Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » » » » Yekem Fîlmên Bêreng, Rengîn û Bideng ên Cîhanê


Nivîs: Rûmet Med

Wekî tê zanîn ku yekem fîlmên cîhanê; kurtefîlmê bi navê "L'arrivée D'un Train en Gare de La Ciotat" (Têketina Trênê ji Gara Ciotatê re,1895) û kurtefîlmê "La Sortie Des Usines Lumière à Lyon" (Karkerên ku ji Fabrîqeya Lumière Derdikevin, 1895), ji aliyê Birayên Lumière (Auguste û Louis Lumière) ve weke bêreng hatine kişandin.

Her du fîlm, bi gelek fîlmên din ve di sala 1895'ê de li Parîs a Fransayê di cafeyekê de hatine nîşandan.

Li dû salekê ango di sala 1896'ê de, ji aliyê yekem derhênera Jin Alice Guy-Blaché ve yekem fîlma biçîrok  “La Fée aux Choux” hate kişandin û li gorî hin agahî, derhênera Frensî Alice Guy-Blaché ji zêdetirî 1000î fîlman kişandine.

Bi van fîlman, di destpêka sînemayê de gelek derhêner û çêkerên wekî Auguste Marie Louis Nicolas, Louis Jean fîlmên xwe kişandin û temaşevanên sînemayê her ku diçe zêde bûn. Di sala 1902'ê de fîlmeke bi navê "Le Voyage Dans La Lune" ji aliyê derhênerê Fransayê Georges Méliè ve weke bêdeng hatiye kişandin û ev fîlm yekem fîlma "Pevxistina Zanistî" ya sînemaya cîhanê ye ku qala rêwîtî û geşta heyvê, dike.

Yekem fîlma rengîn a cîhanê, weke fîlma bi navê "Annabelle Serpentine Dance"ê (1894) ya William Kennedy Dickson tê pejirandin.

Piştî vê fîlmê, di sala 1899/1902'ê de ji aliyê sînematograf û dahênerê Îngilîz Edward Raymond Turner ve hin dîmenên rengîn hatine kişandin. Van dîmenên bireng di Arşîva Neteweyî ya Enstîtûya Fîlman a Britishê (BFI) de ne û ji aliyê kuratorê Muzeya Medyaya Neteweyî ya Bradfordê Michael Harvey ve hatine peydakirin û ji qada dijîtal re hatine veguhestin. Di destpêka vîdyoyê de; Sê Zarok, tûtî, gulberojk û fanûseke têne dîtin.

Her wiha di sala 1918'ê de kurtefîlmekî bi navê "Cupid Angling" ji aliyê Derhêner Leon F. Douglass ve hatiye kişandin. Di sala 1939'ê de, yekem filmên dîrêj û rengîn ên dîroka sînemayê bi navê "The Wizard f Oz" û "Gone With The Wind" ên derhênerê Amerîkayî Victor Flemingî, hatine kişandin.

Fîlma bi navê "The Dickson Experimental Sound Film" yên Dickson û Thomas Edisonê, yekem fîlma bideng a cîhanê tê qebûlkirin û bi bikaranîna Kinetophone ve hatiye kişandin.

Nivîs: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)

Çavkanî:
“Fîlm” – Michael Wood / Weşanên Dost, Rûpel: 31, 32 û 34. Ji Beşa “Hızlı Bir Tarihçe”

“Sinema Tarihinin Ilk Kadını: Alice Guy-Blache” / Ceyda Canbey (Gotar)

“Sedsala Sînemayê” (Sinemanın Yüzyılı) – Nivîskar: Giorgio Vincenti / Weşanên Evrensel, Rûpel: 28.

https://rumetmed.blogspot.com/2019/02/yekem-derhenera-jin-alice-guy-blache.html

-https://www.filmloverss.com/sinema-tarihinden-20-ilk/

https://www.bbc.com/turkce/multimedya/2012/09/120914_vid_oldest_colour_film

https://www.imdb.com/title/tt0032138/

https://www.imdb.com/title/tt0031381/

https://www.imdb.com/title/tt0177707/

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply