Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » » » » NASA ji navenda Komstêrka Kadizê dîmenan girtin.


Daîreya Feza û Hewakariyê ya Neteweyî ya DYA'yê (NASA), ji bo Stêrnasîya Enfarûjê, bi Teleskopa Çavdêrxaneya Stratosferê (SOFİA) ve, ji navenda Komstêrka (Galaksî) Kadizê dîmenan girtin û van dîmênên balkêş qeyd kirin.


Li gorî nûçeya ku di malpera Euronewsê cih digire, Daîreya Feza û Hewakariyê ya Neteweyî ya DYA'yê li ser Teleskopa Çavdêrxaneya Stratosferê ji ji navenda Komastêrka Kadizê ku ji cîhanê 600 sala ronî ve dûr e, di meha Tîrmeha sala 2019'ê de hin dîmenan girtin. Van dîmenan ku ji Nîvkada Başûr bi kameraya Enfarûj ve hatine qeyd kirin, di malpera NASAyê hatin weşandin.


Teleskopa Çavdêrxaneya Stratosfer
(SOFİA) di ser balafireke Boeing de, li atmosferê, bi kalîteya bilind dîmenan hilgirtine û teleskop, gelek tiştên nediyar dibîne û ji bo famkirina pêkhatina stêrkan agahiyên girîng didin mirovan.

Di dîmena panoramayê de, gelek komên stêrkan ên wekî Arches û Quintuplet xuya dibin. Piraniya stêrkan li Koma stêrkan a Archesê cih digirin û koma stêrkan a bi navê Quintuplet jî di nava xwe de komên wisa dihewîne ku van stêrkan ji ronîya rojê mîlyon carî geştir in.

Stêrk, ji parçikên piçûk ên ku di navbera ewrên gaz û xubarê de, pêk tên û geşedanên xwe bi awayên cuda didomînin. Di navenda Komstêr (Galaksî) de çalereşek heye û bi demê re hin stêrkan ji ber hin sedeman têde winda dibin.

Nûçe-Nivîs: Rûmet Med

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply