Romana Aldous Huxleyî ya "Cîhana Nû ya Xweş" bi wergera Kurdîya Kurmancî hate weşandin

Nûçe: Rûmet Med

Romana nivîskarê navdar Aldous Huxleyî ya "Brave New World" ji aliyê nivîskar, akademisyen û wergêr Salih Agir Qoserî ve bi navê "Cîhana Nû ya Xweş" ji Îngilîzî ji bo Kurdîya Kurmancî hate wergerandin û ji Weşanên Cervantesê derket.  

Aldous Huxley romana xwe ya "Cîhana Nû Ya Xweş"ê (Brave New World) di sala 1932yan de nivîsîye, qala jîyana salên 2500î dike. Romana dîstopîk û xeyalê zanistî, heta niha li seranserê cîhanê ji bo bi dehan zimanan hatiye wergerandin. Nivîskar, akademisyen û wergêr Salih Agir Qoserî, romanên "1984" û "Çewlîka Heywanan" ên George Orwell, romana "Kallocain" a Karin Boye jî tê de gelek romanan wergerandiye ji bo Kurdîya Kurmancî û berhema wî ya bi navê "Nostaljî Di Romana Kurdî De" (Mijdara 2026ê) ji aliyê Weşanên Lîsê ve hate weşandin.* 

"Aldous Huxley di Cîhana Nû Ya Xweş de, ku di 1932’yan de nivîsîye, jîyana salên 2500’î pêşkêş dike. Li Cîhanê dewletek tenê bi navê Dewleta Cîhanê heye, zarok di laboratuwaran de, bi hejmarên girseyî tên hilberîn. Zewac, malbat, dayik, bav, xwişk û bira, herweha hestên wekî hezkirin, evîn, xemgînî, hêrsbûn û hwd. tune ne. Nexweşî, kalbûn û pîrbûn jî tune ye, mirov her tim ciwan in, kêfxweş û bextewar in.  

Lê gelo cîhaneke wiha mimkun e?  

Huxley bi nivîsîna vê romana dîstopîk di eslê xwe de vê pirsê ji cîhana me yî îro dike. Lewra pêşkeftinên zanistî û teknolojîk me ber bi cîhaneke wiha ve dibe. Huxley bi karakterê Johnê ku ji herêma Bejî hatiye vê cîhanê, şaşî û qisûrên vê cîhanê nîşan dide, di heman demê de bersiva vê pirsê jî dide. Ev roman ne tenê xeyala cîhaneke pêşerojê ye, di heman demê de neynika cîhana me yî îro ye jî." (Nivîsa danasîna wergera romanê.)* 

Yorumlar