Hebû tune bû, deminan li herêmekî Qralekê hebû. Ew Qral gelek
çavbirçî û bêbext bû. Çavên wî tu tiştî dîtir ji cil û bergên xwe ne
dîtibû. Tarîtiya siya wî li ser axên li hemû deverên herêmê de, wekî ewrekî
bêreng digeriya bû.
Rojekî Qralê herêm ê cîranê, bi riya xeberdarê xwe xeberek dişîne
û dibêje ku di demeke nêzîk de bêm serdanî te. Di vê
yekê de Qral di nav xwe de, xwe bi xwe demeke dirêj
biaxivî, "ez di dema serdanê de çi cil û bergan li
xwe bikim".
Qral, zû gazî xizmetkarên xwe kiriye û gotiye, "bila ji hemû
deverên cîhanê ve xeber bişînin û bibêjin ku, “ez cil û bergê wisa dixwazim ku
li ser cîhanê de bêhempa bibe û cêwiyên vê jî qet tune be. Ger
Cildirûyekê ku wisa hebe ez ê wî bikim dewlemend û bextewer.”
Di demeke kurt de agahî, ji hemû deverên cîhanê ve
gihîştî ye û belav bûye. Cildirûyên herî baş ên dinê, yeko yeko hatine ji
avahiya qesrê û qor bi qor qala kirinên xwe kirine û
mînakên kincên xwe nîşan dane..
Lê Qral cil û bergên wan ên li ber destên wan de, zêde ne
ecibandî ye.
Di piştî vê rewşê de, Qral bi awayî bêsebr sekinî ye û dotira rojê
eşkere kiriye ku "divê cil û bergên ji min re tên gelek baş û xweştir
bibe". Piçek dem derbas bûye, di dawiyê de Cildirûyekê ciwan hatiye û
ketiye ji nav salona qesrê, piştî derketiye li hemberê Qralê. Qral li wî re
demek nihêriye û pirsî xwe kiriye, "ka bibêje Cildirûyê ciwan te ji min re
çi anî ye?" Cildirûnê ciwan, bêyî bêhn didan û bilez bersiva
xwe daye, "ew cawê rengdar ê ku di destê min de dibînin, min
ji bo we anîye, qumaşekî taybet e û li ser rûyê cîhanê de zû bi zû peyda nabe.
Min dil heye ku ez ê vê qumaşê li gorê we bidirûnim ku hûn jî bibînin
ku wê çi qas xweş lê li serî we bê.
Qral digel vê gotinan ve pir mat maye û nezaniye çi bibêje.
Cildirûnê ciwan gotina xwe berdewam kiriye "Qralê mezin şertekî min lê
heye, heta ku xelas kirin ê cil û bergê we tu kesî ji
karê min têkel nekin in. Qral li ser vê gotinan hinek kêfxweş bûye, şert û merc
ê Cildirûyê qebûl kiriye. Du kîsikê di nav de tijî zêr in, jê re ji bo dest pê
kirina karê wî, weke diyarî, daye û bi dû re gotiye "karê
xwe zû xelas bike"
Cildirûnê ciwan yekser karê xwe dest pê kiriye, wî bi dû sê rojê
du kîsikê zêr ên din jî xwestiye
û Qral xwestekê wî bi cih anîye. Li ser vê rewşê de rojan û hefteyekî bihûriye,
meraqê Qralê her ku diçe zêde bûye û ew pêştir Serokwezîrê xwe li ba
Cildirûnê ve rêkirî ye, wî bi hêdîka ketiye mezela xebatkirinê, lê belê ji
nişka ve dîtiye ku mezelê xebatkirinê vala ye û wî nikariye vê rewşê çi wate
dide. Cildirû hatina Serokwezîrê bihistiye û dîtiye, di destên wî çi
tişt tune, ji Serokwezîrê re weha pirs kiriye, "cil û berg çawa bûye, li
gorî te Qralê mezin jî ev kincê biecibîne?" Serokwezîr bi dû
pirsê wî, bîskekê di cihê xwe de heyirî maye, lê ji bo nekevî rewşekê xirab,
bêdil gotiye, "erê te gelek baş çêkirî ye, destên te sax bin. Wî, ji
mezelê de derketî ye û çûye li ba Qralê. Qral bi çavên meraqdar, pirsî ye,
"cil û bergê min çawa xuya dike" Serokwezîr ji "Qralê min, ev
gelek baş bûye, min di umr û jiyanê xwe de, cil û bergê ev qas xweş ne dîtibû.
Ev tam li gorê te ye, li ser xêrê be. Pişt re Serokwezîr, ji bo dîtina cil û
bergê, Wezîrê xwe rêkirî ye, ev ji çûye û dîtiye ku hema çi bigire, li ser
kincê Qralê ji heman tiştan gotiye.
Wek herî dawîn ji Qral çûye mezela xebat kirinê û dîtiye ku
Cildirûnê ciwan di hundur de bêrawest karê xwe dike lê belê Qral li mezelê,
tiştekî dîtir ji valahiyê ve ne dîtiye. Qral ji nişkekê ve pirs kiriye "te
ev qas demê rûniştî ye û çi tişt nekiriye, ez vê kîsikê zêr in cihê beredayî
didime bo te.
Cildirû bîskek bêdeng maye, bi rewşekê ji xwe bawer, gotiye,
"Qralê mezin, ev qumaşê li destên min de, bi tenê dikarin mirovên biaqil
bibînin, ka binêrin çiqas xweş û nerm e, neqşên vê resen in, bila ji destên xwe
hilgirin, ma ne welê ye?" Qral dîsan mat maye û nezaniye çi bibêje. Wî, ji
bo nekevî rewşekê ecêb, wek bêdil ew ji gotiye, "belê belê pir xweş bûye,
bi taybetî ji neqşên vê gelek baş in" ji mezelê derketî ye.
Cil û bergê Qralê li herêmê de, di devên hemû kesan de belav bûye.
Hin kes jê gotine, bi tenê kesên ku biaqilan dikarin vê bibînin, ev bi qumaşekî
cuda re hatiye çêkirin. Her ku diçe meraqên hemû kesan zêde bûne.
Di dawiyê de roja serencamê hatiye û amadekariyan ji xelas bûye û
Gelê herêmê kom bûne. Cildirûnê ciwan, cil û bergên li ser Qralê derxistî ne û
li ser wî, wekî ku di destên wî de hebûna cil û bergên nû, lê kiriye. Pişt re
lê kirinê gotiye, "cil û bergên we gelek xweş bûn Qralê mezin, ew kinc
gelek li we hatî..
Qral ji bo gotinên Cildirûnê ciwan bêdil spas kiriye û gotiye ku
destên te sax bin, gelek xweş û baş bûye. Qral bi cil û bergên xwe yên nû ve
derketî ye li derve qesrê, Gelên ku gava Qralê dîtine gelek şaş bûne û bi çavên
xwe bawer nekirin e. Qral di vê rewşê de li herêmê geriyaye, lê tu kesan nikari
ne ji Qralê rastiyê bibêjin, di nav xwe de kenine.
Qral demekê ji li kolanên herêmê de geriyaye, ji nişkekê ve dengê
Zarokekê biçûk hatiye bihîstin û tilîya xwe ber bi jorê ve rakirî ye, di nav
bêdengiyê de gotiye, "Qral Tazî!"
Piştî hevoka Zarokê biçûkê, dengên kenîn û bişirên ên Xelkê belav
bûne, Qral di cihê xwe de wek mat mayî, bedenê xwe bi destên xwe veşartî ye û
hema bêdeng rawesta ye...
Rûmet Med
Nivîskarê Çîroka Resen: Hans
Christian Andersen
Hiç yorum yok: