Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » Çend hevok


- Hemû tişt, ji hevokên romana "Pehnîya Hesin" a Jack Londonî dest pê kir... Ne tenê hêvî û xewneke ye, rengê rûyê rastînê; cejn û biharên bêdawî yên Bihuştê ne û di çavên sibeyê de vedibe û şîn tê...

- Nivîskarê ciwan di lênivîska xwe ya spî de wiha nivîsîbû; bihar jî û cejnên Bihuştê jî, di rengên çavên wê de veşarî ye... Di rengê çavên wê de Bihêşt hebû...

- Li seranserê cîhanê wekî erdnîgariya xwezayê û gerdûnê tu gel jî homojen nînin û heterojen in. Her mirov û derdorên gelên cîhanê ji fikr, raman û hestên cuda ve pêk tên û bi demê re li gorî şert û mercên jiyanê teşe digrin û diguherin. Ji ber vê li erdnîgariya cîhanê tu kes nikare heman tiştî bifikire, hîs bike û biramîne. Ev rastîneke asayî û xwezayî ye. Ji ber vê jî nêrineke pragmatîst; çewtî, xeletî û nakokîyan tîne û derewên bêsînor û dor bi dor mezin dike...

- Kesên ku di fanosa cîhana ferazî de dijîn hene, mirovan bi awayekî bêwate û vik û vala şîrove û rexne dikin, derewên bêsînor û dor bi dor dibêjin û van dixwazim mirovên qenc, û fikr û ramanên xweş lekedar bikin. Van kesên nezan, bipêşdaraz, nexweşbîn û bêwicdan ên ku di fanosa cîhana ferazî de dijîn, wekî kelpezî (margîse), rengên xwe li gor germa bayê diguherînin û ber bi berjewendiyên xwe ve diçin, van dixwazin tenê popûler bibin, û ango çi têkilî û eleqeyên wan bi ziman, çand, huner û jiyanê tune ye, û xwe mamoste, zana û rewşenbîr dihesibînin, û lê haya van ji dinyayê tune ye.. - Replîkeke di fîlmê "Birdman"ê de heye û dibêje; "Tiştek çi be ew e, ne yên ku di derbarê wê de hatine gotin..."

- Ramangêr û wêjekarê navdar ê Amerîkî Thomas Stearns Eliot wiha gotibû; "Hin caran axaftina heman zimanî têrî nake, yek jî divê mirov li heman cihê têbigihe.." - Rast e, yek jî; Hin caran peyvên zimanekî, bi ruha dil û rastîna wî zimanî re napeyive û dûrî gelê ye û jê qutbûyî ye.

....

Tüm varlığı kalbiydi Martin Eden'in, insanlar için çarpan umudu adım adım aydınlattı paslanmış geceyi.. Yolda oldu, sis tutmuş yolu değiştirdi ve yanılgılar yaratan rivayetleri savurdu.. Dilin sözcükleri sadece bir araçtı gerçeğin rengini anlatmak için dünyanın en güzel ezgilerini söyledi emeğin yüreğinden, aşkın ve sevginin gözlerinde büyür gerçek.. Bir bahar var onların renginde  ufkun sınırlarında açan, bir gecenin sabaha en yakın anı gibi, yepyeni ve sonsuz açan buğday tanelerinin sevincinde.. Bir çift gözün rengidir gerçek bahar, bir düşün bembeyazlığında yeşerecek..

İyiligin alfebesi ile yazılmayan dizeler eksiktir, yanlıştır ve zamanın akışında kaybolurlar... (08.06.2020)
#JackLondon #MartinEden


Nivîs: Rûmet Med

* Hin hevokan / Meha Hezîranê

Ji bo bihîstinê divê mirov guhdarî bike.

Ji bo hînbûn, famkirin û hundirîkirinê divê mirov bixwîne û vebikole. 

Tarîya pêşdarazî, nexweşbînî û dilxirabî bi tenê bi vî awayî ji holê radibe. Peyv û newayên xweşikahîyê; germ û ronîya bihara xwe tîne.. (25.03.2023)

Ruhsuz çağın durdurak bilmeyen, zamanı yoran ve yabancılaştırıcı hızına ve bilgisizlik yayan algı kapılarına karşı sadece ruhu dinlendiren, arındıran ve güçlendiren renkler, cümleler ve sesler baharın aydınlığını yeşertebilir.. (26.03.2023)

Hin caran peyvên hevokekê,

Hin caran awazên newayekê,

Hin caran bi tenê rengên dîmenekê

tarî û bêrengîya pêşdarazîyê dişkînin.. 

Hêzên huner û zanistê ew qas kûr in ku ji bo dil û ruhên mirovan biharên biheştê tînin.. Wê demê; ronî û germahî dor bi dor  mezin dibin û vedibin.. (26.03.2023)



«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply