Xelata Nobelê ya Wêjeyê (2026) hate eşkerekirin

 Nûçe: Rûmet Med  

Helbestvan, cerîbîner, wergêr, rexnegir, profesora wêjeya klasîk a Kenedayî Anne Carson îsal Xelata Nobelê ya Wêjeyê (2026) girt. Akademîya Swêdê eşkerekir ku nivîskar Anne Carson, ji ber "Berhemên xwe yên wêrek û nûjenîxwaz ku di nav dîyalogeke bişahî ya ligel kevneşopîya klasîk re, ji bo wêjeya nûjen şêweyên nû afirandine." hêjayî Xelata Nobelê ya Wêjeyê hate dîtin. 

 

Nivîskara 76 salî Anne Carson bi helbest û ceribanên xwe tê naskirin û berhemên wê heta niha li seranserê cîhanê ji zêdetirî 20 zimanan hatine wergerandin. Hin pirtûkên Anne Carsonê: Eros the Bittersweet (1986), Glass, Irony, and God (1992), Plainwater (1995), Autobiography of Red (1998), Men in the Off Hours (2000), The Beauty of the Husband (2001), Wrong Norma (2024).

 


Xelatgirên Nobelê yên Wêjeyê, xelata pereyê û medalyaya zêrîn qezenc dikin. Medalyaya zerîn a nivîskar Anne Carsonê di 10ê meha Berfanbara 2026ê de li Stokholma Swêdê dê bi merasimek bê dayîn. Sala par nivîskarê Macar László Krasznahorkai û di sala 2024ê de jî nivîskara Koreya Başûr Han Kang Xelata Wêjeyê ya Nobelê girtin. 

 

Ji hefteya yekem a Cotmehê bi vir de Xelatên Nobelê yên tib, fizîk û kîmyeyê hatin eşkerekirin. Karl Deisseroth (DYA), Peter Hegemann (Almanya) û Georg Nagel (Almanya) Xelata Nobelê ya Fîzyolojî an jî Bijîşkiyê, Francis Halzen (Belçîka / DYA) Xelata Nobelê ya Fîzîkê, Henri B. Kagan (Frensa) û Kenso Soai (Japonya) jî Xelata Nobelê ya Kîmyayê girtin. Hat ragihandin ku Xelata Nobelê ya Aşitîyê dê di 9ê Cotmehê de û Xelata Nobelê ya Aborîyê (Xelata Sveriges Riksbankê) jî dê di 12ê Cotmehê de bêne eşkerekirin.


 

Xelatên Nobelê, ji ber wesyeta zanyar û nûvekarê Swêdî Alfred Nobelî, ji sala 1901ê bi vir de her sal ji bo mirovên an jî sazîyên ku xizmetên girîng ên mirovahîyê dikin, têne dayîn. Xelatên Nobelê her sal di meha Cotmehê de têne eşkerekirin û di 10ê Berfanbarê de di salvegera mirina Alfred Nobelî de, li Stokholma Swêdê û li Osloya Norwecê bi merasiman têne dayîn. 

 

Xelata Nobelê ya Wêjeyê: Xelata Nobelê ya Wêjeyê an jî Xelata Nobelê ya Edebiyatê yek ji xelatên herî girîng ên wêjeyê tê qebûlkirin û ji sala 1901ê û vir ve tê dayîn. Xelata Nobelê di bin sîwana Akademiya Swêdê de, ji aliyê Komîteyeke Wêjeyê ya Nobelê ve tê hilbijartin. 

 

Lîsteya xelatgirên Xelata Nobelê ya Wêjeyê: https://en.wikipedia.org/wiki/List_of_Nobel_laureates_in_Literature 


Çavkanî: Nobel Prize 

https://rumetmed.blogspot.com/2025/10/xelata-nobele-ya-wejeye-diyar-bu.html 

Yorumlar