Çend Çarînên "Baba Tahirê Uryan / Hemedanî"
Dilê bêeşq, biçilmise çêtir e.
Kesê bêderd eger bimre çêtir e.
Canê ne sabit e l'ser riya eşqê.
Zerre zerre bikizire çêtir e...
Baba Tahirê Uryan / Hemedanî (Pirtûka Ji Dubeytî de, Rûpela 109.)
Eger destêm bighe çerxa felekê,
Ez ê gellek tiştan bipirsim ji wê:
Te bi yekî daye sed cûre nî'met,
Bi yê din nanê ceh, alastî b'xwînê...
Baba Tahirê Uryan (Ji Pirtûka Dubeytî de, Rûpela 67.)
Her kî derdê wî nîne, bimre çêtir.
Dilê bê derdê eşq, pûç bibe çêtir.
Seherê bilbil li ser gulê digot.
Her kesê ku bêeşq e, bimre çêtir...
Baba Tahirê Uryan (Ji Pirtûka Dubeytî de, Rûpela 123.)
Eger tu bê, bi canê te dilxweş im.
Ku tu neyî, ji hicranê dilsoj im.
Were derdê xwe tev berde dilê min.
Yan bimrim, yan bisojim, yan binasim...
Baba Tahirê Uryan (Ji Pirtûka Dubeytî de, Rûpela 39.)
Bê te gulşen, zîndan e bi çavêm,
Gulistan agiristan e bi çavêm,
Bê te aramî û umr û jiyanî,
Hemû xewna perîşan e bi çavêm...
Baba Tahirê Uryan (Ji Pirtûka Dubeytî de, Rûpela 47)
Dilêm her dem tijî xwîn e, tijî xwîn.
Canêm mehzûn, çavêm her dem histêrîn.
Ez ê l'ser riya te rûnim, şev û roj.
Dibe ku j'te re hebe j'vir buhurîn...
Baba Tahirê Uryan (Ji Pirtûka Dubeytî de, Rûpela 109.)
Tag: blog çand hevok huner kurdî nivîs peyv pirtûk wêje ziman
Hiç yorum yok: