Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » Pêşniyara muzîkan: Ji fîlmê “From Dusk till Dawn”

Nivîs: Rûmet Med

Di replîkeke fîlmê "Once Upon A Time In Mexico" yê derhênerê navdar Robert Rodriguezî de dibêje ku, "Muzîk xwerû ye, ji dilê mirovê tê.. Ku ruh xwerû be, muzîk azadane diherike..."

Bi rastî newayên muzîkan; ruh û canê jiyanê û rengê dilê çandê ne. Ji bo hunera sînemayê jî muzîk, wekî dîmen û dîyalogan gelek girîng e û wê dibe giyan û hilma rûyê fîlman.

Ez jî muzîkeke fîlmê "From Dusk till Dawn"ê pêşniyarî li temaşevanên sînemayê û guhdarên muzîkan dikim ku newayên wê wekî rengê biharê şîn tê. Strana "After Dark" ji aliyê koma muzîkê ya Tito & Tarantula ve hatiye bestekirin û gotin ku di herikîna "From Dusk till Dawn"ê de jî hate bikaranîn.

Fîlmê "From Dusk till Dawn" (1996) ku ji aliyê derhênerê navdar Robert Rodriguez ve hatiye kişandin, qala çîroka rêwîtiya birayên Geckoyî dike û mijara wê li Texasê diqewime. Senaryoya fîlmê Quentin Tarantino, Robert Kurtzman bi hev re nivîsandine û di nava fîlmê de lîstikvan û derhênerê wekî; George Clooney, Quentin Tarantino, Salma Hayek, Danny Trejo û Harvey Keitelî jî lîstine.

Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply