Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » » » » Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê dest pê dike!


Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê (FFKP) di navbera dîrokên 3 û 6'ê meha Tîrmehê de li navenda Wallonie-Bruxellesê li dar dikeve.


Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Parîsê ji aliyê Enstîtiya Kurdî ya Parîsê û Komeleya Sînemayê Franco-Kurde "CinéBej" ve û bi alîkariya saziyên Fransayê hatiye amedekirin.


Di çarçoveya Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Parîsê de ji gelek herêman; 19 fîlmên dirêj, kurte-fîlm, belgefîlm û anîmasyonên Kurdî bêne nîşandan û festîval dê heta 6'ê meha Tîrmehê bidome.


Di bernameya festîvalê de Belgefîlma "Efsaneya Qiralê Kirêt (Yilmaz Guney)" bi beşdariya Derhênerê belgefîlmê Huseyin Tabak û çêkerê belgefîlmê Mehmet Aktaş ve dê bê nîşandan. (Çavkanî: bianet Kurdî)

Ji bo agahî û bernameya Festîvalê: www.ffkp.fr
Twitter/FilmsKurdes

Nûçe: Rûmet Med

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply