Di Festîvala Fîlman a Venedîkê de Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de îsal dê bidin Derhênerê navdar Pedro Almodóvarê û Lîstikvan û Stranbêja navdar Julie Andrewsê.
Derhênerê navdar ê Spanî Pedro Almodóvare di jiyana xwe ya sînemayê de heta niha 21 fîlmên dirêj kişandin û fîlmên wî ji aliyê temaşevanên sînemayê gelek hatin ecibandin û li ser sînemaya cîhanê bandorên mezin kirin.
Derhênerê navdar Pedro Almodóvare di bernamayên gelek festîvalên fîlman de xelatan wergirtin û bi fîlmên xwe yên wekî "Todo Sobre Mi Madre" (1999), "Women On The Verge Of a Nervous Breakdown" (1988), "High Heels" (1991), "Hable Con Ella" (2002), La Ley Del Deseo (1987), La Mala Educacion (2004), "Volver" (2006), "Los Abrozos Rotos" (2009), "La Piel Que Habito" (2011), "Los Amantes Pasajeros" (2013), tê naskirin û fîlmên dawî yên derhênerê "Julieta" (2016) û "Pain and Glory" (2019) ne.
Derhênerê Spanî Pedro Almodóvare, bi Luis Buñuelê bi vir ve, di sînemayê de, Derhênerê ku herî bandorker têne pejirandin.
Festîvala Fîlman a Venedîkê her sal ji aliyê saziya çand û hunerê "Biennale Di Venezia" ve têne li darxistin.
Ji bo agahî û bernameya Festîvalê: https://www.labiennale.org
Nûçe: Rûmet Med
--- Fîlmografîya Derhêner Pedro Almodóvareyê:
1980 Pepi, Luci, Bom
1982 Labyrinth of Passions
1983 Dark Habits
1984-85 What Have I Done to Deserve This?!
1985-86 Matador
1986 Law of Desire
1988 Women on the Verge of a Nervous Breakdown
1989 Tie Me Up! Tie Me Down!
1991 High Heels
1993 Kika
1995 The Flower of my Secret
1997 Live Flesh
1999 All About my Mother
2001 Talk to Her
2003 Bad Education
2006 Volver
2009 Broken Embraces
2011 The Skin I Live In
2013 I’m So Excited!
2016 Julieta
2019 Dolor y gloria
Çavkanî: https://www.labiennale.org
Hiç yorum yok: