Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » » » » Di Dilê Xwezaya Dîrokê de Newayên Rengên Biharê: Xalîd Reşîd


Hunermend, Arkeolog û Nivîskarê Kurd Xalîd Reşîd (Xalid Rashid), di sala 1968'ê de li bajarê Silêmanî ji dayîk bûye û ji sala 1998 bi vir de, bi zaravaya Goranî ya Kurdî re gelek albûmên muzîkan derxistine.

                       

Hunermendê Kurd Xalîd Reşîd li Stokholma Swêdê beşdarî Akademîya Hunerên Bedew û Beşa muzîkê bû. Hunermend li Swêdê ji Beşa Şûnwarnasîyê (Arkeolojî) mezûn bûye û perwerdehiya xwe ya Lîsansa Bilindê di heman beşê de kir û du pirtûkên wî yên li ser cihên Arkeolojîyê Başûrê hene.

 

Hunermend Xalîd Reşîd, di mijarên muzîkên Kurdî, Farsî û Azerî de, weke Akademîk xwedî zanîneke berfireh e. Hunermend li ser amûrên muzîkên Gelêrî yên Kurdan, wekî "Balaban, Flût, Ûd û hin Amûrên Jenî" xebitî û bû pispor.

                       

Xalîd Reşîd Ji Wezareta Çand a Swêdê xelata bi navê "Stipendiom" wergirt. Hunermend di sala 1996'ê di komcivîna hunermendên Kurd de, weke serok hate hilbijartin û ji bo avakirina Orkestreya Neteweyî ya Kurdî peywir girt. Xalîd Reşîd di sala 1999'ê de li Rûsyayê di warê muzîkê de weke akademîk xebitand û hin stranên klasîkên Kurdî qeyd kirin.


Hunermendê Kurd Xalîd Reşîd, xebatên xwe yên li ser muzîk, huner û zanistî didomîne.

Albûmên Xalid Reşid:

Balaban - 1997
Xelwet - 1998
Clasik Mosko - 2002
Eshik Nema  - 2004
Buki Eware - 2005
Jiger Koshekem

Çavkanî: https://wikivisually.com/wiki/Xalîd_Reşîd

Nivîs û Amadekar: Rûmet Med

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply