bûne û diçin ber bi ciyekî..
Dengên wan dê bimînin di xwezayê de..
Dengê wan ên jiyan bi xwe..
Tenê deng dimîne ji bo jiyanê..
Deng di valahiya hewayê de digere..
Deng wekî xeyalekî germ û ronî ye..
Deng mayînde ye, pirî caran bêdengî jî dengekî ye..
Deng; sîtava rengê ye, siyên hîvê deng e, pelên daran deng e,
pêlên behrê deng e, peyvên axaftinên mirovan deng in, bêdengî
jî deng e û deng jiyan bi xwe ye...
Ba diwezîne, pelên daran dihejînin,
çivîkan difirîn û dengên xwezaya jiyanê têne bihîstin û hêviya reng û dengê
biharê ne..
Helbestvanek di helbestekî xwe gotî bû "Deng, deng, bi tenê
deng mayînde ye...*" û di helbesteke din de jî dibêje ku "Çivîk
dimire, tu jî firînî bîne bîra xwe...**" Helbestvaneke jî dibêje ku
"Jiyan kurt e, çivîk difirîn...***"
Di hêwirzeya jiyanê de carinan dengê hinek tiştan nêzîk tên...
Mirov dema ku dengê bêdengîyê dibihîse, hinek dengan jî nêzikê mirovan dibin..
Mirov, ruhê xwe di nav van dengan de winda dike û têde xwe peyde û nas dike û
dengê ruhê siriştî dibihîse.. Deng bi tena serê xwe deng nîne, ev reng û awaza jiyanê bi xwe ye û ya tiştî ku mezin dike jiyanê
roniya dengê ye...
Deng rastiya jiyanê ye, tîpên peyvên zimanan ji dengan ve pêk
tên.. Helbestvanekî jî di helbesta xwe de dibêje "Ji elfabêtan tîpek kêm
dibe ku dimirim...****" Jiyan, bi dengan ve xwe mezin dike... Ku deng
nebe kolanên jiyanê kêmasî dibin.. Hebûna jiyanê di nav
dengan de ye û peyvan, digel dengan ve hene. Ji ber ku deng him çavkanî ye him
jî sîtav e...
Jiyana me ji reng û dengan ve pêk tê..
Deng mayînde ye, bi tenê dengên hezkirin û evînê dimînin... Jiyana me tenê bi dengên wan xwe nas dike û rastîn tenê dengên wan e... Jiyana me li wir e..
Helbestvanekî jî gotibû "Hebûna min li wir e di jiyana me
de...*****"
*Helbesta Furûx Ferroxzad
**Helbesta Furûx Ferroxzad
***Helbesta Cemal Sureya
**** Helbeta Rênas Jiyan
*****Helbesta Gulten Akin
Hiç yorum yok: