Nûçe: Rûmet Med
74'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê îsal di navbera dîrokên 6-17'ê mehê de hate li darxistin û xelatên festîvalê bi merasîmekê hatin dayîn. Di bernameya festîvalê de, fîlmê "Titane" yê derhênera fransiz Julia Ducournauyê xelata Palmiyeya Zêrîn girt.
Festîvala Fîlman a Cannesê sala par ji ber nesaxiya koronayê hatibû bi paş ve xistin û îsal di navbera dîrokên 6-17'ê Tîrmehê de hate li darxistin. Xelatên festîvalê bi merasîmek hatin dayîn.
Li Cannesê îsal fîlmê "Titane" yê derhêner Julia Ducournauyê xelata mezin a Palmiyeya Zêrîn girt û xelatên festîvalê ji aliyê serokê juriyê Spike Lee ve hate eşkere kirin.
Di beşa pêşbaziya bingehîn a festîvalê de fîlmên; "A Hero" (Asghar Farhadî), "Benedetta" (Paul Verhoeven), "The French Dispatch" (Wes Anderson), "Annette" (Aleos Carax), "Tout s'est bien passé" (François Ozon) jî hatin nîşandayîn. Di pêşbaziya bingehîn de, derhênerê navdar ê cîhanê Spike Le weke serokê juriyê hatibû bijartin û di endamtiya juriyê de jî; Mati Diop, Maggie Gyllenhaal, Mélanie Laurent, Jessica Hausner, Mylène Farmer, Tahar Rahim, Kleber Mendonça Filho ve Song Kang-Hoyî cih girtin.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê yek ji festîvalên fîlman ên herî girîng ên dîroka sînemayê ye ku cara 74'emîn e derket li pêşberî sînemahezan. Li bernameya festîvalê, fîlmê "Titane" yê derhêner Julia Ducournauyê xelata Palmiyeya Zêrîn girt û bi vî fîlmê îsal bû cara duyemîn ku di dîroka Cannesê de derhênereke jin xelata Palmiyeya Zêrîn digire. Di sala 1993'yê de sînemagera navdar a Amerîkayê Jane Campion bi fîlmê xwe yê "The Piano" xelata mezin a Palmiyeya Zêrîn wergirtibû.
Xelatên 74'emîn Festîvala Fîlman a Cannesê
Palmiyeya Zêrîn: Titane / Julia Ducournau
Xelata Grand Prix: A Hero / Asghar Farhadi û "Compartment No.6" / Juho Kuosmanen
Derhênerê Baştirîn: Leos Carax / Annette
Lîstikvana Baştirîn: Renate Reinsve / The Worst Person in the World (Verdens verste menneske)
Lîstikvanê Baştirîn: Caleb Landry Jones / Nitram
Xelata Juriya Taybet: Memoria / Apichatpong Weerasethakul û Ahed’s Knee / Nadav Lapid
Senaryoya Baştirîn: Drive My Car / Ryûsuke Hamaguchi
Xelata Kameraya Zêrîn: Murina / Antoneta Alamat Kusijanovic
Xelata Palmîyeya Zêrîn a di Beşa Kurtefîlman de : All the Crows in the World / Tang Yi
Mansîyona Taybet a Kurtefîlman: August Sky (Ceu de Agosto) / Jasmin Tenucci
XELATÊN FIPRESCI
Pêşbaziya Bingehîn: Drive My Car / Ryûsuke Hamaguchi
Nerineke Diyarkirî: Playground (Un monde) / Laura Wandel
15 Rojên Derhêneran: Feathers / Omar El Zohairy
Hûn dikarin li ser hesaba Youtubeê ya festîvalê, bernameya Cannesê temaşe bikin.
(17.07.2021)
Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com
Hiç yorum yok: