Slider

Tema resimleri kelvinjay tarafından tasarlanmıştır. Blogger tarafından desteklenmektedir.

Video

Welat

Wêje

Pirtûk

Huner

Dîrok

Nûçe

» » » » » » » » » » » » » » » » » » » » 10 Fîlmên Derhênera Nemir Agnès Vardayê

Nivîs û Amadekar: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)

Derhêner û wênekêşa navdar a cîhanê Agnès Varda yek ji pêşengên rêbaza "Pêla Nû" ya Fransayê ye û bi fîlmên xwe yên girahbuha ve li dîroka sînemayê û di dilên sînemahez û hunerhezan de bû nemir.

Dapîra rêbaza Pêla Nû ya Frensayê, derhênera mezin Angès Varda di jiyana xwe ya sînemayê de; di beşên fîlmên metraj dirêj, belgefîlm û kurtefîlm de, ji zêdetirî 50 fîlman kişandin. Derhênera femînîst, azadîperwer û nûjenîxwaz Varda, fîlmê xwe yê yekem ê bi navê (La pointe-courte - 1954), di 26 saliya xwe de kişand, û gelek filmên wê di bernameya festîvalên fîlman ên navneteweyî de hatin nîşandan û xelat wergirtin.

Agnès Varda di dîroka dawiya meha adara 2019'ê de, 90 saliya xwe jiyana xwe ji dest da û li pey xwe hest û ramanên bi dehan fîlmên xwe yên girîng û bandorker hiştin.

Sînemagera nemir Varda him derhêner him jî wênekêşeke mezin bû, di fîlmên xwe de bi taybetî qala jiyan û pirsgirêkên jinan, û rewş û mercên civakê dike. Mijarên fîlmên wê li ser derd û xemên rencber û bindestên mirovahiyê ye. Agnès Varda bi hest û ramanên fîlmên xwe, û bi jiyana hunerê û hewlên xwe yên giranbuha û hêja ve bûye yek ji pêşengên sînemaya Jinan û wê bandorên mezin li ser sînemaya cîhanê kir.

Ez cara yekem deh salê berê hin fîlmên derhênera nemir Agnès Vardayê temaşe kiribûm û mijar, hest û ramanên fîlmên derhênerê di hiş û bîr û mêjîyê min de bandorên mezin û watedar kirin. Wateyên hevok û rengên dîmenên fîlmên wê wekî rengê avên zelal û herikbar diherikîn.

Bêguman hemû fîlmên derhênera mezin Agnès Vardayê gelek girîng û watedar in û bi rengê roniyên wan cîhanê germ dikin.

*10 Fîlmên Derhênera cîhanê Agnès Vardayê li gorî salên çêkirinê hatine rêz kirin û şîrove kirin.

10 Fîlmên Derhênera Nemir Agnès Vardayê

Mijara fîlma "La Pointe Courte" (1955) li bajarokekî Masîvanan derbas dibe û qala du çîrokan dike.. Çîroka yekem a fîlmê li ser jiyana rojane ya bajarokê ye û çîroka duyem a filmê jî jiyana jin û mêrek, û hest û ramanên wan ên di derbarê jiyanê de, nîşan dide...

"La Pointe Courte" weke mijar û dîtbarî balkêş û girîng e, û rêwîtiyeke xweş û aramdar e di xwezaya jiyanê de.. Derhênera fîlmê Agnès Varda weke ramanê derhênereke femînîst e.

"La Pointe Courte", di heman demê de yekem fîlmê rêbeza Pêla Nû ya Frensayê ye.

"La Pointe Courte" (1955) / Derhêner û Senaryo: Agnès Varda

Sî û neynika demjimêrên demê û kolanên bajêr... Çîrokeke hay jê bûnê, di rengê herokîna jiyanê de...

Stranbêja ciwan bi navê Cléo Victoire, li benda encamên testê ya nexweşiya xwe ye.. Dilê wê dixwaze ku li kolanên Parîsê bigerîne û li bajêr derdikeve rêwîtiyeke kurt û têr û tijî... Fîlmê "Cléo de 5 à 7" qala du demjimêrên stranbêjeke ciwan re dike û di nav herikîna demê de peyv û newayên çîroka haj jê bûnê nîşan dide...

Fîlmê "Cléo De 5 à 7", di bernameya Cannesê û gelek festîvalên fîlman ên de hate nîşandan û yek ji mînakên herî resen û baş ên rêbaza Pêla Nû ya Frensayê ye...

"Cléo de 5 à 7" (Cleo from 5 to 7) - 1962 / Derhêner û Senaryo: Agnès Varda

Agnès Varda di fîlmê xwe yê bi navê "Le Bonheur" qala çîroka zewaceke dike û li ser diyardeya dilsozîyê de disekine û cureyê wê dram e. Fîlmê "Le Bonheur" yek ji fîlmên rêbaza Pêla Nû ya Frensayê ye û di 15'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê de du xelat wertgirtine.

"Le Bonheur" (Happiness) - 1965 / Derhêner û Senaryo: Agnès Varda

Mijara fîlmê bi navê "Les Créaturas" yê derhênera navdar Agnès Vardayê, li ser çîroka jiyanên Nivîskar Edgar û jina wî Mylène ye. Piştî qezayeke trafîkî nivîskar û jina wî birîndar dibin û ji bo baş bûnê li giraveke Frensayê dimînin. Nivîskar di demeke kurt de ji birînan xwe xelas dike û paşê ji gelê xwecihî îlham werdigire û dest bi romana xwe ya nû dike. Lê di encama qedaya trafîkê de, hevjîna nivîskarê dengê xwe winda dike û bi tenê bi riya nîşeyên nivîsandî ve xwe îfade dike.

"Les Créatures" (The Creatures) - 1966 / Derhêner û Senaryo: Agnès Varda

Mijara belgefîlma "Daguerréotypes" li kolana Daguerre ya Parîsê derbas dibe, û ked û jiyanên rojane yên mirovan û dikanên biçûk ên bajêr nîşan dide.. Derhênera nemir ev belgefîlma xwe ya "Daguerréotypes" ji bo bîranîna pêşengê wêneyan, hunermend û kîmyanasê Frensayê Louis-Jacques Mandéyê kişandiye...

Belgefîlma "Daguerréotypes" - 1976 / Derhêner û Senaryo: Agnès Varda

Fîlmê "L’une Chante, L’autre Pas" qala jiyanên du jinan û rastîhevhatinên wan, dike û têkoşîn û hewlên Jinan ên ku ji bo jiyaneke xweştir û baş, nîşan dide... "L’une Chante, L'autre Pas", çîroka dilê dostanî û piştgirîyê ye û di deng û rengên newayên stranan de xwe dide der... "L’une Chante, L'autre Pas" di sala 1977'ê de, di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Toarmînayê de xelat wergirt.

"L’une Chante, L’autre Pas" (One Sings The Other Doesn't) - 1977 / Derhêner û Senaryo: Agnès Varda

Hilma rê û azadîyê... Rengê janên birînan û qîrîneke jîndarî...

Fîlmê "Bêcih û War" yê derhênera nemir Agnès Vardayê, qala jiyan û rêwîtiya jineke ciwan dike û li ser mijar û têmayên azad bûn, tenêtî û êşên jiyanê fîlmekî balkêş û girîng e... "Bêcih û War" li hilma rê û azadîyê rengê janên birînan nîşan dide û li dijî zor dijwariya jiyanê qîrîneke jindarî û jidil e...

"Sans Toit Ni Loi" (Vagabond) - 1985 / Derhêner û Senaryo: Agnès Varda

Komkerî, di dîroka mirovahî û xwezayê de û pêşveçûn û geşedana jiyanê de bandoreke diyarker û jîndarî kiriye...

Derhênera navdar Agnès Varda di vê fîlmê xwe de, li ser diyarde û rêmana komkeriyê disekine û di dilê xwezayê de derketiye rêwîtiyeke dirêj. Belgefîlma "Komkeran" ji aliyê temaşevanên û derdorên Sînemayê ve gelek hate ecibandin...

"Les Glaneurs Et La Glaneuse" (The Gleaners And I) - 2000 / Derhêner û Senaryo: Agnès Varda

"Sînema ez ji te hez dikim..."

Belgefîlma "Plajên Agnès" weke kurtejiyan hatiye kişandin û qala beşên jiyana yek ji pêşengên rêbaza Pêla Nû ya Frensayê, derhêner û wênekêş Agnès Vardayê dike... Belgefîlma "Plajên Agnès", li ser fîlm, wêne û hevpeyivînên ên Agnès Vardayê ye û heyam û rêwîtiyên jiyana derhênera nemir nîşan dide...

"Les Plages of Agnès (The Beaches of Agnès) - 2008 / Derhêner û Senaryo: Agnès Varda

Rengê dilê bîranînan û dostanî û rêwîtiyeke rengîn...

Belgefîlma bi navê "Faces Places" li ser rêwîtiyên derhênera navdar a cîhanê Agnès Varda û hunermendê sêneyan JRê ye û çîroka wê di gelek herêman de derbas dibe û ji çîrok û wêneyên mirovan pêk tê... .

"Faces Places" (Visages Villages) - 2017 / Derhêner: Agnès Varda, JR û Senaryo: Agnès Varda, JR

Fîlmografiya Derhêner Agnès Varda: https://www.imdb.com/name/nm0889513

«
Pêşve
Sonraki Kayıt
»
Paşve
Önceki Kayıt

Hiç yorum yok:

Leave a Reply