Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » » » » Dengê Newa û Peyvên Jiyanê: Hasret Gultekîn


Peyv û newayên bi hezaran salan in, di nava herikîn û kûrahîya xwezaya dîrokê de, bi rengên xwe yên wekî bihar û bihuştê deng bi deng têne bihîstin.. Bi dengên xwe yên zelal û jidil ve; êş, şahî û hêviyên ên gelê xwe, hemû mirovahîyê û jiyanê dide der û hest û ramanên xwe tînin zimanê... Dilê wî qîrîneke bêdawî ye, bi deng û hilma xwe re awazên stranên hêviyê, rastînê û wijdanê distrîne...


"Dilo Yeman", "Derman Sendedir", "Dilbera Min", "33 Kurşun", "Arix", "Dersim Dört Dağ İçinde", "Newroz e", "Bir İnsan Ömrünü", "Zor e", "Dîlek", "Malê", "Hember Caganda", "Sevgi Kuşun Kanadında", "Xezal", "Kucaklarım Seni", "Demmî Demmî", "Semah", "Güle Yel Değdi", "Dello Lo" "Cirigam", "Newaya Koçgirî" "Telli Turnam" "Nar Çocuk", "İnsan Oğluyum", "Rüzgarın Kanatlarında", "Dağlar Atamadım Sevdamı", "Çeke Çeke", "Acıyı Bal Eyledik", "Canım Oğlum" , "Merhaba Çocuk", "Böyle Olur mu", "Ömrüm Nerde" û Newayên gelek Kilam û Stranên din... Ji dengê dilê Hozan û Hunermendê nemir Hasret Gultekîn re têtin bihîstin û ji erdnîgariya jiyanê re belav û mezin dibin û germa ronîya xwe didin li dilê mirovan û jiyanê...


Hunermendê nemir Hasret Gultekîn bi eslê xwe Kurdê Elewî yê herêma Koçgirî ye û li Kamîlava (İmranlı) ya Sêwasê ji dayîk bûye. Hasret Gultekîn, di 6 saliya xwe dest bi sazê û hunerê kiriye û li Stenbolê mezin bûye, lê wî ji çand û nirxên xwe ji dûr neketîye û êş, şahî û hêviyên gelê xwe û hemû mirovahiyê anîne zimên. Hunermendi weke hest û ramanê nêzîkî fikra rastîbîniya civakî ye û di warê muzîkê de xwe perwerde kiriye û gelek gotin nivîsîne û Ahmed Arîf, Pîr Sultan, Hasan Huseyîn Korkmazgîl jî têde ne, berhemên gelek helbestvan û hozanên navdar beste kiriye.


Hasret Gultekîn, di jiyana xwe ya hunerê de, bi Kurdî û Tirkî gelek albûmên muzîkê derxistîne, di gelek albûman de derhêneriya muzîkê kiriye, ji bo hin albûmên hunermendan alîkar bûye û li gelek bajaran bêhejmar konsêran daye û hunermend di heman demê de hosteyê mezin î sazê ye. Hunermendê Kurd Hasret Gultekin, sê albûmên muzîka bi Kurdî amade kiriye û di nav albûman de weke derhênerê muzîkê cih girtiye ku ji bo weşandina albûman hewl û kedên mezin daye.


Hûnermendê mezin Hasret Gultekin di 2'ê Tîrmeha sala 1993'ê de, bi hev 33 Rewşenbîr, Hozan, Hunermend û Xebatkarên Otêlê ve, li Sêwasê jiyana xwe ji dest da.


Hunermendê nemir Hasret Gultekîn, sê albûmên muzîka Kurdî yên bi navên "Newroz - Enstrûmental" (1990). "Newroz - Kilamên Kurdî" - (1990). Newroz - 2 (1992). derxistine. Mijarên newa û peyvên stranên ên albûmên mûzîkê li ser çand, dîrok û jiyana Kurdan e. 



Stranên ku di nav albûmên "Newroz" de cih digirin, zaravayên Kurmancî, Zazakî û Soranî ne û piraniya stranan gelêrî ne. Di nav albûman de gelek hunermend stran û kilam gotine û cureyên kilam û stranan; govend, lawij (lawje), dastan, zêmar û enstrûmental û hwd. in.


Hunermendê Kurd Hasret Gultekîn, bi peyv û newayên kilamên xwe ve, rê û dilê mirovahî û jiyanê ronî û germ dike û bi hest û ramanên xwe yên qenc û xweş, bû nemir...

Nivîs: Rûmet Med

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply