Fîlmekî Rojane û Dilê Rastînê: "Tiriyên Xezebê"


Li ser kişandina fîlmê "Tiriyên Xezebê" yê derhênerê Amerîkayê John Fordê hema hema 80 salan derbas bûye û fîlm di îro jî wekî pirtûkê rojane ye û hest û ramanên mirovan ronî û germ dike. 

Bêrengiya siya tarîtiyê û rengê germa ronahîyê... Peyv û newayên rûyê rastînê...

Li Amerîkayê û li ser cîhanê salên qeyranê ne û di van salan de xizanî, zuhayî û bêkariyekê mezin heye û koçeke bêveger û dijwar dest pê dike.. 

Fîlma "Tiriyên Xezebê" li ser rêwîtiya malbata Joadanê, qala rewş û mercên karker û cotkarên demsalî ve dike... Senaryoya fîlmê ji romana "Tiriyên Xezebê" (Bixelat ê Polîtzerê) yê nivîskarê navdar ê Amerîkî û cîhanê John Steinbeck ve ji bo sînemayê lê hatiye anîn û du Oscar wergirtiye... 


"Tiriyên Xezebê" yek ji klasîkên dîroka sînemaya cîhanê ye... 


Bi hêviya şînbûna cîhaneke xweştir û qenc, "1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê Pîroz Be" 

"The Grapes Of Wrath" - 1940 / Derhêner: John Ford û Senaryo: Nunnally Johnson

Nivîs: Rûmet Med

Yorumlar