19 Nisan 2019 Cuma

Li Stenbolê Nîşandanên Fîlman


Li Stenbolê di dîrokên 20-25'ê meha Avrêlê de nîşandan û galayên gelek fîlmên Kurdî dê li dar bikeve.


Vê hefteyê di dîroka 20'ê Avrêlê (Sibê) de li Stenbolê Mala Cemê Ya Alibeykoyê, nîşandana belgefîlma "Şeva Xîzê / Kumun Gecesi" (2018) yê Derhêner Alî Ergulê dê bê lidarxistin. Mijara Belgefîlmê qala jiyan û malbatên Karkerên spîkirin û xîzkirina kotê û nexweşiya sîlîkozisê û encamên giran û kujende yên vê nexweşiyê, ve dike.


Alî Ergul Derhênerê Belgefilmên ên "1.5 Metre / Metre" (2016) û "Dîroka Mirina Avê" 
(2017) ne.


Di dîroka 25'ê Avrêlê de, li Stenbolê ji alyê saziya Çand û Hunerê Chalak Events, nîşandanên galayên du fîlmên Mast (2015) û Pantor (2018) yê Derhêner Tahsîn Ozmenê, li Sînemaya Beyoğluyê dê bê lidarxistin. 



Fîlma "Pantor" dê êvara pêncşema 25'ê Avrêlê bê nîşandan û piştî nîşandana galaya fîlma "Pantor"ê bi beşdarîya Derhênerê fîlmê Tahsîn Ozmen û Lîstikvanê fîlmê Suat Ustayî hevpeyvîn dê çêbe.

Nûçe: Rûmet Med

0 coment�rios:

Yorum Gönder