Nûçe: Rûmet Med
Kataloga "Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd" ji aliyê lêkolîner û nivîskara kurd Nevîn Reşan Gungorê ve hatiye amadekirin ku weke pirtûk ji Weşanên Nûbiharê û bi sê zimanan bi Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî hate weşandin.
Nivîskar û lêkolîner Nevîn Reşan Gungor nêzîkî 20 salan li ser berhema xwe ya "Cilûbergên Gelêrî yên JinGungor di nivîsa destpêka berhema xwe de armanca lêkolînê eşkere kiriye û sedema herî girîng a vê xebatê wisa diyar kiriye; cilûbergên gelêrî yên jinên Kurd tomar bike, ji wendabûn û talankirinê xelas bike û bi vî awayî vê mirasa qedîm li ser piya bihêle û derbasî pêşerojê bike.
Nivîskar digel arşîva xwe ya şexsî, ji gelek arşîv û mûzeyan jî sûd girtiye û berhema xwe bi vî awayî amade kiriye. Di danasîna Weşanxaneya Nûbiharê de ji bo berhemê wisa hatiye nivîsîn: "Cilûberg û xişrên di vê berhemê de bi giştî bi qelem û xêza Nevîn Reşan Gungorê ji nû ve hatine xêzkirin û wek xezîneyeke veşartî, deriyê wê ji bo modelîst û stîlîstan hatiye vekirin."
Pirtûk ji 200 rûpelan pêk tê û bi temamî rengîn hatiye çap kirin.
Di destpêka lêkolînê de ev ser nav cih digirin: Hewcedarî û Geşedana Lixwekirinê, Erkên Lixwekirinê, Nîşaneyên Çandî û Neteweyî yên Lixwekirinê, Li ser Modeyê, Xişr: Jina Kurd û Xişrên wê, Dîroka Cilûbergên Jina Kurd û Mebest û Armancên vê Xebatê.
Naveroka vê berhemê wisa hatiye rêzkirin: Cilûberg, Kofî, Aksesûwar û Xişr, Gore û Sol, Nîgarên Destî yên li ser Qumaşan, Makîneyên Tevnê û Aletên Destî, Qalibên Cilan û Xişir.
Ji bo agahî û têkilî: www.nubihar.com
(26.06.2021) / Rojname Swêd
Hiç yorum yok: