15 Nisan 2019 Pazartesi

Sewyana Mîhrîcana Cannesê hate weşandin!


72'yemîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê îsal dê di navbera dîrokên 14-25'ê meha Gulanê de li dar bikeve.

Îsal sewyana (afîş) Mîhrîcana Cannesê de, wêneya ku di seta fîlma "La Pointe Courte" (1955), ya Derhênera nemir Agnés Varda'yê de hatiye kişandin, wê cih digire.


Derhênera navdarê cîhanê Agnés Varda di 29'ê Adarê de 90 salî jiyana xwe ji dest dabû.
Derhêner Agnés Varda, di jiyana xwe ya Sînemayê de gelek filman kişandin û yek ji nûnerên rêbaza "Pêla Nû" ya Fransayê ye.

Nûçe: Rûmet Med

0 coment�rios:

Yorum Gönder