Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » Hin fîlmên sînemayê ku ji berhemên wêjekarê kedkar û bindestan John Steinbeckî ji bo hunera heftemîn hatine kişandin

Amadekar: Rûmet Med

Nivîskarê navdar ê Amerîkayî John Ernst Steinbeck bi eslê xwe ji Îrlandî ye, di sala 1902yê de li bajarê Salinansa Parêzgeha Californiayê hatiye dinê û di 1968ê de jiyana xwe ji dest daye. Yek ji wêjekarê herî girîng ê wêjeya cîhanê Steinbeck berhemên xwe bi nerîneke civakparêz ango bi ramana rastîbîniya civakî û weke diyalektîk nivîsîne ku di rûpelên pirtûkên xwe de; çîrokên jiyanên karker, kedkar, penaber, xizan û bindestên mirovahîyê û pirsgirêkên civakê anîne zimên, li ser bandorên neyînî yên şeran sekinîye.

John Steinbeck wekî Edgar Allan Poe, Virginia Wolf, Jack London, Ursula K. Le Guin, Ernest Hemingway, Sinclair Lewis, Mark Twain, William Faulkner, Arthur Miller û gelek nivîskarên din ên Amerîkayê, yek ji wêjekarê mezintir ê cîhanê ye. Romanên wî heta niha li seranserî dinyayê ji bo bi dehan zimanan hatine wergerandin. Steinbeck di sala 1962’yê de ji ber ked û xebatên xwe yên mezin ên li qada wêjeyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê û bi romana xwe ya bi navê "Tirîyên Xezebê" xelatên Pulitzer û Pirtûka Netewî girtine. Romana wî ya bi navê “Of Mice and Men” (1937), di sala 1993yê de (Ji Weşanên Nûdemê) bi wergera wêjekarê navdar ê kurd Firat Cewerî, di sala 2010ê de (Ji Weşanên Lîsê) bi wergera Xalis Xerzanî, bi navê “Mişk û Mirov” û di sala 2021ê de (Ji Weşanên Avesta) bi wergera Sezgîn Firatî, bi navê “Merreyî û Merdimî” ji bo Kurdî hatiye weşandin.

John Steinbeck di malbeteke cotyar a xizan de hatiye dinê, ji bo debara jiyanê û xwendina xwe di gelek karên zor û dijwar de xebitîye. Qeyda xwe li beşa Wêjeya Îngilizî ya Zanîngeha Stanfordê çêkiriye û ji ber şert û mercên jiyanê perwerdehiya xwe ya zanîngehê xilas nekiriye. Lêbelê xizanî û lêgerînên wî bo wî bûne derîyekî nû, û şert û mercên sedsala xwe bi awayekî serkeftî daye ber çavan. Newala Salinasê ji bo berhemên wî cihekî girîng e, piraniya romanên wî ji bo hunera sînemayê weke fîlm lê hatine anîn, weke lîstikên şanoyê hatine lîstin û ji bo televîzyonan bûne rêzefîlm û fîlmên tvyê.

John Steinbeck di demên havînan de li cotgeh û zevîyên herêma Newala Salinasê xebitîne û romana  xwe ya navdar a bi navê “Mişk û Mirov” li wê derê sêwirandiye ku jiyana karkeran a dijwar û rewşên civakî li wir bi çavên xwe dîtiye. Wêjekarê mezin Steinbeck li seranserê cîhanê bi berhemên xwe yên wekî “Tirîyên Xezebê”, “Rojhilata Biheştê”, “Dur” (Încî), “Kolana Sardalyayê”, “Pevçûna Bêdawî”, “Pêncşema Şêrîn”, “Kupaya Zêrîn”, “Taxa Jor”, “Mişk û Mirov”, “Mêrga Bihuştê”, “Otobûsa Asîyan”, “Şerekî Hebû”, “Dema ku Hîv Diçe Ava”, “Midîlîya Sor”, “Ez Şoreşkerek im”, “Serwerîya Demkurt”, “Newala Dirêj”, Di Zivistana Xemên Me de”, “Rojnivîska Rûsyayê” ve tê naskirin.

Hin fîlmên sînemayê ku ji romanên John Steinbeckî ji bo hunera heftemîn hatine kişandin: 

Of Mice and Men (1939) - Derhêner: Lewis Milestone

The Grapes of Wrath (1940) - Derhêner: John Ford

The Forgotten Village (1941) - Derhêner: Alexander Hammid, Herbert Kline

Tortilla Flat (1942) - Derhêner: Victor Fleming

The Moon is Down (1943) - Derhêner Irving Pichel

Lifeboat (1944) - Derhêner: Alfred Hitchcock

A Medal for Benny (1945) - Derhêner: Irving Pichel

La Perla (The Pearl, Mexico. 1947) - Derhêner: Emilio Fernández

The Red Pony (1945) - Derhêner: Lewis Milestone

Viva Zapata!  (1952) - Derhêner: Elia Kazan

East of Eden  (1955) - Derhêner: Elia Kazan

The Wayward Bus  (1957) - Derhêner: Victor Vicas

Mahalle Arkadaşlari (1961) - Derhêner: Metîn Erksan

Flight (1961) - Çêker: Efrain Ramírez and Arnelia Cortez

Îkîmîze Bîr Dunya (Of Mice and Men, 1962), Nevzat Pesen

Topoli (Of Mice and Men,1972) - Derhêner: Reza Mîrlohî

Cannery Row (1982) - Derhêner:  David S. Ward

Ondu Muthina Kathe (1987) - Derhêner: Shankar Nag

Of Mice and Men (1992) - Derhêner: Gary Sinise, John Malkovich

The Pearl (2000) - Derhêner: Alfredo Zacarías

The Grapes of Wrath: We Shall Overcome (Belgefîlm, 2015) - Derhêner: P.J. Palmer

In Dubious Battle (2016) - Derhêner: James Franco

Grapes (Kurtefîlm, 2017) - Derhêner: Finn Bourne

Immortals (Kurtefîlm, 2017) - Derhêner: Erik Morales

A Scene from 'Of Mice and Men' (Kurtefîlm, 2020) - Derhêner: Jon Salmon

Breakfast (Kurtefîlm 2021) - Derhêner: Nick Martinez

Berhemên wî: Cup of Gold (1929), The Pastures of Heaven (1932), The Red Pony (1933), To a God Unknown (1933), Tortilla Flat (1935), The Harvest Gypsies: On the Road to the Grapes of Wrath (1936), In Dubious Battle (1936), Of Mice and Men (1937), bi kurdî Mişk û Mirov (1993). Stockholm, Nûdem., The Long Valley (1938), Their Blood Is Strong (1938), The Grapes of Wrath (1939), Forgotten Village (1941), The Log from the Sea of Cortez (1941), Sea of Cortes: A Leisurely Journal of Travel and Research (1941), The Moon Is Down (1942), Bombs Away: The Story of a Bomber Team (1942), Cannery Row (1945), The Pearl (1947), The Wayward Bus (1947), A Russian Journal (1948), Burning Bright (1950), East of Eden (1952), Sweet Thursday (1954), The Short Reign of Pippin IV (1957), Once There Was a War (1958), The Winter of Our Discontent (1961), Travels with Charley (1962), America and Americans (1966), Journal of a Novel: The East of Eden Letters (1969), Viva Zapata! (1975, film), Steinbeck: A Life in Letters (1975), The Acts of King Arthur and His Noble Knights (1976), Working Days: The Journals of The Grapes of Wrath (1989), Steinbeck in Vietnam: Dispatches from the War (2012).

Çavkanî:

https://en.wikipedia.org/wiki/John_Steinbeck

https://ku.wikipedia.org/wiki/John_Steinbeck

https://tr.wikipedia.org/wiki/John_Steinbeck

https://www.imdb.com/name/nm0825705/

*Ev nivîs cara yekem di 31ê Berfanbara 2022yê de li www.sinemayaserbixwe.com'ê hate weşandin. 

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply