Fîlmê “Amélie” (2001) ku 5 caran bo Xelatên Oscarê weke berendam hatibû nîşandan û mohra xwe li dîroka sînemayê daye û bi mijar, reng, atmosfer û newayên muzîkên xwe ve fîlmekî balkêş e.
Çîroka fîlmê “Amélie” li Montmartre ya Parîsê diqewime û jiyana jineke ciwan a bi navê “Amélie” ku li bajêr li cafeyekê garson e, dike û jiyana wê ya jidil û tije hezkirin nîşan dide. “Amélie” ji aliyê Jean-Pierre Jeunet ve hat kişandin û senaryoya wê Jean Pierre Jeunet, Guillaume Laurant nivîsandin. Audrey Tautou di fîlmê de weke serlîstikvan cih girt û muzîkên fîlmê jî Yann Tiersen çêkirine. Muzîkên "Amélie" ji 20 muzikên rengîn û balkêş pêk tê û van muzîkên jidil dil û ruhê mirovan germ dikin.
Fîlmê “Amélie”, li Xelatên Fîlman ên Ewropayê, Xelata Fîlmê Herî Serketî û 4 Xelatên Césarê û du jî xelatên BAFTA’yê girtibûn û her wiha 5 caran ji bo Xelatên Oscarê weke berendam hatibû nîşandan. “Amélie" mora xwe li dîroka sînemaya cîhanê daye û yek ji klasîkên hunera sînemayê ye.
Nûçe-Nivîs: Rûmet Med
Nûçe - Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com
Hiç yorum yok: