Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » » » » Federico Fellini di 100 saliya xwe de

Hosteyê mezin ê dîroka sînemayê Federico Fellini, îsal di 100'emîn saliya xwe de ye. Fellini di salvegera rojbûna xwe de, dê li gelek herêmên cîhanê bi rêzeke çalakiyan bê bibîranîn.

20'ê meha Rêbandana sala 1920 rojbûna hosteyê mezin ê hunera sînemayê Federico Fellini ye û di vê çarçoveyê de, dê di nava sala 2020'ê de ji bo 100'emîn rojbûna derhêner Felliniyî li seranserî cîhanê bi rêzeke çalakiyan bêne li darxistin.

Li gorî nûçeya ku di kovara Altyazi'yê de cih digire, ji bo 100'emîn rojbûna derhêner Fellini, li gelek herêmên cîhanê, dê bi rêzeke çalakîyan bêne lidarxistin.

Çalakiya yekem a bo bîranîna derhêner Federico Fellini hatiye amadekirin, dê di dîroka 20'ê Rêbandanê de, li bajarê Riminiya Îtalyayê ku Federico Fellini têde hatibû dinê, di muzeya Federico Fellini ya Navneteweyî de bê li darxistin. Muzeya Servekirî, gelek cihên navenda bajarê Rimiyê digire nav xwe û têde kelayeke Serdema Navîn ku ji bo pêşengeha bi navê ‘Fellini 100 and The Dolce Vita’ hatibû tehsîs kirin, jî heye.

Ji aliyê mîmar Renzo Renzo ve, hin enstelasyon û ekrana lîkît ji bo bîranîna Federrico Fellini hatine çêkirin û retrospektifên fîlmên wî, dê li Academy Museum of Motion Picturesê bêne pêşandan. Bernameya guhêzbar (seyar) a muzeyê diçe li gelek cihên cîhanê û dê li saziyên sînemayê derbikeve li pêşberî hunerhezan.

Sêwirinerê produksiyonê Dante Ferreti li bajarê Romayê, bi Federico Fellini re ji bo gelek fîlman hevkarî kirine û entelasyoneke ku ji aliyê Ferretti ve hatiye sêwirandin û stûdyoya bi navê 'Cinecittà' ku ji aliyê Fellini ve bi dehan salan hatiye bikar anîn, dê li Teatro 5'ê bêne pêşandan.

Enstîtuya Fîlman a Brîtanyayê (British Film Institute) bernameya nîşandana fîlmên Federico Fellini amadekirine û wê bername du mehan bidome.

Fîlmê "La Dolce Vita" (1960) yê Federico Fellini, di çarçoveya 100'emîn saliya wî de hatiye restorekirin û wê di meha Adarê de li gelek welatên cîhanê bêne nîşandan.

Derhênerê navdar ê Îtalyayê Federico Fellini, mora xwe li hunera sînemayê da û di dîroka 31'ê meha Cotmeha 1993'ê de jiyana xwe ji dest da. Derhêner, li seranserî cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; "Lo Sceicco Bianco" (1952), "La Strada" (1954), "I Vitelloni" (1953), "İl Bidone" (1955), " Le Notti di Cabiria" (1957), "La Dolce Vita" (1960), "8½: Otto e Mezzo" (1963), "Giulietta Degli Spiriti" (1965), "Roma" (1972), "Amarcord" (1973), "E La Nave Va" (1983) û "Ginger e Fred" (1986) ve tê naskirin.

Nûçe-Nivîs: Rûmet Med

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply