Serîlêdanên Mîhrîcana Duhokê dest pê kir!


Serîlêdanên 7'emîn Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî ya Duhokê di 1'ê meha Avrêlê de dest pê kir û li benda film û belgefîlmên derhêneran e. Mîhrîcana Fîlman a Duhokê îsal di navbera dîrokên 9-16'ê meha Îlonê (Rezber) de dê bê lidarxistin.

Serîlêdanên Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê di dîroka 1'ê Avrêlê de dest pê kir, Derhêner û sînemavanan dikarin heta dîroka 15'ê meha Pûşberê fîlm û belgefîlmên xwe bişînin amadekarên mîhrîcanê.

Mijara têmaya 6'emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê "Ji Objektîfa Jinan" bû. Di bernameya Mîhrîcana Duhokê de her sal; ji bo bîranîna derhênerê kurd Yilmaz Guney xelatek didin û beşên "Filmê Herî Serketî", "Derhênera/ê Herî serketî", "Lîstikvanên Herî Serketî", "Senaryoya Herî Serketî", "Belgefîlmê Herî Serketî", "Xelata Taybet a Jûrî", "Kurtefîlmê Herî Serketî" jî têde, di gelek beşan de xelatan didin ji fîlmên Kurdî û filmên biyanî ve.

Ji bo agahî û têkilî: submission@duhokiff.com

twitter.com/DuhokIFF

instagram.com/duhokiff/

facebook.com/duhokiff

youtube.com/user/Duhokiff

Nûçe: Rûmet Med


Yorumlar