Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » » » » Albûma nû ya Rewşan Çelîker, "Tov" derket


Albûma nû ya hunermenda muzîka kurdî Rewşan Çelîker, bi navê "Tov" ji CK Music Productionê derçû û li ser platformên dîjîtalê jî hate weşandin. Albûma duyem a hunermend Rewşan Çelîkerê, ji 10 stranên
zaravayê kurmancî ya kurdî ve pêk tê.


Albûma nû ya Rewşan Çelîker, bi navê "Tov" di 10'ê Rêbandanê de ji CK Music Productionê derket û li ser platformên dîjîtalê jî hate weşandin.


Di albûma 'Tov'ê de, helbest û gotinên hunermend, helbestvan û rewşebîrên wekî Fêrikê Ûsiv, Kamiran Alî Bedirxan, Aram Tigran Dr. Ahmet Kaya û Mirady jî cih digirin û têde hin besteyên Rewşen Çelîkerê jî henin.


https://music.apple.com/tr/album/tov/1492837943?l=tr

Konsera danasîn a (lansman) albûma 'Tov'ê dê di dîroka 29'ê meha Rêbendanê de li İstanbul Moda Sahneyê bê lidarxistin.


Dîrektorê albûma 'Tov'ê Hakan Gurbuz, di heman demê de aranjekerê stranan e. Di albûmê de, sazamûrên (enstrûman) kevneşopî û nûjen hatine bikar anîn û muzîkvanên wekî; Îsmaîl Altûnbaş (perkusyon), Ûmût Şenyaylar (keman), Hazal Akkerman (viyolonsel), Cenk Erdogan (gîtar), Çoşkûn Karademîr (kopûz), Omer Arslan (dahol), Bekîr Şahîn Baloglu (ûd), Onur Nevşehîr (klavye) û Erdî Arslan (tûtîk/klarnet) jî cih digirin. Albûma 'Tov' bi awayekî cureya Progresif Folk hat amedekirin û mix û materinga Tov'ê Evren Arkman çêkiriye.


Rewşan Çelîker kî ye?

Hunermenda muzîka kurdî Rewşan Çelîker Beşa PDR ya Zanîngeha Enqereyê xilas kir û li dû, Lîsansa Bilind a Lîstikvanê ya Zanîngeha Bahçeşehîrê de xwend û di heman demê de, perwerdehiya keman, armonî û vîyolayê wergirt.

Hunermend Rewşan Çelîker li gelek festîval û çalakîyan ligel Orkestraya Pera Jazz, Orkestraya Ode ya İTU û Halîç, Komeleya Çagdaş Muzîk û Orkestraua Muzîkên Fîlman a Stenbolê konseran da û di komên Acustic Modds û Horizonê de weke kemanker û vokalîst xebitî. Hunermend, di projeya çandî ya Yekîtiya Ewropayê ya bi navê "Orkestraya Senfonî ya Newayên Aşîtî" de, li Ermenîstan û Gurcistanê, bi Şefê Orkestrayê Aram Talalyan re xebitî.

Di Repetuwara hunermenda navdar kurd Rewşan Çelîker de, arşîva muzîkan a radyo Êrîvan (1930) û radyoya Bexdayê û berhevkirinên hunermendê navdar ê ermen Gomida Vartabedî ciyekî girîng digirin.

Hunermend bi salan zaravakirin (dengdayîn) jî kir û di gelek fîlm û lîstika şanoyê de leyîstin. Rewşen Çelîker, li gelek bajarên welêt û cîhanê, konserên xwe didomîne.

Projeyên Rewşan Çelîker

*Belgefîlmê "Dengên Bakûr" (2014) ku qala kevnaşopa devkî ya jinan a Kurdî û hişa çandî ve dike, amadekir û pêşkêşkeriya wê kir.
*Albûma xwe ya yekem a bi navê "Ax Lê Wesê" (2018) ku ji qeydên malê û hatine ber bi bîrkirinê, ve pêk tê weşand.
*Di sala 2019'ê de, 4 Singleê xwe yên; "Kirasê Te", "Azîzakam", "Bingol" û "Desmala Min" weşandin.

Çavkanî: Bianet û http://www.rewsanceliker.com/

Nûçe: Rûmet Med

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply