Hevpeyvîn: Rûmet Med
Festîvala Kurtefîlman a Goldenê ya Stenbolê îsal di navbera dîrokên 18-21ê meha Mijdarê de û bi gelek kurtefîlmên sînemagerên li seranserê cîhanê derdikeve pêşberî temaşevanên sînemayê. Festîval sala par ji ber pandemiyê weke online hatibû li darxistin û îsal fîlmên festîvalê bi piştgiriya Şaredariya Kadikoyê li Navenda Çanda Bariş Mançoyê bêne nîşandayîn. Li festîvalê, bernameya nîşandan a roja yekemîn hate eşkere kirin û dê sînemager dikarin kurtefîlmên xwe heta 25ê Îlonê li festîvalê bişînin.
Em weke malpera Sînemaya Serbixwe, kurtehevpeyvîneke bi rêvebirê Festîvala Kurtefîlman a Goldenê ya Stenbolê Eren Çakmak re kirin.
Hûn dikarin bi kurtasî xwe bidin naskirin?
Navê min Eren Çakmak e. Ez 25 salî me û ji Amedê me. Salên dûr û dirêj in li Stenbolê dijîm. Dema ku hêj min li Stenbolê di dibistana navîn de, ez dest bi nivîsandina kurteçîrok kirim. Di salên lîseyê de bi alîkariya mamosteya/ê min a/ê wêjeyê re min çîrokên dirêj nivîsandin. Du çîrokên min ên ji van, di kovara Kandilê de hate weşandin. Heman demê bû û min fîlmê "Twelve Angry Men" temaşe kiribû ku ez gelek di bin bandora wê de mam. Min perwerdehiyeke piçûk a nivîsandina senaryoyê dît û piştî vê jî ez ji çîrokên xwe senaryoyan nivîsandim. Ez dema ku pola dawî ya dibistana amadeyî (lîse) bûm, min bi piştgiriya Navenda Fîlman a Mîthat Alamê ya Zanîngeha Bogazîçîyê kurtefîlmê xwe yê bi navê "Kayıt"ê kişand. Ji ber ku di semta min de gelek penaber dijîn, min got ez li ser vê mijarê bisekinim. Min berê xwe da cureya belgefîlmê û ez yekem belgefîlma xwe di derbarê jiyanên penaberan de kişandim û belgefîlma min ji 6 festîvalên fîlman ên navneteweyî xelat girtin. Pêşdetir min di hin festîvalên fîlman de bi awayekî minêkar cih girtibû. Di demên ku min li festîvalên fîlman de bi minêkarî xebitî, ez li ser lidarxistina festîvaleke fîlman difikirîm. Sala par, fikra min a festîvalê li Stenbolê pêk hat û min dest bi lidarxistina Festîvala Kurtefîlman a Goldenê ye Stenbolê kir, ku ev festîvalê ne girêdayî tu saziyê ye.
Sala par wekî gelek festîvalên fîlman, festîvala we jî weke online hatibû li darxistin û îsal cara duyem derdikeve li pêşberî sînemahezan. Hûn dikarin di derbarê pêvajo û bernameya festîvalê de agahî bidin me?
Belê, sala par ji bo me bêşansiyeke mezin çêbû. Ji ber ku, di sala ewil de em mecbûr man ku bernameya festîvalê weke online li dar xistin. Lê dîsa jî rêjeya beşdarbûnê baş bû. Bi pêvajoya asayîbûnê ve ji aliyê fîzîkî ve em ê cara yekem festîvala xwe li dar bixin. A rastî dema ku me dest bi xebata festîvalê kirin, dîsa me got ku festîvalê dikare bi awayekî online bibe. Lê bi pêvajoya asayîbûnê ve vê tirsa me nema. Festîvala me bi piştgiriya solanê yê Şaredariya Kadikoyê bête li darxistin û bernameya me ji fîlmên rengîn pêk tê. Bi taybetî jî em li ser nîşandana kurtefîlmên xelatgir ên cîhanê dixebitin. Em ê fîlmên bizewq û xweş pêşkeşî Stenboliyan bikin. Me dixwest eleqeya her kesî bi fîlmên festîvalê me bibin û ji ber vê me bihayên bilêtên xwe kêm girtin. Lewma em bi dirûşmê “bilêtek, sê fîlm derketin” rê. Temaşevanên me dikarin tenê bi bilêtekê sê fîlm temaşe bikin. Herwiha endamên me yên juriyê ku ji derveyî welat tên û qet nehatine li Stenbolê. Em ê hewl bidin ku wan demek xweş li bajarê me yê xweş derbas bikin. Em ê sê şev û çar rojan derhênerên ku ji derve hatine Stenbolê, li vir bikin mêvan û em ê xweşikahiyên bajarê xweş ê Stenbolê nîşanî wan bidin. Di 18ê meha Mijdarê de em ê vekirina festîvala xwe bikin û em ê dest bi nîşandana fîlmên ewil bikin. Dê di 19ê Mijdarê de nîşandana fîlmên me bidome. Di şeva 20ê mehê de jî em ê piştî nîşandana fîlman, navên fîlmên xelatgir eşkere bikin. Di 21ê Mijdarê de jî em ê bi mêvanên xwe re kurtehevpeyvînan li dar bixin û festîvala xwe biqedînin.
Hûn di pêvajoya koronayê de bi kîjan pirsgirêkan re rû bi rû dimînin?
Ji ber ku em festîvaleke fîlman a serbixwe ne, bi taybetî di peydakirina salon û piştgirî (sponsor) de me bi gelek pirsgirêkên cuda rû bi rû man. Lê bi alîkariya saziya Sinematekê, Şaredariya Kadikoyê di mijarê salonê de piştgirî da me.
Ji ber pandemiyê van pirsgirêkên me zêde bûbûn û ji ber ku gelek sazî xebatên xwe yên piştgiriyê rawestandin. Herwiha ji ber ku em festîvaleke nû ne, gelek sazî ji piştgiriyê dûr diman. Piştî jî Hotêla Eresîn a ku hotêleke kevn e, ji aliyê hotêlê piştgirî da me û peymanên me yên ji bo piştgiriyê berdewam kirin. Lê heta vê rewşê, gelek pêşniyazên me nehatibûn qebûl kirin. Wekî din, ji ber qedexeyên wekî rêzikên pandemiyê û mecbûriya parzayê (aşi), em ê bernameya festîvalê bi kêm kesî re li dar bixin. Ji ber ku em di salona 140 kesî de dikarin bi 70 kesî re fîlmên xwe nîşan bidin. Lêbelê ligel vê şert û mercên dijwar, em ê ji bo baştirîn dixebitin û em ê bixebitin.
Di bernameya festîvala we de îsal jî fîlmên li seranserê cîhanê cih digirin. Heta niha eleqeya sînemageran ji bo bernameya festîvalê çawa ye?
Fîlmên me yên nîşandanê, li festîvalên Tirkiyeyê hêj nehatine nîşandan, ji ber vê yekê eleqe dibînin. Herwiha ji ber ku kurtefîlm in û çîrokên wan balkêş in, temaşevanên sînemayê wan fîlman temaşe dikin. Em ji vê eleqeyê kêfxweş in. Ji ber ku, festîvalên fîlman ên Stenbolê bi giştî bala xwe didin li fîlmên metraj dirêj. Ji ber ku kurtefîlmên festîvalê me xelatgirtî ne, zêde eleqeyê jî dibînin. Me hewl da ku fîlmên festîvalê dê ji cureyên temaşevanên me jê hez bikin, hilbijêrin û ez dibînim em di vê yekê de serketî bûne.
Gelek derhênerên ciwan hene ku difikirin fîlmên xwe cara yekem li festîvalên fîlman bişînin. Tu dixwazî ji wan re çi bibêjî?
Sînemager fîlmên xwe bila baş analîz bikin û heke pêwîst be fîlmên xwe gelek caran temaşe bikin. Ez pêşniyar nakim ku wan fîlmên xwe li hemû festîvalên fîlman bişînin. Piştî ku fîlmên xwe analîz kirine, li ser rûpelên festîvalên fîlman ku ew dixwazin başdar bibin, li fîlmên ku di du salên dawî de xelat girtine binêrin. Ger fîlmên wan wekî fîlmên xelatgirtî be û di nav berhevokê de cih girtibe, fîlmên xwe li festîvalên fîlman bişînin. Ez pêşniyar dikim ew, festîvalên fîlmên ên ku du sal an jî gelek salan in têne lidarxistin, tercih bikin. Wekî din, divê ew, festîvalên ku derhênerên xelatgirtî vedixwînin li bernameya festîvalê tercih bikin. (Wergera ji Tirkî ji bo Kurdî: Rûmet Med)
İstanbul Golden Kısa Film Festivali'nin direktörü ile söyleşi
Söyleşi: Rûmet Med
Bu yıl ikincisi 18-21 Kasım tarihleri arasında gerçekleşecek olan İstanbul Golden Kısa Film Festivali’nde, bir çok ülkeden sinemacıların kısa filmleri seyirci ile buluşacak. Geçen yıl pandemiden dolayı online olarak düzenlenen festivalde, filmler bu yıl Kadıköy Belediyesinin destekleri ile Barış Manço Kültür Merkezi'nde gösterilecek. 1. gün gösterim programının belli olduğu festival programına dünyanın her yerinden yönetmenler 25 Eylül'e kadar kısa filmlerini gönderebilirler.
Sînemaya Serbixwe sitesi olarak, İstanbul Golden Kısa Film Festivali'nin direktörü ile festival üzerine konuştuk.
Sizi kısaca tanıyabilir miyiz?
Ben Eren Çakmak. 25 Yaşındayım ve Diyarbakırlıyım. Uzun yıllardır İstanbul’da yaşıyorum. İstanbul’da ortaokulu okurken kısa hikayeler yazmaya başladım. Lise yıllarında Edebiyat öğretmenimin de yardımıyla uzun hikayeler yazdım. Bu hikayelerimden iki tanesi Kandil Dergisinde yayınlandı. Aynı dönemlerde izlediğim “On İki Kızgın Adam” filminden çok etkilendim. Ufak bir senaryo yazım eğitimi aldıktan sonra yazdığım hikayeleri senaryolaştırmaya başladım. Lise son sınıfta yazdığım “Kayıt” adlı kısa filmimi Boğaziçi Üniversitesi Mithat Alam Film Merkezinin desteğiyle çektim. Yaşadığım semtte çok fazla Mültecinin yaşaması beni bu konuda bir hikaye anlatmaya itti. Belgesel türüne yönelerek ilk belgeselim olan Mülteci belgeselini çektim ve bu belgesel ile uluslararası altı ödül kazandım. Daha önce birkaç festivalde gönüllü olarak yer almıştım. Gönüllü olduğum dönemlerde yaşadığım şehirde, bağımsız bir kısa film festivali düzenleme fikri aklımı kurcalamaya başlamıştı. Geçen yıl bu fikrimi gerçeğe dönüştürerek İstanbul’da hiçbir kuruma bağlı olmayan İstanbul Golden Kısa Film Festivalini başlattım.
Geçen yıl koronadan dolayı bir çok film festivali gibi online olarak gerçekleştirdiğiniz İstanbul Golden Kısa Film Festivali bu yıl 2. Defa sinema severlerle buluşacak. Festival süreci ve programı hakkında biraz bilgi verebilir misiniz?
Evet, geçen yıl bizim için büyük bir şanssızlık oldu. Çünkü ilk yılımızda festivali online olarak düzenlemek zorunda kaldık. Ama yine de güzel bir katılım oranına ulaşmıştık. Normalleşme süreci ile birlikte biz de aslında fiziksel olarak ilk festivalimizi düzenleyeceğiz. Aslında festival girişlerini açtığımız zaman yine online olabilir gibi bir düşüncemiz vardı. Ancak normalleşme süreci ile birlikte bu korkumuz kalmadı. Kadıköy Belediyesinin salon sponsorluğunda düzenlenecek olan festivalimizin gösterim programı oldukça renkli filmlere ev sahipliği yapıyor. Özellikle kısa film festivali olarak dünyadan ödüllü kısa filmlerin gösterimlerine odaklandık. İstanbullulara seyir zevki yüksek ve güzel filmler sunacağız. Bilet ücretlerini az tutarak herkesin festivalimize ilgi duymasını sağlamak istiyoruz. Bu yüzden “tek bilet üç film” sloganıyla yola çıktık. Seyircilerimiz tek bilet ile üç farklı kısa film izleyebilecek. Ayrıca yurtdışından gelecek jüri üyelerimiz daha önce İstanbul’da bulunmamışlar. Onların güzel şehrimizde iyi vakit geçirmelerini sağlayacağız. Yurtdışından veya İstanbul dışından ödül kazanan yönetmenleri üç gece dört gün İstanbul’da ağırlayacağız ve güzel şehrimizin güzelliklerini kendilerine göstereceğiz. 18 Kasım tarihinde festivalimizin açılışını yaparak ilk film gösterimlerini başlayacağız.19 Kasım tarihinde kısa film gösterimlerimiz devam edecek. 20 Kasım gecesinde ise kazanan yönetmenlerin filmlerini özel davetliler ile birlikte izleyip ödüllerini dağıtacağız. 21 Kasım tarihinde ise davet ettiğimiz özel konuklarımız ile kısa söyleşiler yapacağız ve festivalimizin kapanışını gerçekleştireceğiz.
Festival sürecinde ne gibi sorunlarla karşılaşıyorsunuz. Pandemi süreci sizi nasıl etkiliyor?
Bağımsız bir festival olduğumuz için özellikle salon ve sponsor bulma konusunda çok çeşitli sorunlar yaşadık. Pandemi dolayısıyla bu sorunlar çok daha büyüdü. Çünkü pandemi nedeniyle birçok kurum sponsorluk faaliyetlerini durdurmuştu. Ayrıca yeni bir festival olduğumuz için çoğu kurum sponsorluk anlaşmalarına pek sıcak bakmıyordu. Ancak Sinematek kurumunun yardımıyla Kadıköy Belediyesi salon konusunda bize destek oldu. Ardından köklü bir otel gurubu olan Eresin hotel konaklama sponsorumuz oldu ve diğer sponsorluk anlaşmalarımız devam etti. Tabi bu duruma gelene kadar birçok sponsorluk teklifimiz reddedilmişti. Ayrıca pandemi kuralları ve aşı zorunluluğu gibi yasaklar, az kişiyle etkinliği düzenlememize sebep olacak. Çünkü 140 kişilik salona sadece 70 kişi alabileceğiz. Ama tüm bu zor koşullara rağmen elimizden gelenin en iyisini yapmaya çalışıyoruz ve çalışacağız.
Bu sene de dünyanın bir çok yerinden filmler festivalinizin programında yer alacak. Şuana kadar festival programına ilgi nasıl?
Gösterim filmlerimizi, Türkiye’deki film festivallerde gösterilmeyen filmler, haliyle ilgi görüyor. Ayrıca kısa film olmaları ve hikayelerinin ilgi çekici olması seyirciyi festivalimize yönlendiriyor. Bu ilgiden memnunuz. Çünkü İstanbul’daki film festivalleri genellikle uzun metrajlı filmlere odaklanıyor. Bizim kısa film festivali olarak kısa filmleri göstermemiz, bu filmlerin de ödüllü olması ilgiyi artırıyor. Filmleri, seyircilerimizin sevebileceği türlerden seçmeye çalıştık ve bunda da başarılı olduğumuzu görüyorum.
Filmlerini, film festivallerine ilk kez göndermeyi düşünen genç sinemacılara neler söylemek istersiniz?
Çektikleri filmi iyi analiz etsinler ve gerekirse defalarca izlesinler. Her film festivaline filmlerini rastgele göndermelerini tavsiye etmiyorum. Filmlerini analiz ettikten sonra katılmayı düşündükleri festivallerin sayfalarına girip son iki yılda ödül alan filmlere göz atsınlar. Eğer kendi filmlerini ödül veya seçki alan filmlerin türleri ile bağdaştırabilirlerse filmlerini festivale sunsunlar. İki veya daha uzun yıllardır gerçekleştirilen film festivallerini tercih etmelerini öneriyorum. Ayrıca kazanan yönetmenleri festivale davet eden festivalleri tercih etmeliler.
(10.09.2021)
Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com
Hiç yorum yok: