Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » 14 Fîlmên Balkêş ên Derhênerê Mezin Abbas Kîarostamî

Amadekar: Rûmet Med

Derhêner, senarist, pevxistiner û çêkerê navdar ê Îranê Abbas Kîarostamî (1940-2016) yek ji nûnerên herî serketî yên rêbaza Pêla Nû ya Îranê ye ku bi gelek fîlmên xwe li seranserê cîhanê deng vedaye.

Sînemagerê hoste û xelatgir Abbas Kîarostamî bi taybetî bi fîlmên xwe yên balkêş ên; “Khane-ye doust kodjast?” (1987), “Nema-ye Nazdik” (1990), “Zendegi va Digar Hich” (1992), “Zire Darakhatan Zeyton” (1994), “Ta’m-e Gilas” (1997), “Bad Ma Ra Khabad Bord” (1999) ve hate naskirin û li seranserê cîhanê deng veda. Kîarostemî ji bilî hunera sînemayê li ser helbestan, wênekêşî, wênesazî, sêwirineriya şêwekarîyê û reklamkerî jî xebitî û ji bo televîzyonê ji zêdetirî 150 fîlmên reklaman kişandine.

Di dawiya salên 1960’an de Ji bo gelek fîlman nivîsên jenerîkê nivîsiye û û xêzkariya pirtûkên zarokan kiriye. Li dû vê pêvajoyê, bi kurtefîlmê xwe yê bi navê “Nan û Kuche” (1970) dest bi sînemayê dike û ji zêdetirî 35 fîlman kişandine ku tê de gelek kurtefîlm û hin belgefîlman jî hene. Derhêner, di heman demê de senaryoyên gelek fîlman jî nivîsandine û fîlmên wî Xelatên Oscar, Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî yên Cannes, Venedîk, Locarno, Tehran, Moskova, Fajr, Stenbol, Amsterdam, San Francisco, Royal, Selanîk, Sao Paulo, Chicago, Beyrûd û Riminî jî tê de ji gelek festîvalên fîlman xelat girtine.

Pêla Nû ya Îranê, bi fîlmê “Gav” (1969) yê Dariush Mehrjuî dest pê dike. Di navbera nûnerên vê rebazê de sînemagerên navdar ên wekî;, Abbas Kîarostamî, Furûx Feruxzad, Mesud Kimiaî, Nasser Taqvaî, Mohsen Makhmalbaf, Sohrab Şahîd Şaleş, Behram Beyzayî, Perwîz Kimyavî, Mecîd Mecîdî, Samîra Makhmalbaf, Amîr Naderî, Abolfazl Jalîlî, Cafer Panahî jî cih digirin. Di dema nêzîk a sinemaya Îranê de fîlmên Behmen Qubadî, Huseyin Şahabî, Asghar Farhadî, Manî Haghighî û Babak Payamî balkêş û girîng in.

Taybetmendiyên sereke û resen ên vê rêbazê; bikaranîna diyalogên helbestkî, şêweya vegotinê ya çîrokî û felsefîk in ku wekî rêbazên sînemayê yên wê çaxê, rêbaza Pêla Nû Ya Îranê jî nûjenîxwaz û azadîxwaz e. Di sînemaya Kîarostamî de, bi giştî karekterên zarok û herêmên çolterî cihekî girîng digrin, derhêner di fîlmên xwe de bi piranî qala jiyanên neteweyên Fars, Kurd, Azerî dike.

Di herikîna fîlman de; vegotina çîrokî ya wekî belgefîlman, têmayên rêwîtî û bikaranîna westar a kamerayê xwe didin der. Abbas Kiarostamî piştî diçe Ewropayê du fîlmên xwe bi lîstikvanên Fransî û Japonî kişandine. (“Copie conforme” (2010), “Like Someone in Love” (2012)

Derhêner di berhemên xwe de vegotineke resen a helbestkî û alegorîk afirandiye ku nav û diyalogên fîlmên wî de gelek hêmanên helbestkî cih digrin. Abbas Kiarostamî di sinemaya xwe de; bi awayekî herîkbar û jidil qala hest, fikr, mijar, çîrok û ramanên mirovî û xwezayî kirine û tim dibêje ku; “Evîn hertim heye, Mirov bêevîn nikare bijî..”

Hosteyê vegotina helbestkî û alegorîkan Abbas Kiarostamî di tîrmeha 2016’ê de li Parîsê ji ber nexweşiya kansêrê çû ser dilovaniya xwe.

Bêguman hemû fîlmên sînemagerê mezin Abbas Kiarostamî di sinemaya cîhanê de giranbiha ne. Ez vê lîsteya 14 fîlmên balkêş ên derhênerê, ji bo temaşevanên sînemayê, li gorî dîrokên kişandinên wan nivîsandime.

[caption id="attachment_6592" align="aligncenter" width="728"] Certified Copy[/caption]

14 Fîlmên Balkêş ên Derhênerê Mezin Abbas Kîarostamî:

“Tadjrebeh” (1973) / Derhêner: Abbas Kîarostamî û Senaryo: Abbas Kîarostamî,  Amîr Naderî

“Mossafer” (1974) / Derhêner û Senaryo: Abbas Kîarostamî

“Lebbasi Baraye Arossi” (1976) / Derhêner: Abbas Kîarostamî û Senaryo: Parvîz Davayî, Abbas Kîarostamî

“Gozaresh” (1977) / Derhêner û Senaryo: Abbas Kîarostamî

“Khane-ye doust kodjast?” (1987) / Derhêner û Senaryo: Abbas Kîarostamî

“Nema-ye Nazdik” (1990) / Derhêner û Senaryo: Abbas Kîarostamî

“Zendegi va digar hich” (1992) / Derhêner û Senaryo: Abbas Kîarostamî

“Zire Darakhatan Zeyton” (1994) / Derhêner û Senaryo: Abbas Kîarostamî

“Ta’m-e Guilass” (1997) / Derhêner û Senaryo: Abbas Kîarostamî

Bād Mā Rā Khāhad Bord" (1999) / Derhêner û Senaryo: Abbas Kîarostamî

“Dah” (2002) / Derhêner û Senaryo: Abbas Kîarostamî

“Shirin” (2008) / Derhêner: Abbas Kîarostamî û Senaryo: Abbas Kîarostamî, Farideh Golbou, Mohammad Rahmanian

“Copie conforme” (2010) / Derhêner û Senaryo: Abbas Kîarostamî

“Like Someone in Love” (2012)

Çavkanî:

https://en.wikipedia.org/wiki/Abbas_Kiarostami

https://tr.wikipedia.org/wiki/Abbas_Kiyar%C3%BCstemi

(11.12.2021) 

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply