Kurtenivîseke Li Ser Ruhê Wêne û Jiyanê


Nivîs: Rûmet Med (Onur Kaya)                                                                                                                                        

“Hemû tişt bi vê yekê ve girêdayî ye ku mirov wateya jiyana xwe li ku derê dibîne.”

— Andrei Tarkovsky

Wêne ji bo çi/çima çi tê parvekirin? Bêguman, mirov ji bo vê pirsê dikare gelek bersivan bide. Mirov, ji tiştên ku li derdora xwe dibîne, dibihîse û hîs dike ne serbixwe ye; him di bin bandorê wan de dimîne, him jî bandorê li wan dike. Di vê çarçoveyê de, wêne jî bi giştî encama dîtin, hîskirin, nêrîn, fikr, raman, rasthatin û bandorên din ên jiyanê ne, ji ber vê yekê sedemên parvekirina wêneyan cur bi cur in. Pirsa "Mirov çima wêneyan parve dike?", bi nêrîna min, kêşan û parvekirina wêneyan yek ji rêyên cuda yên hewldana watedarkirina jiyanê ye. 

Wêne, wekî hunera resmê, 200 salan e suretên mirovan, candarên din, jiyan û xwezayê û ji zêdetirî 50 salan e jî suretên kûrahîyên fezayê bi riya ronîyê dide der. Diyarde û geşedanên zanistî û hunerî bandorê li hev dikin û bi ser hev ve pêşve diçin. Fotograf, di herikîna dîrokê de di bin bandora hunera Resmê de maye û wekî formeke resen derketiye holê ku di pêkhatina Sînemayê de cihekî diyarker û jîndarî digire. Ji zêdetirî 125 salan e Sînema, dîmenên tevgerdar û Wêne jî ji sala 1826/1827ê bi vir de (Wêneya bi navê Point de vue du Gras (Salên 1826-27) ji aliyê Nicephore Niepce ve li herêma Saint-Loup-de-Varennesê ya girêdayî Parîsa Fransayê hatiye kişandin) dîmenên kareyekê dike nemir.

Di pêvajoya dîrokî de ji reş-spî heta çapa rengîn; bi sedan makîne, lens, amûrên wêneyan hatin çêkirin û taybetmendîyên teknîk her ku diçe bi domdarî pêşve diçin û geşedanên bêhempa rû didin. Heta destpêka salên 2000an makîneyên wêneyan ên analog (bifilm) dihatin bikaranîn û mirovan wêneyên xwe an ji wênekêşxaneyan an jî ji odeyên tarî yên malên xwe derdixistin. Bi leza teknolojîyê, bi bikaranîna makîneyên dîjîtal û bi belavbûna telefonên bikamera ve bikaranîna makîneyên analog her ku diçe kêmtir bû û şêweyê wêneyê jî guherî. Niha wekî berê nîn e, îro hema hema em dikarin bêhejmar wêne û vîdyo bikişînin, û bi riya hin sepanan û hişê çêkirî ve wêne û vîdyoyan sererast dikin. Her roj bi makîneyên wêneyan, telefon û kamerayên ku bi lezeke mezin diafirînin ve em dikarin bêhejmar wêne û vîdyoyan bikişînin, lens û kalîteyên kêşanê her ku diçe bi awayekî nayê xeyalkirin bi pêşve diçe.

Îro em dikarin bêhejmar wêne bikişînin. Lê aliyekî, îro hin caran wêneyên çend sal berê an jî di demeke nêzîk de hatine kişandin, nayên bîra me. Ji ber vê yekê jî pirsgirêkên wekî pêvajoyên jibîrkirinê, qelsbûna têkîliya di navbera bîranînan de jî derdikevin holê û wêneyên dîjîtal dikarin bi hêsanî winda bibin. Em di serdemeke wisa de dijîn ku herikîna agahî û dîmenan tu carî evqas bilez û domdar nebûbû, ku çapemenî, platformên dîjîtal, medyaya sosyal di demeke kurt de her ku diçe formeke cuda û nû digire. Hêj mirov li wêneyek, nûçeyek, gotarek, dîmenek an vîdyoyekê dinêre, dixwîne û temaşe dike, hê fêm nekiriye, vebijarkên bêhejmar derdikevin holê û herikîna agahî û dîmenan bêrawest didome. Pêvajoya agahî û naverokan bi vî awayî berdewam dike, tu kes texmîn nake ku leza teknolojîyê dê çi bîne û çawa bibe. Em îro bi herikîna bêrawest ya agahî û naverokên dîjîtal ve rû bi rû ne, wêne jî di bin bandora vê pêvajoyê de dimîne. Em di neynika nediyar a leza bênavber a serdemê re derbas dibin.

Hemû van pêşveçûnan jiyana mirovan hêsan dikin, lê aliyekî jî li gorî bikaranînê gelek neyînî jî tînin ku mixabin pêvajoyên jibîrkirinê û windabûna bîrê jî derdikevin holê.

Dem diherike û hemû tişt diguherin; divê berî her tiştî mirov ruhê xwe yê qenc, xweş, rastîn, jidil û reng û dengên bîrê xwe winda neke.

Çavkanî:

https://rumetmed.blogspot.com/2022/03/dijital-dunyann-hznda-bilgi-aksna.html

https://fr.m.wikipedia.org/wiki/Nic%C3%A9phore_Ni%C3%A9pce

https://en.wikipedia.org/wiki/Louis_Daguerre

-Wêneyên (Fotograf) yekem û sêyem ên nivîsê: Rûmet Med    

*Ev nivîs cara yekem di hejmara çarem a e-kovara "FotoDîmen"ê hate weşandin. 

Yorumlar